'Divê em; gelê Kurd berpirsiyariyên xwe pêk bînin'

Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Urek bal kişand ser gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser wargeha Mexmûrê û diyar kir, ku êrişên tên kirin ji tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne cuda ye.

Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Urek di derbarê tecrîta girankirî ya li ser Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan, êrişên li ser tevgera azadiya Kurdistanê, berxwedana ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê yên Kudistanê têne kirin û gefên li ser Mexmûrê ji ANF'ê re axivî.

'TECRÎD LI SER TEVAHIYA MIROVÊN AZADÎXWAZ E'

Elî Urek bal kişand li ser tecrîda tegez a li Îmraliyê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha axivî: “Em di meha Tirmehê de ne. Meha Tirmehê di dîroka têkoşîna me de cihekî xwe yê taybet heye. Ji bo vê jî em şehîdên 14’ê Tîrmehê bi rêzdarî bibîr tînin û em dibêjin meşa 14’ê Tîrmehê e meşa birçiyên nan û av in. Meşa 14’ê Tîrmehê meşa kesên ku di mejî û dil de birçiyê azadiyê ne. Ji ber vê jî em ê bi dirûşmeya wan bigihin azadiyê. Ev misoger e. Li ser rêya ku wan nîşanî me dane, bi rêbazê berxwedanê ku wan nîşanî me dane em ê têkoşîna xwe bigihînin azadiyê. Heman demê 19’ê Tîrmehê em bi dil û can silav dikin. 14’ê Tîrmehê gavavêtina xilukandina destketiyên 19’ê Tîrmehê ye. 

Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî tê meşandin, di şexsê Rêbertî de ev tecrît li ser tevahî gelê Kurd û kesên azadîxwaz tê meşandin. Tecrîda ku niha tê meşandin ji komploya navdewletî ne qût e. Ew hewildanên ku dijmin dixwest di salên 2000’an de pêk bîne, piştî ku Rêbertî komployê vala derxist negihiştin armancên xwe.  Armanca hêzên nîjadeperet bi vê komployê li ser Kurdan pêkanîna komkujiyan bû, dixwestin di 2000’î vêya pêk bînin. Lê ji ber ku Rêbertî ev komplo vala derxist, rewş da guhartin ew hêzên nîjadperest nekarîn pilanên xwe pêş de bibin. Heman demê ji ber ku em gihiştine temambûna peymana Lozanê, ji bo car din bikaribin xakê belav bikin, ji bo netew-dewletên heyî bikaribin hebûna xwe sedsalekî din bidin meşandin yê ku li pêşiya wan dibu asteng tenê Rêbertî bû. Ji ber vê tecrîdekî herî girankirî li ser Rêbertî dan meşandin û armanca wan ew bû ku dengê Rêbertî ji gel û gerîla bidin qûtkirin ji bo bikaribin pilanên xwe yên sedsala 21’an de mîsoger bidin pêkanîn. 

Bêguman li vê derê divê mirov hemû hewildanên xwe hemû ked û destkeftiyên xwe ji bo Rêbertî jî bixe seferberiyê ji bo em bikaribin bi pêngava ‘Dem Dema Azadî Ye’ re bikin yek û pêşî li vê dagirkeriyê bigrin. Rêbertî rê û rêbazên têkoşînê, perspektîfên ku pêdiviyên me pê hene hemu dide. Heman demê ev 60 rojan derbas jî kir, ger dewleta Tirk bi hemu teknîka xwe ya pêşketî êrişî çiyayên Kurdistanê dike dixwaze pêşi li dagirkeriyê bigre, rûxmê ku çekên kîmyevî jî tên bikar anîn lê gerîlayên serdemê nahêlin dagirkerî pêş bikeve. Gerîla jî milê xwe de temam dike. Milê kû kêm dimîne gel e. Em weke gel çiqas ji bo pengavê bûne bersiv, çiqas me hewil daye ku berxwedana Rêbertî dide meşandin em çiqas bûne alîkar. Berxwedana gerîla di bin wan hemu şert û mercên herî zehmet de dimeşîne, rûxmê hemu zehmetiyan jî rê nadin ku dagirkerî pêş bikeve. Di vê aliyê de weke gel divê him em lêborîna xwe bixwazin ji Rêbertî û gerîla. Rêbertî û gerîla tiştên ku dikeve ser milê wan pêk tînin, heya niha jî pêk anîne. Lê ev bêdengiya heyî ya bi taybetî li Bakûr û Başûrê Kurdistanê de, dihêle ku dijmin di aliyê me de bigihe armancên xwe. Ji xwe di aliyê Rêbertî û gerîla de ne gengaz e bigihe armancên xwe. Divê weke gel helwestê me yê pir cidî li hemberî reşkirina tevgera me hebe.”

