Dîmenê çalakiyên li Heftanînê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên li herêma Heftanînê weşand ku di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

25'ê Gulanê saet di 14:30'î de li qada Bektorya ya herêma Heftanînê, li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîne 2 çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya destpêkê li hemberî çeperekê hate kirin ku 3 dagirker tê de bûn. 3 dagirkerên li çeperê hatin cezakirin û kozik bi temamî hate îmhakirin. Çalakiya duyemîn jî li hemberî kamelyayekê hate kirin ku 2 dagirker tê de bûn. Herdu dagirker hatin cezakirin, kamelya bi temamî hate îmhakirin û derb li rayadara tê de hate xistin.

Di encama çalakiyan de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyan mirî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin."