Dîlgirtina rojnamevanan li Dersimê hate şermezarkirin

Rojnamevanên li Dersimê bi daxuyaniyekê dîlgirtina hempîşeyên xwe şermezar kirin.

Rojnamevanên li Dersimê ji bo piştgiriyê bidin 22 kesên 7 roj in destgîrkirî ne ku 20 jê rojnamevan in û bi armanca şermezarkirina zextan li qada Seyîd Riza daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Tevî rojnamevanan endamên Platforma Ked û Demokrasiyê, Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu û Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir jî di nav de gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Bi navê rojnamevanan Cîhan Berk daxuyanî da.

Berk got, "Em ê hînî van polîtîkayên zext û tepisandinê nebin. Li dijî van polîtîkayan em bang li rojnamevanan hemûyan dikin ku xwedî li pîşeyê xwe derkevin. Ji bo hempîşeyên xwe yên bi rojane li Amedê girtî ne em careke din bang dikin; rojnamevanan berdin, rojnamevantî sûc nîne."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.