Dijminatiya li Kurdan ranawest e

Artêşa Tirk û çeteyên pê ve girêdayî, têkçûna xwe ya li Babê qebûl dikin. Lê belê dest ji dijminatiya li Kurdan bernadin û bi xuyabûna têkçûna li Babê re, careke din planek li dijî Efrîn û Şehbayê xistin meriyetê.

Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê, ku ji bo korîdoreke Kurd ava nebe û Kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statu Cerablûs dewr girt û serî li ber xeta Sûriye û Rûsyayê tewand, hewl dide têkçûn û rewşa xwe ya asêmayî ya li Babê binixumîne. Artêşa Tirk a li Babê derbên giran xwar, dixwaze ji Cerablûsê heta Îdlibê baregehê leşkerî ava bike û çeteyên xwe lê serdest bike. Li van baregeh û nuqteyên leşkerî, ku hê jî çêdike, 2 hezar 300 leşker û çeteyên artêş azad bi navê polîsên herêmî bi cih dike.

Artêşa Tirk ji bo aktîfkirina hebûna xwe ya mîlîtarîst a li derve, li Iraq, Başûrê Kurdsitanê, Rojava û Sûriyeyê li pey hev gavan davêje. Qîma xwe bi şerê wekaletê yê li Rojava û Sûriyeyê nanî û yekser hêzên xwe û çeteyên ser bi xwe bi navê artêşa azad xist nava Cerablûsê. Bêyî şer bike, Cerablûs dewr girt û ev yek jî weke serketineke mezin a leşkerî serwîs kir. Artêşa Tirk û çeteyên wê, piştî ku destûr ji hêzên navneteweyî yên weke DYA, Rûsya, Îranê girt, piştî Cerablûsê herêmên Raî û Dabiq dagir kir. Artêşa Tirk ku dizanîbû ev têra astengkirina korîdora Kurd nake, vê carê da xuyakirin, ku ew ê êrîşî Minbic û Reqayê bike û berê xwe da Babê. Lê belê nehat qebûlkirin, ku ewqasî bide nav. Tevî vê yekê jî artêşa Tirk û çeteyên wê xwe gihandin heta qiraxên Babê û li vê derê berxwedaneke dijwar dîtin.

ÇIMA LI BABÊ ÇIKIYA?

Efserekî Tirk ê li NATO'yê wezîfedar, ku piştî şerê navxweyî yê dewleta Tirk tesfiye bû, li gorî agahiyên ji hundir wergirtî, sedema asêmayîna hêzên Tirk li Babê bi vî rengî kurteber dike:

*Kêmasia îstixbaratê: Ji ber vê yekê bi topvanan tercîh kir. Ev nêzîkatiya bê armanc, bû sedem ku sivîl û hêzên dost gelekî zerarê bibînin.

*Di destê artêşa Tirk de bi têra xwe fuzeyên ji hewayê berdide erdê û yekser li hedefê dikeve, nîne. Ji ber vê yekê, rayedarên Tirk ji ber pêwîstiya lezgîn a operasyonî, ji bo kirîna fuzeyên PGM (Precision Guided Missiles) bi rengekî fermî serdana Başûrê Koreyê kirin. Ji ber vê kêmasiyê, balafirên Tirk bêyî ku karibin li hedefê bixin, bomberdûmanê dikin.

*Fermandariya Giştî ya Tirk dizane ku di destê DAIŞ'ê de çekên antî-tank (ATGM) ên pêşketî hene û van jî li ser rûyê erdê bi bandor bi kar tîne. Diviyabû planên xwe li gorî vê bikira.

*Rewşa herêmê. DAIŞ vî erdê rût û beyar bi serbestî û lez bi kar tîne. Bi vî rengî dikare bi hêsanî li tankan û maşînên zirxî bixe. Çavkaniyên cihê baweriyê dibêjin, berevajî daxuyaniyên Fermandariya Giştî ya Tirk, heta niha (hefteya bihurî) 54 tank û maşînên zirxî îmha bûne. Tevî serweriya konvansiyonel jî rêyên lojîstîkî yên DAIŞ'ê jî nekariye heta niha bê birîn.

*Rastiya li ser tevgear dagirkeriyê ya didome (agahiya ji çavkaniyên payebilind ên cihê baweriyê hatiye girtin) nebûna Plana Operasyonê ya Stratejîk a Yekbûyî (OPLAN) e. Bi kurtasî, kesekî ku xwedî agahiyên giştî yên li ser operasyonê ye, nîne.

*Li gorî raporên fermî, fermandarê ji sê stêrkan ê Hêzên Taybet ê Tirk (Korgeneralê riya wî spî, zilamê Erdogan e) di asta operasyonê de li biryargeha xwe ya li Silopiyayê operasyonê koordîne dike. Ez bi şexsî dizanim ku ev biryargeha biçûk yekbûyî nîne, tenê ji bo birêvebirina koordînasyona yekîneyên li Iraqê û pêşmergeyan hatiye avakirin e.

*Dema hejmara maşînên zirxî yên di operasyonê de hatine bikaranîn bê nirxandin, wê were dîtin, ku hilbijartina fermandarekî hêzên taybet ên di şerê zirxî de tecrûbeyeke xwe nîne, tercîheke rast nîne.

