Dîmenê çalakiyeke li Metînayê hate weşandin

Dîmenê çalakiyeke gerîlayên HPG'ê hate weşandin, ku li herêma Metînayê li dijî artêşa Tirk a dagirker hate lidarxistin.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla weşand ku hate ragihandin, di çarçoveya "Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê" de 10'ê Sibatê saet di 15:20'î de hate lidarxistin.

HPG'ê beriya niha li ser vê çalakiyê ev agahî parve kiribûn:

"10'ê Sibatê saet di 15:20'î de li qada Girê Milîtan ê li herêma Metînayê, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de konekî ku dagirker tê de bûn hate îmhakirin û 5 dagirker hatin cezakirin.Ev çalakî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê û hilanîna tola şehîdên me yên leheng ên Serfiraziya Garê hatiye lidarxistin."