'DIVÊ YEKRÊZIYA GELÊ KURD ÇÊBIBE'

Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Urek di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku gelê Kurd bi yekrêziyê bi hêz e, encax dikare bi vî awayî xwe bigihîne serketinê û wiha berdewam kir; “Ger PDK’ê di piştê de çeperên gerîla digre ev bi xwe birakûjî ye. Gerîla li hemberî dagirkeran şer dike, ger PDK jî were di piştê de çeperên gerîla bigre ev birakûjî bi xwe ye. Pêşengên me jî bi vî rengî daxuyanî dan. Ger ji gerîla re alîkarî nayê dayîn, lê bila astengî jî neyê avakirin. Di nav Kurdan de şerê birakûjî hatiye heramkirin. Lê ji bo em fêm bikin ku şerê birakujî nayê meşandin, divê em bibînin ku çeperên gerîla nayê tengkirin. Di şerê DAIŞ’ê de partiya azadiya Kurd PKK’ê nehatiba li hemberî DAIŞ’ê şer nekiriba, li şûna vê ketiban pêy valatiya ku li Başûr çêbûyî, gelo hêzên Başûr wê bikariban li hemberî DAIŞ’ê şer bikin? Me serkeftina yekrêziya Kurd dît. Ji îro şûnde jî tê xwestin ku yekrêziya Kurd çêbibe em bi hev re bibin dengek, li hemberî vê dagirkeriyê rawestin. 

'MEXMÛR EYNIKA KURDISTANÊ YE'

Elî Urek bal kişand sekna gelê Mexmûrê yê berxwedêr ku ji ber qebulnekirina zilmê penaber bûne û got; “Bê guman em weke gelê wargeha Mexmûrê jî her tim parçeyek ji vê komploya xeternak ê li ser têkoşîna azadiya gelê Kurd tê meşandin in. Êrişên ku li ser tevgera azadiyê çêdibin, li ser Rêbertî tê pêkanîn heman demê li ser Mexmûrê tê pêkanîn. Ji ber ku Mexmûr eynikekî Kurdistanê ye. Hatina vê derê ya gelê wargehê yekemîn sedema neqebûlkirina zilmê bû, neqebûlkirina dagirkeriyê bû, neqebûlkirina îxanetê bû. Bi vê re girêdayî jî çend wargehên ku me guhartiye bi êrişên hatine pêkanîn û teklîfên hatine pêşkeşkirin di hemu deman de xwestine îrada me teslîm bigrin, me ji Rêbertî, ji nirxên me, ji têkoşîna me bidin qûtkirin. Îro jî rêgiriya ku ev du sal e tê meşandin bê guman girêdayî vê ye. Ev jî konseptek ji bo dîlgirtina gelê wargehê bû. Çawa ku em di meha Tirmehê de ne, di hemu mehan de jî pêşengên tevgera azadiyê bi rêbazên cûda tekoşîn dane meşandin. Me jî ew rêbazê berxwedanê ya tekoşînê me di nav xwe de kom kirine û em li ser vê tekoşîn didin meşandin. Ji ber vê weke Mexmûr me xwest em pêşengtiyê ji projeyên Rêbertî re bikin. Li ku dera Kurdistanê nexweşiyekê çêbuye me xwe weke şîrikê wê nexweşiyê dîtiye. Ev jî buye sedemên êrişkirina dijmin. Armanca dewleta Tirk ew e ku li ku derê Kurdê azad hebe Kurdê ku ji bo azadiyê têkoşîn dike hebe êriş bike.

