Dîlan Sipêrtî: Tevahî kêliyên jiyana xwe bi hunerê honabû

Endama Rêveberiya KJK’ê Dîlan Sipêrtî derbarê kesayetiya şoreşgera hunermend, Hozan Mizgin axivî û got, “Heval Mizgîn ne tenê hunermendek bû her wiha fermandar û soreşgerek leheng bû”

Endama Rêveberiya KJK’ê Dîlan Sipêrtî despêkê di kesayetiya şareşgera leheng Hozan Mizgin de tevahî şehidên meha Gulanê û Şehîdên şoreşê bi bîr anî û dilsoziya xwe ya bi Şehîdan re dubarekir û got,“Di serî de ez pir bi naskirina hozan Mizgîn şanaz im. Sala 1991ê em li Botanê bûn, min li wir heval Mizgîn nas kir, Heval Mizgîn ji qada Rêbertî dihat, me di tevahî tevgerîn, mêyzekirin, coş, maral û beşdarbûna heval de ew hêza ku ji Rêber Apo girtî didît.”

‘HEVAL MIZGÎN HUNERMENDA ŞOREŞ Û JIYANÊ YE’

Dîlan Sipêrtî bal kişande ser girîngiya hunerê ya ji bo Şehîd Mizgîn û wihagot: “ Heval Mizgin berî were çiyayên azad di civakê de xebatên çand û hunerê dikir.Di wan salên herî zor û zehmed de, zextên dijmin, di astê hetî bilind de bû, lê wê ev yek nas nekir û di Koma Berxwedan de cihê xwe digirt, bi sitranên xwe girigiya welatparêzî û şoreşgertiyê bi civaka Kurd da nasîn û gihand astên herî karîger. Heval Mizgîn, ji wê hunerê bawer bû, ya ku dibû dengê êş û şahiyên gelê xwe, her tim ji bo wê ked dida, ji bo wê em dikarin bêjin heval Mizgîn hunermenda jiyan û soreşê bû.’’

 ‘LI BARA HEVALTIYÊ PIR HESTIYAR BÛ’

Dîlan Sipêrtî di berdewamiya nirxandinên xwe de dilnizimî û kesayetiya piralî ya Hozan Mizgîn wiha vegot: “ Li çiyayên azad jî Hozan Mizgin xwedî kesayetek bihêz bû. Ne tenê di milê hunerê de, li kêleka wê di warê fermandartiyê de jî wiha pêşeng bû. Dema ku em derbasî Garzanê bûn, heval Mizgin di rêveberiya eyaletê de cihê xwe digirt, ji xwe weke rêveberiya eyaleta Garzanê cara yekê heval Mizgin di nav hevalên jin de erk digirt, ji derveyê wê berî ku biçe qada Rêbertî jî li Mêrdînê di rêveberiyê de cihê xwe digirt. Sedema bihêzbûna heval Mizgîn ew bû ku bi awayeke kûr Rêbertî dixwend ji bo wê heval Mizgîn rêhevalek piralî bû. Hîna di wan salan de heval Mizgîn komiteyên milîsan, komiteyên perwerde û jinan ava kiribû, ev dibû sedem ku gel û rêhevalên wê hêza wê bibînin û were heskirin heman demê de,ew jî li beramberê rêhevalên xwe dilnizim bû. Giringiyek pir mezin dida hevaltiyê. Ji me re her tim digot: ‘’Pêwîst e em li berambeerê hevalên xwe kedeke mezin bidin’’ û ji bo kesayetan bilind bike kedek pir mezin dida.”

 ‘BI ŞEHÎDBÛNA WÊ BI SEDAN MIZGÎN VEJIYAN’

Dîlan Sipêrtî di dawiya gotinên xwe de bi çend gotinan qala dilsoziya  Hozan Mizgîn kir û wiha got: “Heval Mizgîn tevahî kêliyên jiyana xwe bi wate dijî. Rêhevalên wê û gel jî ev yek pir baş dizanîbûn. Heval Mizgîn heya kêliya ku şehît dikeve jî bi wî rihê girêdanbûna bi Rêbertiya xwe, girêdanbûna bi gel, şoreş û hunera rast re jiya. Bi şehadeta xwe bersiva herî rast dide dijminan. Heman demê djî gelê Kurd jî xwedî li ked û hunera Hozan Mizgîn derketin û roja niha bi sedan keçên Kurdan navê wan Mizgînin e. Ev jî bû bersivek herî xurt ji bû dijmin.”