‘Divê di navbera pêkhateyên Kerkûkê de hêzeke hevbeş were avakirin'

Parlementera Kurd a Kerkûkê Elmas Fazil got: “Ji bo parastina Kerkûkê divê bi lez ji pêkhateyên bajêr hêzeke hevbeş bê çêkirin.”

Endama Fraksiyona Yekitî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Elmas Fazil a li Meclîsa Nûneran a Iraqê got: “Di nava 3’ê salên derbasbûyî de em dibînin ku parastina rewşa ewlekariya Kerkûk, qeza û navçeyên derdor ji aliyên artêşa Iraqê ve bi awayekî serketî nehatiye pêkanîn. Bi eşkere li çend cihên Başûrê bajêr liv û tevgera çeteyan têne dîtin, ew jî bûye sedemê nerehetiya rewşa ewlehiya bajêr.

Li gorî gotinên endama Meclîsa Nûneran a Iraqê Elmas Fazil, Kerkûk bajarekî wisa ye ku gelek pêkhate tê de hene û nabe ku ji aliyê netewe û hêzeke ewlekariyê were birêvebirin.

Tevî daxwaza çêkirina hêzeke hevbeş a di navbera pêkhateyên Kerkûkê de, Elmas Fazil ragihand: “Me daxwaz ji Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê kiriye ku bi hevsengî û bi lez ji pêkhateyên bajêr hêzeke hevbeş çêbikin. Her wiha ev yek jî li gorî rêjeya rûniştvanan û rêjeya hilbijartinê divê were kirin.”