Em penaberên siyasî ne. Ne penaberên ji bo birçîbûnê derketine. Bi koçberiya xwe şaristaniyek da avakirin. Bi şaristaniya xwe re jî pêşxistina ziman, çand, pêşxistina rûmetê me da çêkirin. Ji bo vê jî wê êriş çêbibin. Em ne xerîbê van êrişa ne. Lê ger weke bangawazî were kirin jî divê her kes bi erk û berpirsiyariya xwe rabe ji ber ku wargehek penaberan a siyasî bê parastin e. Armanca pergala kapîtalîzmê parçekirina xakê û avakirina nîjadperestî ye. Destdayîna berhemên civakî jî ji pêkanînên desthilatdariyê ye. Ya din jî her tim xwestiye bi tenduristiya civakê biliyze. Li hemberî vê Rêbertîjî di sê xalan de dibêje yekrêziya civakê, xwedî derketina keda xwe û civakek bi tendurist. Bi tabetî jî dibêje divê bi ehlaqê civakê neyê lîstin. Ji bo vê jî ev êriş çêdibin. ”

'DEMA KU DAÎŞ HAT, EW HÊZA KU ERŞAD SALIHÎ QALA WÊ DIKE LI KU BÛ?'

Elî Urek gefên li ser wargehê yên ku çend roj berê ji hêla Erşad Salihî ve hat xwarin nirxand û wiha got; “Êrişên ku îro ev Turkmen Erşad Salihî Mexmûrê weke hedef nîşan dide, weke kampekî terorîstan nîşan dide, mirov dikare li vê derê bangawazî ji bo Iraq’ê bike. Divê Iraq hişyariyekî xwe hebe. Ger Erşad Salihî weke hêzekî di destê xwe de nîşan dide û dibêje ezê êrişî Mexmûrê bikim gelo rawatiya vê hêzê li ku derê ye? Divê Iraq di vê milê de hişyar be. Diyar e ku destê îstîxbarata Tirk, ketiye nav hêzên Iraqê de. Divê Iraq ji demkî zûtirîn de li ser vê rewşê raweste. Dixwazin rewşek wisa ava bikin ku dewleta Tirk weke mudaxale were bikeve Kerkukê de. 

Weke gelê Mexmûrê rêya me ya li ser Hewlerê hatiye qûtkirin. Çuyîna milê Kerkuk û cihên din heye. Ji îro şûnde çi bûyerekî li pêşiya hemwelatiyên wargehê rû bide, çi êrişek li ser wargehê were pêkanîn di van rêyan de, kûjer diyar e Erşad Salihî ye. Erdoxan jî bi vê zimanê got û piştre êriş kir. Erşad Salihî jî wisa gefan dixwe. Divê li ser vê rewşê were sekinandin. Ev şîrikê DAIŞ’ê ne. Dema DAIŞ hatî ew hêza ku Erşad Salihî qala wî dike li kû derê bû? Ew hêz ya ku êrişî me dikir bû. Ew DAIŞ bû û êrişî me dikir.”

'JI BO YEKRÊZIYA KURD EM AMADE NE'

Elî Urek di dawiya axiftina xwe de anî ser ziman ku yekane serkeftinê avakirina yekîtî ye û gotinên xwe wiha bidawî kir; “Em dûbare bang li hemu gelê Kurd dikin demek ji demek zûtir li hemberî vê dagirkeriyê raweste, bi pengava Dem Dema Azadiyê Ye bikin yek. Em ji bo xwe, ji bo rêya Mexmûrê were vekirin bangawazî nakin. Lê ger bê xwestin weke komekî aşîtiyê, ji bo pêşxistina diyaloga di navbera PKK’ê û PDK’ê de em amade ne ku biçin yekrêziya Kurd bidin çêkirin.”