Dîroka artêşa Tirk: Leşkerên xwe bi saxî şewitand, bi mayînan ew qetil kir

Artêşa Tirk a ku li Zapê cenazeyên leşkerên xwe şewitandin, di sala 2011’an de li Farqînê jî 13 leşkerên xwe bi saxî şewitandibû. Di sala 2009'an de li Çelê di encama teqîna mayineke ku ji aliyê Fermandarê Tûgayê ve hatibû bicîkirin 7 leşker miribûn.

Artêşa Tirk ji 14’ê Nîsana 2021’an û vir ve di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Zap, Metîna û Avaşînê de, bi bikaranîna her cure çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîlayên Azadiya Kurdistanê hewl dide encamekê bi dest bixe. Artêşa Tirk a dagirker jî li dijî leşkerên xwe rêbazên hovane bi kar tîne. Dîmenên ku artêşa Tirk li herêma Berxwedana Girê Cûdî di 11’ê Îlona 2022’an de li rojavayê Zapê cenazeyên leşkerên xwe dişewitîne,di ANF’ê de hatibûn weşandin.

Artêşa Tirk ji bo nekeve destê hêzên gerîla, cenazeyên leşkeran dişewitîne, ji zinaran davêje yan jî bi balafiran bombe dike. Lê belê ev ne cara yekem e ku artêşa Tirk van rêbazên hovane li dijî leşkerên xwe bi kar tîne. Di vî warî de du mînakên herî balkêş hene, yek jê di sala 2009’an de li Çelê û ya dn jî di sala 2011’an de li Farqînê pêk hatibû.

FERMANDARÊ TÛGAYÊ: MIN EW MAYÎN XIST WIR

Li navçeya Çelê Colemêrgê di 17’ê Gulana 2009’an de saet di 23.30’an de di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de, teqemeniyek hate teqandin û  7 leşker mirin. Serfermandariya Giştî ya dewleta Tirk îdia kir ku mayîna ku li bejahiya Gundê Kavşakê di dema "kontrola li nav bejahiyê" de teqiya, ji aliyê hêzên PKK'ê ve hatiye bicihkirin.

Dema ku serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Hevserokê DTP’ê Ahmet Turk re wê hevdîtinek bikira ev teqîn pêk hatibû. Jixwe Erdogan di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de gotibû ku ji ber teqîna mayinekê li Çelê wî dev ji hevdîtina bi DTP’ê re berdaye. Di heman rojan de piştî bûyera li Çelê di encama weşanên provokatîf ên rojname û televîzyonan de, li metropolên Tirkiyeyê li dijî Kurdan lîncê dest pê kir.

Lê HPG'ê piştî teqînê ragihand ku ti eleqeya wan bi teqînê re tune. Mayînên antî personel ên ku bûne sedema teqînê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve nedihatin bikaranîn. Di rastiyê de, PKK’ê di sala 2006’an de bi îmzekirina Peymana Genava Call bikaranîna mayînan bi awayekî yekalî bi dawî kiribû.

Piştî çend mehan derket holê ku mayîna antî personel a bi tîpa M2-A4 a ku bûye sedema teqînê, ya artêşa Tirk e. Di Tebaxa heman salê de li ser înternetê qeydeke deng hate weşandin û hate fêmkirin ku ev mayîn ji aliyê Fermandarê Tûgayê Tûggeneral Es ve hatiye danîn.

Axaftina bi telefonê ya di navbera fermandarê tûgaya Çelê Tûggeneral Zekî Es û fermandarê tumena Colemêrgê Tumgeneral Gurbuz Kaya wisa bû:

Z.E: Fermandarê min, mixabin ne ew cure ye ku ji dûr tê teqandin. Mixabin.

G.K: Wa?

Z.E: Erê fermandarê min. Ji dûr ve nayên sazkirin. Tu dizanî ji bo parastina wan, ji ber ku ev li vir ditengijin, min da ber çavê xwe û hatim. Min bi xwe bi cih kir. Ez hemû berpirsyariyê werdigirim.

G.K: Em hemû werdigirin. Di wî warî de fikarên me tune.

Z.E: Ji bo ku ez van zarokan biparêzim, min bi cih kiribû.

YEKÎTIYA EWROPAYÊ WÊ MAYÎNÊ DIXE STÛYÊ PKK’Ê

Serdozgeriya Komarê ya Wanê ku li ser vê qeyda deng lêkolîn kir, destnîşan kir ku mayîn ji aliyê Enstîtuya Kîmyaya Mekanîk (MKE) ya ku ji bo artêşa Tirk cebilxaneya leşkerî çêdike hatiye çêkirin û ji aliyê fermandariya Serfermandariyê ve hatine danîn. Serdozgeriyê ji Tûggeneral Zekî Es û efserên din ên artêşa Tirk xwest ku bi sûcê "ji îhmalê bûye sedema mirina gelek kesan" bên cezakirin û ji ber ku sûc di çarçoveya qanûnê rayeya leşkerî de ye û dosya şandin Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî.

