'Divê em siberoja zarokên xwe radestî şexsekî nekin'
Li Qersê, di çarçoveya kampanya dengê NA de stant hatin vekirin û serdana esnafan hate kirin.
Li Qersê, di çarçoveya kampanya dengê NA de stant hatin vekirin û serdana esnafan hate kirin.
Stanta agahdarkirinê ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Arîfe Çinar, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cengîz Topbaş û rêveberên HDP-DBP'ê yên bajêr hate vekirin. Parlamenter Mehmet Emîn Adiyaman li vir peyivî û bang li gelê Qersê kir, ku xwedî li dengê xwe derkeve.
'YÊN KU GEFÊ LI GELÊ ME DIXWIN, WÊ HESAB BIDIN'
Adiyaman diyar kir, ji bo karibin di nava aştiyê de bijîn, divê ew çarenûs/siberoja xwe radestî şexsekî nekin û got, "Divê em bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Naxwe wê siberoja me, siberoja gelên me û zarokên me bikeve destê şexsekî. Tevî ku burokrasî di destê AKP'ê de ye û hewl dide vîna gele me dîl bigire jî, her burokratekî ku gefê li keyayan, li rûspiyan, li dikandaran dixwe, wê li pêşberî edaletê hesab bide. Pêwîste gelê me serî li ber gefên van netewîne, wê netewîne. Em bang li gelê xwe dikin, ku di 16'ê Nîsanê de biçe ser sindoqan, dengê xwe bide û xwedî li sindoqan derkeve."
Adiyaman piştre serdana esnafan kir û ji wan re qala girîngiya dengê NA kir.