Li Girê Şehîd Pîrdoxan dîmenên teqandina çekên kîmyewî

Li Girê Şehîd Pîrdoxan a li Metînayê artêşa Tirk a dagirker li dijî tunelên şer bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar dianî. Dîmenê van êrîşan hate qeydkirin.

Artêşa Tirk di 14’ê Nîsana 2022’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirker dabû destpêkirin. Van êrîşan 5 meh li dû xwe hiştin.

Hedefa artêşa Tirk a dagirker ev bû ku Zap, Metîna û Avaşînê dagir bike. Di vê pêvajoyê de artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê her cure çekên teknolojiya dawîn bi kar dianî. Di heman demê de gelek caran çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer jî bi kar anî.

Saziyên navneteweyî yên ku çekên kîmyewî qedexe kiribûn bêdeng in. Artêşa Tirk sûdê ji vê bêdengiyê werdire. Dîmenekî din derket holê ku bê ka artêşa Tirk çawa sûcê şer dike. Li Girê Şehîd Pîrdoxan a li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya Metînayê ku çend meh in şerekî giran lê heye, artêşa Tirk a dagirker li hemberî tunelên şer bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar dianî. Dîmenê van êrîşan hate qeydkirin.

DENGÊ TEQÎNÊ JI ÇEND KÎLOMETREYAN VE TÊ BIHÎSTIN

Ji du aliyan ve dîmen hatine qeydkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku artêşa Tirk berê bi bombeyên taktîk nukleer dixwaze tunelên şer biteqîne. Dengê teqînê ji çend kîlometreyan tê bihîstin. Leşkerên artêşa Tirk piştre li ser hesabê ku tunela şer texrîb kirine, diçin têketina tunelê kontrol dikin. Piştre gelek leşkerên Tirk çekên kîmyewî yên ku gaza jehrî jê diçe, li tunelan bi cih dike.

Bicihkirina çekên kîmyewî bi beşdariya gelek leşkeran bi baldarî tê kirin. Piştî ku çekên kîmyewî tê bicihkirin leşkerên Tirk ji herêmê derdikevin. Çekên kîmyewî yên di nav tunelê de ji dûr ve tê çalakkirin û gazeke jehrî ya reş jê diçe.

HPG: DEWLETA TIRK 2004 CARAN SÛCÊ ŞER KIRIYE

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîla nekariye planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne, ne bi tenê li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê li gelek deran jî çekên kîmyewî bi kar tîne. Dîmenê van êrîşên kîmyewî berê jî ji aliyê nûçegihanên li herêmê û ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibû qeydkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  hefteya borî bîlançoya şer a pênc mehane diyar kiribû û wisa qala sûcên şer ên dewleta Tirk kiribû: “Bi taybetî li hemberî çeperên şer û tunelan ji gazên jehrî bigire heta bombeyên fosforê, ji bombeyên termobarîk bigire heta bombeyên nukleer bombe û çekên kîmyewî yên di asta navneteweyî de qedexe hatin bikaranîn. Dewleta Tirk ji bo ku bigihêje armanca xwe, 2004 caran sûcêşer kiriye û hêzên me ev sûc belge kirine.”