Dîmenên 9 êrişên kîmyewî ku OPCW ji nedîtî ve hat

Di nava çar mehên dawî de 9 dîmenên li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hatin weşandin. Lê belê OPCW û saziyên navneteweyî dîmenên van êrîşan ji nedîtî ve hatin.

Artêşa Tirk ku ji 14'ê Nîsana 2022'an ve êrîşî qadê Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, ji bombeyên taktîk nukleer heta bi gazên jehrê her cûre çekên kîmyewî bi kar anî. Di nava pênc mehên derbasbûyî de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên bi çekên qedexekirî bi rêk û pêk agahî da. Hate ragihandin ku di vê pêvajoyê de 2004 carî bombeya fosforê, bombeya termobarîk, bombeya taktîk nukleer û çekên din ên kîmyewî ku di asta navneteweyî de qedexe ne, li ser çeper û tunelên şer hatine bikaranîn.

Li gel xemsariya saziyên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê jî ji bo tespîtkirina vî sûcê dewleta Tirk ê bi çekên kîmyewî, heyetek beriya çend rojan ji Ewropayê çû Başûrê Kurdistanê. Heyeta ku kontrolkarê çekên biyolojîk ê berê yê Neteweyên Yekbûyî Dr. Jan van Aken û Serokê Şaxê Swîsreyê yê Doktorên Navneteweyî yên ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNW) Josef Savarî jî di nav de heyet li astengiya PDK'ê rast hat.

Tevî astengiyan jî heyetê hin lêkolîn kir û rapora xwe ya li ser mijarê eşkere kir. Di raporê de işaret bi nîşaneyên çekên kîmyewî hate kirin û ji OPCW hate xwestin ku di vê der barê de lêpirsînê bide destpêkirin. Lê belê OPCW heta niha li gel bangawaziyan jî li hemberî sûcên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bêdeng û xemsar e.

Ji Hezîranê heta Îlonê di nava çar mehên derbasbûyî de ji dîmenên ku rojnamevan û nûçegihanên li herêmê kişandin, eşkere bû ku artêşa Tirk sûcê çekên kîmyewî dike. ANF'ê nûçeyên bi Îngilîzî û Elmanî yên li ser 9 dîmenên cuda yên sûcê kîmyewî bi rêya e-mailê ji ofîsa çapemeniyê ya OPCW re şand û pirsa "Hûn ê li ser van dîmenan lêkolînekê bidin destpêkirin yan na?" pirsî, lê pirs bê bersiv hate hiştin.

Vaye 9 dîmen û agahiyên li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li Zap, Metîna û Avaşînê:

GAZÊN BÊBÊHN KU MIROVAN BÊHAL DIKIN

Li çepera Şehîd Berxwedan a li Girê Şehîd Şahîn, bi dîmenan ispat bû ku artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî bi kar aniye. Di dîmenan de ku 25'ê Hezîranan 2022'an li ANF'ê hatin weşandin, gerîlayekî ku maskeya gazê li ber rûyê wî ye, madeyên kîmyewî yên ji toz a reş û spî nîşan dide û dibêje, "Çekên kîmyewî bi kar tînin. Bêhneke xwe ya giran heye." Gerîla diyar dike ku gaz xwe berdide qirika mirovan, mirovan bênefes dihêle. Her wiha dîwarên t unelê yên ji ber gazê reş bûne nîşan dide û dibêje, "li pêş çavan e."

Gerîla ragihand ku bandora gaza kîmyewî ya li nava tunelan dewam dike û ji ber vê yekê jî bêyî maskeya gazê nikarin bikevin hundirê tunelan.

Gerîlayê ku rewşa li tunelên li çepera Şehîd Berxwedan nîşan da û diyar kir ku tevî gaza îsotê gazeke kîmyewî ya bi rengê zer hatiye bikaranîn. Gerîla kulmek av a ku rengê wê zer bûye nîşan da û anî ziman ku gaza kîmyewî ya bi rengê zer bêbêhn e û mirovan bêhal dike.

Bikaranîna madeyên kîmyewî li qadên şer di serî de OPCW ji aliyê saziyên navneteweyî ve teqez hatiye qedexekirin.

DÎMENÊ AMADEKARIYA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Li Tunelên Şer ên li Werxelê jî ji dîmenan tê dîtin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî amade dike ji bo bi kar bîne. Ev dîmen jî 16'ê Tîrmeha 2022'an li ANF'ê hat weşandin. Di dîmen de eşkere dibe ku komek ji leşkerên Tirk kîsan diavêjin cihekî nêzî derî û paceyên tunelên berxwedanê yên gerîla. Leşkerekî din ê Tirk jî xortûmekê dişîne cihê ku kîs avêtine.

