'Divê ciwan bes bibin xulamê sîstemê'

Çayan Koçgirî ku di dema leşkeriya dewleta Tirk de ji ber zextên nîjadperestiyê tevlî nava PKK'ê bû, bang li ciwanan kir ku bes xulamtiyê ji sîstemê re bikin.

Gelek ciwanên ku ji neçarî diçin leşkeriya dewleta Tirk, ji ber zext û êrîşên nîjadperestî yên li wan tên kirin, berê xwe didin nava refên gerîla. Gerîlayê HPG'ê Çayan Koçgirî li ber zext û êrîşên nîjadperestî yên di dema leşkeriyê de lê hatin kirin rabû û tevlî nava refên PKK'ê bû. Gerîla Çayan ku bi xwe Tirkmen e, ji ANF'ê re qala zexta li leşkeriyê lê hate kirin û dema tevlîbûna li nava refên gerîla kir.

Çayan Koçgirî sala 1992'an li Sêwasê ji dayik bû, li Stenbolê li nava malbateke Elewî û demokrat mezin bû. Koçgirî ku bi eslê xwe Tirkmen e got, "PKK li ber çavên min timî tevgereke bû ku li dijî dewleta Tirk têdikoşiya. Nakokiyên min hîn di dema zarokatiyê de dest pê kir. Tevlî nava çalakiyan jî dibûm. Di asta sempatiyê de tevlî dibûm. Min cihê xwe di nava Tevgerê Şoreşgerî yên Tirkiyeyê de cih digirt. Her ku nakokiyên min zêde bûn û ji aliyê şoreşgerî ve serwext bûm, gelek tevgera bi min lîberal dihat."

Koçgirî diyar kir ku piştî rûdana komkujiya Roboskî wî têkilî bi PKK'ê re danî û wiha dewam kir: "Çend caran hatim destgîrkirin. Herî dawî ji doza PKK'ê hatim destgîrkirin û bi vê yekê re malbat êdî bi rengekî cuda nêzîk bû. Malbatê ji min re got ku dema leşkeriyê hatiye û ez bi zorê şand leşkeriyê. Bi min tiştekî ecêb bû ku bûbûm leşkerekî olîgarşî û rêxistineke çete ya ku li dij têdikoşiyam. Lê belê alternatîfeke din tine bû. Dadgeha min jî hebû. Ji neçarî çûm."

EGER DORPÊÇIYA GERÎLA MEHEKE DIN DEWAM BIKIRA, WÊ HEMÛ QEREQOLA VALA BIBÛNA

Çayan Koçgirî da xuyakirin ku piştî acemîtiya li Samsûnê, ew li Colemêrg Geverê hate wezîfedarkirin û got, "Mîna ku henek kiribûn. Sal 2012 bû. Demeke welê bû ku şer gelekî giran bû. Hin hevalên min ên li taxa me tevlî nava refên gerîla bûbûn. Ez jî di nava lêgerîneke wiha de bûm. Lewma weke leşkerekî çûyîna Colemêrgê gelekî bi zora min çûbû. Dewleta Tirk sala 2012'an îflas kiribû. Welê lê hatibû ku nema dikarîbû erzaqê bibe qereqolan. Eger dorpêçiya gerîla meheke din dewam bikira, wê hemû qereqol biterikanda. Ji bo dewleta Tirk pêvajoyeke gelekî giran bû. Konvoy nikaribûn tevbigeriyan. Ji bejahî ve bi temamî tevizîbûn.

LEŞKERÊN KU ÇAV LI WAN ÇIYAYÊN BILIND ÊN COLEMÊRGÊ DIKETIN, JI TIRSA DICIRIFÎN

Ez çûm Navenda Komkirinê ya Qebûlkirinê ya Xarpêtê (KTM). Normal, zêde nedisekinandin. Lê belê wê wextê ji ber ku dewletê îflas kiribû, konvoyeke bi tenê jî nikarîbû derketibûna derve. Li ser rêya bejahî ya çewlikê li dijî konvoyekê çalakiya gerîla bûbû. 110 leşker miribûn. Tirseke gelekî mezin ketibû dilê leşkeran. Dema me xwe gihand pêşiya Colemêrgê, leşkerên çav li wan çiyayên bilind diketin, ji tirsa dicirifîn. Gever hinekî din berî bû. Dilê leşkeran hinekî rehet bû. Digotin, 'eger çiya tine be, gerîla jî tine ye'. Lê belê li vê derê jî gerîla timî çalakî dikirin. Nayê bîra min bê wê wextê min çend cenazeyên leşkeran rakir. Min bi xwe dît bê leşker çawa direviyan."

TIŞTÊN KU MEDYA DIBÊJE CUDA YE, RASTÎ CUDA YE

Gerîla Çayan Koçgirî destnîşan kir ku ti tişt mîna ku medya nîşan dide nîne û wiha pê de çû: "Min bi xwe dît. Ji we re jî qalê bikim. Beriya aliyê leşkerî, ew xwe bê îrade dikin. Dema ku nû dikevin hundir, gotineke wan heye. Dibêjin, 'tu yê mejiyê xwe li derveyî nîzamiyeyê bihêle'. Hemû şêweyên sixêf, nêzîkatiyên nebaş û li derveyî mirovahiyê ku mirovan bê îrade dikin di nava sîstema wan de hene û ev yek jî qebûl kirine. Ez timî li ser difikirîm û min got, 'gelo dema ev êvarê diçin malê, çawa dikarin li cem zarokên xwe bisekinin'. Payebilindek timî sixêfan li wan dike. Yên herî neteweperest jî bûn sixêf li dewletê dikirin. Niha radibin di medyayê de dinepixînin. Leşker li pêş kamerayê qala welat, milet dike. Lê piştî ku kamera tê girtin dest bi sixêfan dikin."

