Dîmenê çalakiya gerîlayên YJA Starê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand ku 6'ê Adarê li Metînayê hate lidarxistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand ku 6'ê Adarê li Metînayê hate lidarxistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê,
6'ê Adarê saet di 13:00 de li geliyê Girê Azad, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Di çalakiyê de ku li çepera bombeavêj a dagirkeran hate xistin, herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekek bombeavêj hatin îmhakirin.
Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji bo silavkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate lidarxistin."