'Divê Îmrali bê girtin!'

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêhiqûqî ye û got, "Girtîgeha Îmraliyê divê bê girtin."

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku heta tecrîd ji holê neyê rakirin û polîtîkayên şer neqedin, qala demokratîkbûna Tirkiyeyê nikare bê kirin.

Turkdogan diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in lê dîlgirtî ye, qanûn bi cih nayên anîn û got, "Nepêkane ku mirov bêjin li Girtîgeha Îmraliyê qanûn û hiqûq bi cih tê anîn. Li mirovekî ku bi ti awayî nahêlin parêzer wî bibînin biryara qedexeya hevdîtina parêzeran dibirin. Bi rastî jî nayê fêhmkirin. Bila Wezareta Edaletê vê îzah bike ku em jî fêhm bikin. Beriya her tiştî divê Girtîgeha Îmraliyê teqez bê girtin. Li herêmeke qedexekirî ya leşkerî nabe ku girtîgeheke bi ewlekariya bilind a Wezareta Edaletê hebe. Eger girtîgeheke wiha hebe wê demê divê ne di nava herêma leşkerî de be. Eger ev yek girtîgeheke bi tîpa F be hingî çawa ku li girtîgehên din em dikarin muwekîlên xwe bibînin, çawa ku malbat dikarin girtiyan bibînin heman tişt divê li wir jî bibe. Tişta ku bi salan e em dibêjin ew e ku divê Girtîgeha Îmraliyê teqez bê girtin."

Turkdogan bal kişand ser raporên CPT û destnîşan kir ku divê dawî li tecrîdê bê anîn.

Turkdogan bi bîr xist ku girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê ragihandin ku wê 27'ê Mijdarê dest bi grevên birçîbûnê bikin, ku ev yek wê encamên giran bi xwe re bîne.

Turkdogan diyar kir ku di Mijdara 2018'an de bi greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven re 3060 girtî ji girtîgehên Tirkiyeyê tevlî bûn, di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û got, "Di encama vê yekê de desthilatdariya siyasî di vê mijarê de gav avêt û tecrîd hate rakirin. Lê belê ji meha Tebaxê ve ji nû ve tecrîd hatiye ferzkirin. Ji bo desthilatdariya siyasî vê soza xwe bi cih bîne û bêhiqûqiyê bi dawî bike, girtiyan biryareke bi rîsk ji nû ve dan. Rîska herî mezin jî ew e ku bi greva birçîbûnê re berxwedêriya bedena girtiyan lawaz bibe û nexweşî li wan der bibin. Ji bo jiyana girtiyan nekeve metirsiyê divê Wezareta Edaletê tavilê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bike. Divê Abdullah Ocalan û 3 girtî karibin malbatên xwe û parêzeran bibînin. Divê Tirkiye êdî ji wê rewşê rizgar bibe ku xwe dubare dike."