Gerîlaya YJA Starê Zîn Samûray, ku li ber zext û polîtîkayên komkujiyê yên li dijî gelê Kurd rabû û tevlî nava refên gerîla bû got, "Divê em xwedî li Rojava derkevin. Pêwîste gelê me piştgiriyê bide têkoşîna li Rojava. Ji bo vê jî girîng e gelê me yê ji Rojava koç kiriye, li cih û warên xwe vegere."
Zîn Samûray li bajarê Helebê ji dayik bû. Piraniya jiyana malbata wê li Helebê derbas bû. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Helebê kirin, malbatê koçî Kobanê kir. Malbata Zîn Samûray, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê yên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê êrîşî Kobanê kirin, vê carê derbasî bajarê Rihayê bû ji wir jî berê xwe da Amedê. Lê belê polîtîkayên zext û komkujiyên yên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê jî dibîne. Dibêje, divê li dijî van polîtîkayên dewleta û çeteyên DAIŞ'ê ew têbikoin û bi vî rengî tevlî nava refên gerîla dibe.
'PKK HÊVIYA AZADIYÊ YA GELAN E'
Zîn Samûray diyar kir, piştî ku tevlî nava PKK'ê bû jiyana wê ji gelek aliyan ve bi rengekî erênî guherî û got, "Jiyana gerîla bandoreke xurt li min kir. Jiyan û têkoşîna gerîla, bersiva li hêviyên azadiyê yên gel e. Berxwedana dîrokî ya fedayiyên gelê Kurd li dijî dewleta Tirk û hemû hêzên qetlîamker, hêviya daxwazên azadiyê yên gelan e. Ji ber ku gerîla ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo hemû gelên cîhanê bi taybetî ji bo gelên Rojhilata Navîn têdikoşin."
'BEDEWIYEKE BÊHEMPA'
Zîn Samûray hevrêtiya li nava PKK'ê weke bedewiyeke bêhempa pênase dike û li ser hevrêtiya li nava gerîla got, "Hevrêtiya li nava PKK'ê gelekî hêja ye û gava destpêkê ya jiyanê ye. Dema mirov dibêje heval, êdî her tişt disekine. Jiyan bi vê gotinê dest pê dike, bi vê gotinê diqede. Yanî hevrêtî tê wateya nêzîhevbûna herî xurt. Bi taybetî hevrêtiya li nava gerîla tê wê wateyê ku mirov ji xwe bêhtir li hevrêyên xwe bifikirin. Tê wê wateyê ku mirov ji bo hevrêyên xwe mirinê bidin pêş çavê xwe. Piştî ku min ev hemû di nava gerîla de dît, bi eşqeke mezin min xwe bi jiyanê û rastiyê ve girê da. Ji ber vê yekê hevrêtiya li nava PKK'ê ji bo min bedewiyeke bêhempa ye."
'LAZIM E GEL LI DORA PKK'Ê LI HEV BICIVIN'
Zîn Samûray anî ziman, hem li Sûriyeyê, hem jî li Tirkiyeyê wê dîtiye ku şîdeta li dijê di asta herî bilind de tê kirin û destnîşan kir, PKK'ê şoreşeke jinê afirand. Zîn Samûray da xuyakirin, nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê ketine meriyetê û şoreşeke jinê pêk hatiye. Samûray diyar kir, rizgariya hemû jinên cîhanê bi taybetî jinên Kurd, bi têkoşîna li nava refên PKK'ê dibe û bang li hemû jinan kir ku li dora PKK'ê li hev bicivin.
'DIVÊ EM XWEDÎ LI ŞOREŞA ROJAVA DERKEVIN'
Gerîlaya YJA Starê Zîn Samûray bang li gelê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê koç kiriye kir, ku li cih û warên xwe vegere û got, "Piştî ku tevlî nava refên PKK'ê bûm, min ev yek baş fêhm kir. Gelê Kurd ancax li ser axa xwe dikare bi rengekî azad bijî. Bila gelê me li ax, li welatên cuda li azadî û wekheviyê negere. Mirov li cihê lê winda kirine li azadiyê digerin. Weke gelê Kurd me azadî li Rojava winda kir û bi şoreşa Rojava re ji nû ve dît. Lewma divê em xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Lazim e gelê me destekê bide vê têkoşînê Girîng e gelê me yê ji Rojava koç kiriye li cih û warên xwe vegere û destekê bide têkoşîna azadiyê ya li Rojava. Jiyaneke azad bi vî rengî dikare bê afirandin û jiyîn."