'Divê bala me li ser mijara neteweyî û niştimanî be'

Çalakvanê Siyasî Şurkrulah Heme Emîn anî ziman ku divê kar li ser hişyariya gel a li ser mijara netewî û niştîmanî be û got: "Divê xelk li dijî siyaseta dagirkeriyê dengê xwe bilind bike."

Bi zêdebûna êrişan re helwestên civakê û kesayetan jî her diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de Çalakvanê Siyasî Şurkrulah Heme Emîn bal kişand ser rola rewşenbîran a li ser civakê û destnîşan kir ku ne tenê rola rewşenbîran divê her kes civakê li ber dagirkeriyê hişyar bike û mijara netew û niştiman esas bigire.

Emîn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan re xakê dagir dike û nasnameya netewî tine dike. 

‘SIYASETA ŞAŞ XELK BÊ HELWEST KIRIYE’

Çalakvanê Siyasî Şurkrulah Heme Emîn bal kişand ser siyaseta desthilata Başûr û bandora li ser civakê û got: “Yek ji sedemê esasî yê bêdengiya li ber êrişên dagirkeriyê, para xwe ji siyaseta şaş a bi salan e ku aliyên siyasî yên Kurdistanî wisa li xelkê kir, pirsa netewî û niştimanî nemîne, her wiha jinavçûna nasnameya netewî pir wisa girîng nebe, her wiha xaka wê bê dagirkirin bê helwest bimîne. Xelk ji bo ji vê sîstema ku bi xwîna xwe ew anî ser hikûm rizgar bibe, li ber dagirkeriyê jî bêdeng dimîne.”

‘DIVÊ RASTIYÊ BIGIHÎNIN GEL; EM DI BIN NÎRÊ DAGIRKERIYÊ DE BIN HEBÛN NAMÎNE’

Emîn qala rola rewşenbîran jî kir û wiha domand: “Li vir rola rewşenbîran ew e ku vê rastiyê bigihîne xelkê. Pirsa netewe û welat ji pirsa desthilatê cuda ye. Divê em hemû bizanin mijara dagirkerî û jinavbiran nasnameya netewî û welat, bi siyaseta desthilatê ve girê nedin. Em van xeteriyan nîşanî gel bidin, eger em li bin nîrê dagirkeriyê bin hebûna me namîne. 

‘LI BER MIJARA NETEWÎ Û NIŞTÎMANÎ HIŞYAR BIN’

Ji bo vê divê hemû kar li ser hişyariya gel a li ser mijara netewî û niştîmanî be. Xelk li ber siyaseta dagirkeriyê dengê xwe bilind bike. Rê nede ku nasnameya netewî ku heta niha bi xwînê hatiye parastin, wisa bi hêsanî bên dagir nekin. 

PÊŞENGTIYÊ BIKE,PÊŞIYA DAGIKERIYÊ BISEKINE Û RÊ NÎŞANÎ XELKÊ BIKE’

Hişyarkirina gel tenê bi rewşenbîran nabe. Rewşenbîr divê pênşengtiyê bike. Rewşenbîr kîjan rê guncave ji bo li pêşiya dagirkeriyê rawest e, nasnameya netewî tê tinekirin, rêya parastinê nîşanî xelkê bide. Divê gel jî piştevaniya rewşenbîr û daxwazên tên kirin bike. Merc nîne tenê bi çek rû bi rûyê dagirkeriyê bibî, şêwaz gelek in, rewşenbîr dikarin pêşengtiya wê bike ku li ber dagirekeriyê rawestin.”