LEŞKERAN BI TAYBETÎ LI DÎMENÊN GERÎLA TV TEMAŞE DIKIRIN

Çayan Koçgirî bal kişand ser derewên rayedaran ên li ser şer û got, "Wê wextê ji bo her şerekî digotin 'me ewqas terorîst kuştin', lê leşkeran ji wan bawer nedikirin. Mesela, tevî ku helîkopterên Kobra qet ranebûn, digotin, me çiqas Kobra rakirine. Hablûkî me didît, hemû Kobra li ber me bûn. Leşkeran ev hemû didîtin.

Bi taybetî li dîmenên çalakiyan ên di Gerîla TV de dihatin weşandin temaşe dikirin. Û derûniya leşkeran hîn bêhtir têk diçû. Baweriya wan bi teknîkê nemabû. Dewlet beriya şer bê îradebûnê li ser leşkerên xwe ferz dikir. Mesele, meseleya Kurd-Tirk nîne. Ew li dijî cewhera mirovan e. Sedema hebûna dewletê jî tinekirina hemû başiyan e."

DAYIK DIKARIN LEŞKERÊN NÛ BÎNIN, LÊ NIKARIN KOBRAYÊN NÛ BÎNIN

Koçgirî mînakeke din da û got, "Di dema Şehîd Reşît de, payîzê li Xapûşkê operaysonek bû. 3 leşker birîndar bûn. Leşkeran wê wextê alîkarî xwestin. Dewlet nediçû leşkerên xwe rake. Wê wextê wan leşkeran sixêf dikirin û digotin, 'hûn çima bi alîkariya me nayên'. Yanî nêzîkatiya dewletê ya li hemberî leşkerên xwe wiha bû. Piştre helîkopterek rabû ji bo wan bîne. dema ku xwe datanî gerîla li helîkopterê dan. Helîkopter vegeriya, nava wê tijî xwîn bû. Me cenaze daxist. Dev ji herêma ku gerîla kontrol dikir berda û vekişiya. Piştre Kobra rabûn û bombe li herêma vala barandin. Nêzîkatiya wan timî bi vî rengî bû: 'Dayik dikarin leşkerên nû bînin, lê nikarin Kobrayên nû bînin'."

Li ser mirina 'bi guman' a leşkeran li leşkeriyê jî Çayan Koçgirî got, "Carekê ciwanek li cem me mir. Gotin ku 'mirina bi guman a leşker' e. Lê me hemûyan zanîbûn ku hatiye kuştin."

BIRYARA TEVLÎBÛNÊ LI NAVA REFÊN PKK'Ê

Çayan Koçgirî di nava 10 mehên leşkeriyê de wî têra xwe gelek tişt dît û got, "Wê wextê min ji xwe re got, 'dem dema derketinê ye'. Naxwe heta dawiya emrê xwe ez ê bibûma mirovekî dilsozê malbatê û ji aliyê dewletê ve hatiye terbiyekirin. Min xwe deyndar didît. Wê demê Şehîd Sara şehîd bû. Dema ku min di televîzyonê de dît, gelekî bandor li min kir. 'Pêvajoya çareseriyê' dest pê kiribû. Rêbertî bang kiribû. Min wê demê partî baş nas nedikir, lê belê min xwe li vekişîna gerîla ranedigirt."

Koçgirî anî ziman ku wê demê wî daxwaza betlanyê kir û got, "Pêvajoya çalakiyên Gezî bû. Atmosfereke şoreşê hebû. Berkîn Elvan ji taxa me bû. Wê wextê min got, 'dem ev dem e, ez ê li leşkeriyê venegrim. Divê em bersivê bidin banga Rêbertî'. Ji xwe pêvajoya Rojava dest pê kiribû. Dewlet Tirk şer biribû Rojava. Piştre tevlî nava PKK'ê bûm."

Çayan destnîşan kir ku sîstema nava PKK'ê û ya artêşa Tirk gelekî ji hev cuda bûn got, "Li nava leşkeriyê ji bo 15 meh biqedin, mirovan roj dijmart. Lê belê li nava gerîla rewş ne wiha ye. Dilsozî û manewiyat heye. Armancek heye. Têkoşîna ji bo gelên bindest heye. PKK derya ye."

'DIVÊ CIWAN BES BIBIN XULAMÊ SÎSTEMÊ'

Di dawiya axaftina xwe de gerîla Çayan Koçgirî işaret bi zext û zordarî û komkujiyên dewleta Tirk ên dema dawî kir û got, "Mirov êdî dengê xwe dernaxînin. Pêwîste her kes hîn bêhtir dengê xwe derxîne. Banga min ne tenê li ciwanên Kurd e; bang li hemû ciwanên li Tirkiyeyê dikim. Cihgirtina li nava sîstema yek tîpî, koledariya li cihekî bê îrade ye. Divê hemû ciwan leşkeriya Tirk red bikin û tevlî nava refên gerîla bibin. Ji ber ku gerîla ne tenê ji bo Kurdan têdikoşe, ji bo hemû gelan têdikoşe. Divê êdî ciwan nebin xulamê sîstemê."