NÛ BÛ

NÛ BÛ- Dîsa Zap, dîsa têkçûn: Artêşa Tirk vekişiya

HPG’ê diyar kir ku operasyona dagirker a artêşa Tirk a ku di 16’ê Hezîranê de li hemberî Zapê hatibû destpêkirin, li hemberî berxwedana gerîlayan bi paş ve hatiye kişandin. Di çalakiyan 142 leşker hatine kuştin û 18 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk, ku ji 16'ê Hezîranê û vir ve li herêma Zapê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyona dagirkeriyê dimeşîne, ji ber berxwedana bi heybet a gerîlayan 23 roj şûnde neçar ma xwe vekişîne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Operasyona dagirker a artêşa Tirk a dagirker ya ku di 16’ê Hezîranê de li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastina Medyayê dabû destpêkirin, piştî şerê giran ê 23 rojan ji neçarî bi paş ve hatiye kişandin.

Di 16’ê Hezîranê de saet di 21.45’an de operasyona dagirker hatiye destpêkirin. Di vê saetê de xwestin Qela Bedewê, Girê Şehîd Mûnzûr û Şehîd Xeyrî û gundê Gijnê yê li Başûrê Kurdistanê dagir bikin û rastî berxwedana hêzên me hatin.

Li hemberî Wesayîtên Hewayî yên Bêmirov, balefirên şer, helîkopterên kobra û fuze û tank û topan hêzên me bi vîneke mezin li kozikên dijmin dane. Hêzên dijmin ên ku li ser hev darbe xwarine negihiştine armanca xwe û li hemberî tarza fedaî ya hêzên me têk çûne.

Artêşa Tirk a dagirker ji 8’ê Tîrmehê heta 9’ê Tîrmehê saet 02.00’an ev qadên hanê bomberdûman kiriye û ji neçarî leşkerên xwe bi helîkopterên skorskyê ji qadê derxistiye.

Gerîlayên me di 23 rojan de 69 caran leşkerên dijmin kirine hedef, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 142 leşkerên dijmin hatine kuştin, 18 leşkerên dijmin birîndar bûne û 2 helîkopterên skorsky jî derbe xwarine.

Di van operasyonan de 6 hevrêyên me yên qehreman yên ku bi tarzekî fedaî li hemberî vê operasyona dagirker û teknîka dijmin şer kirine, gihiştine şehadetê.”