Artêşa Tirk leşkerên xwe bi vî rengî şewitand

HPG'ê beriya niha gelek caran bi daxuyaniyan ragihand ku artêşa Tirk bombeyan li cenazeyên leşkerên xwe dibarîne, ji zinaran diavêje, her wiha dişewitîne. Hin dîmen gihîştin ANF'ê ku van daxuyaniyan piştrast dikin.

Hikumeta AKP-MHP'ê ji bo qirkirina Kurdan û dewamkirina desthilatdariya xwe, pîvanên exlaqî, hiqûqî û mirovî binpê dike û bi vî rengî êrîşên dagirkeriyê dewam dike. Hin dîmen eşkere bûn ku nîşan didin, artêşa Tirk cenazeyên leşkerên xwe dişewitîne.

Dîmenên ku gihîştin ANF'ê û tê fêhmkirin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li rojavayê Zapê di 11'ê Îlona 2022'an de hatin kişandin, mirovan matmayî dihêlin. Tevî ku HPG nav, kunye û dîmenên leşkeran parve dike jî artêşa Tirk kuştiyên xwe ji raya giştî vedişêre. Vê carê jî hate dîtin ku cenazeyên leşkerên xwe dişewitîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 12'ê Îlonê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku artêşa Tirk cenazeyên leşkerên xwe şewitandiye. Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: "Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, leşkerên Tirk ên 11'ê Îlonê hewl dan bikevin hundirê tunelên şer ên li Şehîd Çekdar, hatin kontrolkirin. Saet 10:00 destpêkê kemîn li pêşiya wan hate danîn, piştre jî bi sabotajê li wan hate xistin. Hêzên me yên li tunelên şer û tîmên me yên bi tevger bi hev re ev çalakî kirin. Di vê çalakiyê de bi bombeyên destan, çekên ferdî û sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de herî kêm 10 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû û 4 dagirker jî birîndar bûn. Eşkere bû ku navê dagirkerên hatin cezakirin Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Bûrak, Nacî, Harûn, Mert, Ogûz û Fûat e.

BOMBE LI CENAZEYÊN LEŞKERAN BARANDIN

Artêşa Tirk, ji bo çek û cebilxaneyên li ser dagirkerên hatin cezakirin nekevin destê hêzên me, bi balafiran û obusan bombe li cihê cenazeyan barand. Droneyek li ser qala çalakiyê hate firandin jî bû hedefa tîmên me yên bi tevger û derb lê hate xistin. Piştre jî 2 dagirkerên din bi sûîqestê hatin cezakirin.

BI ROKETÊN SOTÎNER HATIN ŞEWITANDIN

Artêşa Tirk piştî ku bi balafirên şer û obusan bombe li qadê barand, ji helîkpoterên êrîşê roketên sotîner li cihê cenazeyên leşkeran barand û bi vî rengî agir berda cenazeyên leşkerên xwe. Qada çalakiyê û beşek ji cenazeyên dagirkerên hatin cezakirin hîn jî di bin kontrola hêzên me de ne. Ji saet 10:00 heta 16:00 di encama çalakiyan de bi giştî 12 dagirker hatin cezakirin, 4 birîndar bûn û derb li droneyekê hate xistin."