Dozgerê Leşkerî yê artêşa Tirk li ser dosyaya amadekirî ji Es re heta 25,5 salan cezayê girtîgehê xwest. Li aliyê din Dadgeha Leşkerî ya Serfermandariya Giştî ji ber sûcê 'ji îhmalkirina gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes birîndar bûn' 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Es birî û hikum paşv e xist. Zekî Es ê ku demekê di girtîgehê de ma û piştre hat berdan, di sala 2013'an de di Civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind de weke ku tiştek nebûye, bi îmzeya Erdogan teqawît bû.

Di vê navberê de, her çend hate eşkerekirin ku mayîna li Çelê ne aîdî HPG'ê ye û ji aliyê fermandarê tugayê yê li herêmê ve hatiye çandin jî, Yekîtiya Ewropayê ev bûye kir hinceta ku PKK’ê têxe nav ‘Lîsteya rêxistinên terorîst’

LI FARQÎNÊ LEŞKER BI SAXÎ HATIN ŞEWITANDIN

Artêşa Tirk di sala 2011’an de vê carê li bejahiya navçeya Farqînê ya Amedê rûyê xwe yê hovane nîşanî leşkerên xwe da. Di 14'ê Tîrmeha 2011'an de dema ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) amadekariya îlankirina projeya 'Xweseriya Demokratîk' dikir a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû amadekirin, derket holê li Farqînê 13 leşker mirine.

Hat ragihandin ku di şewata ku li bejahiya Gundê Dolapdere ya Farqînê di encama bombeyên destan ên gêrîlayên HPG'ê de li qada daristanê ket de leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Bi vê bûyerê re, dema ku daxuyaniya dîrokî ya Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk a wê rojê hatibû sabotekirin, piştî çend rojan derketibû holê ku di şewata ku di encama bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker de, 13 leşker bi saxî şewitîne.

Daxuyaniyên cerdevanekî ku di 15'ê Tîrmeha 2011'an de ji ANF'ê re axivî, bi lez û bez bû mijara rojeva Tirkiyeyê û eşkere kir ku berpirsyarê vê bûyerê artêşa Tirk e.

“Ev 3-4 roj bûn operasyon berdewam kirin. Nêzîkî Şêlima nîvrokî me ji cîhazê bihîst ku şer çêbûye. Lê em neçûn herêma şer. Piştî pevçûna li Şêlima, komando û leşkerên din ên çûn herêmê jî ketin şer. Li her derê dengê çekan dihat bihîstin. Piştre du balafirên şer li herêmê geriyan. Piştî ku ber bi Farqînê ve çûn, dîsa vegeriyan û qad bomberdûman kirin û vegeriyan. Piştî bomberdûmanê de leşkerên rayedar di cîhazê de çêr dikirin. Paşê me dît ku şewateke mezin çêbûye. Ne pêkan e ku bombeyeke destan agir bi qadê bixe, nikare 13 leşkeran bikuje jî.”

FERMANDARÊN BERPIRSYAR BERAET KIRIN

Dema xizmên leşkerên di şewata ku di encama bomberdûmana artêşa Tirk de derketibû de şewitîn, serlêdana sûc kirin, lêpirsîneke formalîte hate kirin. Piştî demekê der barê 4’emîn Fermandarê Alaya Jendirmeyan a Taktîk a Farqînê Albay Mehmet Mûrat Toprak, Fermandarê Tabûra Jendirmeyan a Taktîk a 4’emîn Serleşker Milbay Şahîn, Fermandarê Boluka 1’emîn M. Emîn Karagoz û Fermandarê Boluka 2’emîn fermandar Necmettîn Erdogan de bi hinceta ‘peywira xwe îstîsmar kirine’ doz hate vekirin.

Lê belê di sala 2015'an de 4 fermandarên ku ji hovîtiya li Farqînê berpirsyar bûn û heta 2 salan cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn, hatin berdan. Tevî ku bersûc ji aliyê komîteya teknîkî ya leşkerî ve xelet; ji aliyê pisporan ve bi kêmasî hatine dîtin jî, dozger jî xwest ji ber xemsariyê û derengxistina erka xwe bên cezakirin jî biryara beraaetê hat dayîn. Dadgeha Leşkerî ya Kolordûya 7’emîn a Amedê diyar kir ku yekîneya ku çûye operasyonê di dema çûne qadê ji westandinê ketiye xew û biryar da ku îhmalkariya fermandaran tuneye.