'Divê gelê me yê Başûr hîn zêdetir ramanên Rêber APO fêhm bike'

Endamê Tevgera Azad Heqî Entab, 20’emîn salvegera komploya navneteweyî nirxand û got, “Rêber APO bi berxwedana xwe planên komplogeran têk biriye.

Entab, “Komploya navneteweyî 20 sal li pey xwe hiştin û dikeve sala 21’ê. Em dikarin bêjin ku Rêber APO bi berxwedan û têkoşîna xwe planên komplogeran têk birine. Berxwedana gelê Kurd, rastiya Rêber APO li hemû mirovahiyê daye fêmkirin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo nirxên mirovahiyê têkoşîna sedsalê dike û divê hemû mirovahiya rasteqîn xwedî li birêz Abdullah Ocalan derkeve.

‘BI BERXWEDANA RÊBER APO RE JIYANA AZAD MISOGER DIBE’

Entab di derbarê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî wiha got: “Fêmkirina armanca vê komployê gekek girîng e. Divê gelê Kurd xwe li gorî vê rastiyê tevger bike. Dema ku mirov armanca komployê fem bike, mirov dikare pêşketînên li Rojhilata Navîn diqewimin, hîn baştir fêm bike. Piştê ku komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û şûnde destwerdana hêzên Rojavayî û ya moderiteya kapitalist li ser Efganistan, Iraq û sala 2011’ê jî li ser dewletên Ereban pêk hat. Di nava van 8 salan de li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê şerekî mezin tê kirin. Di vî şerî de jî hem gelê Kurd, hem jî gelên Rojhilata Navîn gelek zererê dibînin. Mirov dikare bêje ku armanca komplogeran destwerdana li ser Rojhilata Navîn bû. Ji bona vê yekê jî xwestin hem Rêber APO, hem jî tevgera PKK’ê bê bandor bikin. Lewre ramanê Rêber APO li dijî moderniteya kapitalistî bû.”

Lê belê tevî hemû êrîş û plansaziyên hêzên hegemonîk û hevkarên wan ên herêmî jî Rêber APO, hêviyên jiyaneke nû û bernameyên nû pêşkêşî civakên Rojhilata Navîn kirine. Disa di nav PKK’ê de beranmeyên nû hatin çêkirin. Di nava gelan de ramanê Rêber APO hat pejirandin û ketina nava tevgerê de çêbû. Li çiyayên Kurdistanê gêrilalyên PKK’ê şerekî mezin li hemberî vê komployê kirin. Heya asteke mezin komplo hate valederxistin. Lê em nikarin bêjin ku bi temamî dawî bûye. Hê jî li ser gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd komplo berdewame.”

TECRÎT LI DIJÊ NIRXÊN MIROVAHIYÊN E

Entab bal dikêşe li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde diçe; “Ev tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, di heman demê de li ser nirxên mirovtiyê jî tê meşadin. Li her çar parceyên Kurdistanê ramanê Rêber APO tê qebûlkirin. Gelê me yê Başûr jî xwedî li ramanê Rêber APO derdikeve. Raperîna ku li şêledîzê pêşketî, mirov dikare bêje ku gelê me yê Başûr jî û yê Behdînanê jî rastiya ramanê Rêber APO baş fêm kiriye û di ferqa dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Ev planên dagirkeriya Tirk jî dê bi rihê berxwedana gelê Kurd bête valederxistîn.”

Enteb herî dawî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku zêdetir ramanê Rêber APO fêm bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê gelê me yê Başûr hîn zêdetir ramanê Rêber APO fêm bike. Rêber APO rêbazên çareseriya moderniteya demokratîk, bi bingehîn digire dest. Li hemberî dagirkeriyê rêbazên çareseriyê raber dike. Gelê Kurd dikare bi ramanê Rêber APO bigehêje azadiya xwe. Dewletên dagirker jî hemû di nava xwe de nakokî û lewaziyan dijîn. Ev tevger û hêzên ku li gel dagirkeriyê cih digirin, divê bêne şermezarkirin.

Di dawiyê de ez, di kesayeta rêheval Viyan Soran de hemû şehîdên şoreşê bibîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewênim.