‘Divê Bradostî berî demekê were berdan’

Rojnamegerên li Hewlêrê daxwaz kirin ku Zûber Bradostî berî demekê were berdan.

Nûçegihanê Rojnewsê Zûber Bradostî roja 21’ê Tîrmehê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû destgîkirin û ev 16 roj in bi awayekî keyfî tê girtin. Rojnamegerên li Hewlêrê ji RojNewsê re axivîn û daxwaza berdana Bradostî kirin.

Nêrînên rojnamegeran wiha ye;

Nûçegihanê NRT TV yê Hewlêrê Hêrîş Qadir: Destgîrkirina rojnameger Zubêr Bradostî berevajiyê yasaya rojnamegeriyê ye, ji ber ku li gorî yasayê rojnameger tên parastin û hertim jî di dadgehê de amadene. Êrîşê da zanîn ku wisan diyare dezgehên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê nahêlin dozên rojnamegeran di çarçoveya dadgehê de bên zelal kirin û got; “Beriya wê binçav dikin, ji bo vê em wek rojnameger, destgîrkirinên  bi vî awayî şermezar dikîn. Em bang dikin ku hemû rojnameger li gorî yasayê werin dadgeh kirin.

Rêveberê KNN TV Hewlêr Hejar Enwer: Zêdetirî 10 sale li Herêma Kurdistanê, çi dema ku rojnamgerek tê binçavkirin, destê hizbek tê de heye. Ya ku niha li hemberî Zubêr Bradostî tê kirin, dozek hizbî, destgîrkirinek hizbî û bêdeng kirinek hizbî ya li hemberî rojnamegerane. Ji ber ku Zubêr Bradostî karek berevajiyê karê rojnamegeriyê nekiriye. Diyare PDK nikare nikare dest bide rojnamegerek xwe ku rojane bi rêya hinek nûçe û zanyariyan metirsî dixin ser rewşa ewlekarî ya Herêma Kurdistanê. Lê dest di avêje kesên ku karê rojnamegeriyê dikin û rojane dengê xelkê radigihînin.