'Divê desthilata ku piştgirî dide dijminê gelê Kurd ji dîroka Kurdistanê bê rakirin'

Namzetê Tevgera Helwest ê Dihokê Bedel Berwarî bal kişand ser girîngiya hilbijartina li herêmê û got, divê desthilata ku piştgirî dide dijminê gelê Kurd ji dîroka Kurdistanê bê rakirin.

Hilbijartina ji bo diyarkirina Parlamenta Herêma Kurdistanê ya serdema 6'an îro bi dengdana taybet a hêzên ewlekariyê destpê kir. Yek ji namzetên Tevgera Helwest ê rêza 1’emîn ê Dihokê Bedel Berwarî, li ser mijarê ji rojnamevanê rojnameya Ronahî re Argêş Gewda re axivî.

‘EV HILBIJARTIN NE TENÊ DI NAVBERA DU ALIYAN DE YE’

Endamê Tevgera Helwest Bedel Berwarî, da xuyakirin ku ew pir girîngiyê didin hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê û wiha dest bi axiftina xwe kir,  “Pêş dîtina me, ya ji bona hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê yekem care ku hilbijartinek wisa bêalî derbas dibin. Yekem  care hilbijartin serbixwe bê ku ti alî bandor bikin tên rêve birin. Ev hilbijartin, ne tenê hilbijartinek ji rêzê ye, hilbijartinên hebûn û tinebûna Başûrê Kurdistanê ne. Em hewl didin ku hejmareke mezin ji gelê Herêmê deng bidin. Ji bo ev desthilatiya ku piştgirî dide dijminê gelê Kurd, ji dîroka Kurdistanê bê rakirin, ked tê dayîn."

‘PDK’Ê Û DEWLETA TIRK A DAGIRKER NAXWAZIN HILBIJARTIN PÊK WERE’

Berwarî, axaftina xwe wisa domand, “Di van hilbijartinan de ji bo Silêmanîyê 38, Hewlêrê 34, Dihokê 25 û Helepçe jî 3 kursî hatin diyar kirin. Li Hewlêr û Silêmaniyê jî 2 kursî ji bona Tirkmen û Xiristiyanan hatine dayîn. PDK’ê ji bona desthilata wê têk neçe, serî dekûdolaban dide. Nezî 250 hezar dengdar navê wan ji lîsteya dengdaran hatin derxistin. Dewleta Tirk a dagirker jî gelek bajarên Başûrê Kurdistanê ji bona PDK’ê deng kom dike. Ev hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk bi awayekî eşkere radixe ber berçavan.”

‘PDK’Ê JI BONA LÎSTIKA XWE BIDOMÎNE PKK’Ê DIKE HINCET’

Berwarî, da xuyakirin ku bi ti awahî PKK’ê tevlî hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê nebû ye û axiftina xwe wisa qedand, “Lîstokên PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker bi gotina PKK’ê tevlî hilbijartinên parlamentoyê dibe, ne rast in. Ev hewldanên têkbirina ewlehiya Herêma Kurdistanê ye. Em rê nadin vê yekê, ev propaganda ne rast in. Hejmara kursiyên PDK’ê berê 38 bû, hilbijartinên dawî de hejmar man 14 kursî. Ev êdî têkçûyîna xwe bi derevan digirin. Lê ruxmê her cure propangadayan jî em ê hewl bidin ku gelê me dengê xwe bikarbîne.“