Leşkerên artêşa dagirker dikevin pişt tehtekî, malzemeyan amade dikin û xortûmê ber bi jêr ve berdidin. Xortûmê ji bo tunelan û çeperên gel bi çekên kîmyewî dagirin, dişînin.

KAPSULA ÇEKA KÎMYEWÎ

Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, gerîlayekî dîmenê kapsuleke kîmyewî ya li çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan bi belge kir û bi gotina "Îro 11'ê Tîrmeha 2022'an" e, wê kêliyê qeyd dike. Dîmen jî 17'ê Tîrmeha 2022'an li ANF'ê hate weşandin. Heman gerîla dibêje, "10'ê Tîrmehê dijminê ku dixwest bi ser çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan bê, teqînan bike û dema ku çekên kîmyewî bi kar dianî, ev kapsul kete hundir. Li ser wê nivîsek tune ye, tozek ji nav derket."

BOMBEYÊN NUKLEERÎ YÊN BI QEBLOYAN BI HEV VE HATIN GIRÊDAN

Li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî dîmenê leşkerên Tirk ên dagirker hate kişandin ku li hemberî tunelên şer ên Şehîd Hêjar amadekariya êrîşa bi bombeya taktîk nukleer û çekên kîmyewî dikirin. Di dîmen de ku 20'ê Tebaxa 2022'an li ANF'ê hate weşandin, pênc leşker bombeyên taktîk nukleer bi qebloyan bi hev ve girê didin û dişînin ber bi tunelên şer ve.

BOMBEYA TAKTÎK NUKLEER BANDOR LI QADEKE JI 5 KM'YÎ KIR

Li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, dema teqîna bombeya taktîk nukleer a li ser çeperên şer ên Girê Şehîd Zemanî hate kişandin. Dîmen 24'ê Tebaxa 2022'an li ANF'ê hate weşandin. Di dîmen de tê dîtin ku beriya teqînê leşkerên artêşa dagirker ên li herêmê xwe vedikişînin û teqîn bandorê li qadeke ji 5 kîlometreyî dike. Bi bandora teqînê, kamera ku ji dûrahiya 5 kîlometreyî dîmen dikişand hejiya.

DEVÊ TUNELAN BI HEVDEMÎ HATIN TEQANDIN

Kêliyea teqîna çekên taktîk nukleer li Qada Berxwedanê ya Karker a li Zapê jî hate kişandin. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî rêbazên şerê nûjen ê gerîlayên HPG û YJA Starê bêçare maye, li ser çeperên şer ên li Girê Ortê bombeyên taktîk nukleer bi kar anî. Dîmenên vê êrîşê jî 26'ê Tebaxa 2022'an li ANF'ê hatin weşandin. Di dîmen de tê dîtin ku bombeyên taktîk nukleer ên berê hatin bicihkirin bi hevvdemî hatin teqandin û agir bi devê tunelê ket.

DESTPÊKÊ TAKTÎK NUKLEER, PIŞTRE GAZA BI JEHR

Li ser tunelên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Metînayê, artêşa dagirker bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar anî. Dîmenên vê êrıŞê jî 19'ê Îlona 2022'an li ANF'ê hatin weşandin. Di dîmen de ku ji du aliyan ve hatiye kişandin, artêşa Tirk destpêkê hewl da ku tunela şer bi bombeya taktîk nukleer biteqîne. Dengê teqînê ji kûrahiya bi kîlometreyan hate bihîstin. Leşkerên artêşa dagirker piştî teqînê devê tunelê kontrol kirin. Piştre jî gelek leşkeran çekên kîmyewî ıyên ji gazên bi jehr li tunelê bi cih kirin. Dûre jî leşkerên Tirk ji herêmê çûn û ji dûr ve teqandin, bi vî rengî gaza bi jehr a bi rengê reş, zer û sor bi ser qadê ve ket.

BÎDONÊN KÎMYEWÎ BI WERÎSAN BERDAN

Bi dîmenên li Girê Şehîd Pîrdoxan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Metînayê careke din ispat bû ku dewleta Tirk sûcê şer kiriye. Di dîmenan de ku 27'ê Îlona 2022'an li ANF'ê hatin weşandin, tê dîtin ku artêşa Tirk li dijî gerîla bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne. Di dîmen de eşkere dibe ku leşkerên artêşa dagirker 11 û 12'ê Tebaxa 2022'an bombeyên kîmyewî bi bîdonan berdide tunel û çeperên şer. Artêşa Tirk bi teqandina van bombeyên qedexekirî û bi gazên kîmyewî yên bi xortûman berdan, hewl da gerîlayan qetil bike.