*Li şûna qebûlkirina kêmasiyên xwe, ji bo nixumandina rewşan neserketî ya rejîma Erdogan, îdîaya 'DYA alîkarî neda yekîneyên Tirk' davêt holê. Serokwezîr bi qasî ku bêje 'Yên din tiştekî nakin, yekane yê şer dike, em in' zêdegavî kir. Alîkariya ku nehat kirin çi bû? DYA ne plan erê kir, ne jî li ser Babê soza alîkariyê da.

*Hêzên Hewayî yên Tirk weke hêza herî mezin a Ewropayê tê nîşandan. Bi zêdeyî 250 balafirên xwe yên şer, dikarîbû bi hêsanî alîkariya hewayî bida. Fermandariya Giştî ya Tirk da xuyakirin, ku bi 1.233 fuzeyên diçe hedefa xwe, li 1.141 hedefên DAIŞ'ê hatine xistin. Lê xuya ye van êrîşan ti bandor li hêza şer a DAIŞ'ê nekiriye. Ya êrîşên hewayî gelekî bêbandor in, ya jî ev hejmar ne rast in.

*Artêşa Tirk, ne bi hedefeke hatiye destnîşankirin, ne jî bi plansaziyekê kete nava Sûriyeyê. Di berxwedana destpêkê ya rasteqîn de, li bin ket. Gelo ev 'birçîbûn û daxwaza ji bo serketinê' wê di tevahiya refearndûmê de bidome? Serketin an jî binketineke leşkerî wê encamê diyar bike.

Artêşa Tirk tevî hemû êrîşan jî nekarî bikeve nava Babê. Bab li aliyekî, nekarî bikeve gundê Bîza yê fermandarê wan Seyf Ebûbekir e. Piştî bomberdûmana 20 rojan a giran, pêr danê nîvro ketin nava Bîzeayê. Tenê 2 saetan karîbûn lê bimînin. Piştî ku reş ket erdê, DAIŞ'ê ji nû ve êrîş kir û Bîzea ji artêşa Tirk û çeteyên wê stand. Di ser re, zêdeyî deh çeteyên Tirk esîr girt. Ji ber kuştî û derbên artêşa Tirk li Babê xwar, bi navbeynkariya Rûsyayê niha dixwaze Baas bikeve vê derê. Tirkiyeyê, Rûsya û Sûriyeyê li hev kirin ku bi balafirên xwe Bab û derdora wê bombe bikin. Ev yek jî nîşaneya vê daxwazê ye.

REJÎMA BAASÊ XETA DAWÎ YA ÎKMALÊ YA DAIŞ'Ê BIRÎ

Rejîma Baas, duh danê nîvro bajarokekî nêzî Babê kontrol kir. Bajarokê Ayaşhiya k li başûrrojhilatê bajêr e, ket bin kontrola rejîmê. Bi kontrolkirina Ayaşhiya û girê wê re, xeta dawî ya îkmalê ya Babê bû hedefa rejîmê û rê hat birîn. Bi vî rengî başûrê Babê ji aliyê rejîmê ve hat girtin û zemîn ji ketina nava bajêr hat amadekirin.

DEWLETA TIRK BAREGEHÊN LEŞKERÎ AVA DIKE

Artêşa Tirk ji roja kete nava Cerablûsê û pê ve êrîşî Minbicê kir. Bi navbeynkariya DYA êrîşên xwe sekinand. Lê belê dest ji armancên xwe yên li dijî Minbicê berneda. Li gundê Helvanci yê li başûrê Cerablûsê, ku li pêşberî Minbicê ye, baregehek leşkerî ava kir. Tevî Helvanci, li gundê Amarnî ku navenda çeteyan de nuqteyeke leşkerî ava kir. Di nava meha Kanûnê de li gundê Helvanci, dest bi çêkirina pîstê helîkopteran kir. Hefteya bihurî çêkirina vî pîstî qediya. Li gundê Taşli û Hava yên li rojavayê Cerablûsê ne, biryargeha navendî ya hêzên xwe ava kir. Her du gund jî di navbera Raî û Cerablûsê de ne. Baregeheke din a leşkerî jî li Exterînê hat çêkirin, ku xeta Efrînê hedef digire. Piştî êrîşa balafirên Sûriyeyê, karê çêkirina vê baregehê hat sekinandin.

Xebatên çêkirina baregehan piştî civîna Astanayê zêde bûn. Çen roj berê li derora gundên Şava, Şeverîn, Sindî yên li navebra Raî û Ezazê û li gundê tel Cîbrîn ê li navbera Ezaz û Exterînê dest bi çêkirina baregehan kir. Derket holê ku di nava hefteya dawî de li herêma navbera Dabiq û gundê Erşabê pîstek ji bo helîkpteran çêkir. Her wiha derket holê ku rayedarên artêşa Tirk di hefteya bihurî de bi helîkopterê çûne Ezazê û ji bo nexweşxaneya li vê derê bikin biryargeha leşkerî, kontrol kirine. Biryar hat dayîn ku bi 6 mîlyon dolarî veguherîne navendeke leşkerî.

Pêr 80 endamên hêzên taybet, 5 tank û 2 panzer şandin baregeha leşkerî ya li Til Cibrînê ya li navbera gundê Dekne û Exterînê. Gundê Ayn Dekne gundekî di destê Ceyş El Siwar ê ji QSD'ê de ye. Di mehên havîna bihurî de, gelek caran çeteyên Tirkiyeyê êrîşî vê derê kirin. Hedefa sereke ya baregeha leşkerî ya li Til Cîbrînê, di destpêkê de gundên Ayn Dekne, Til Rifat, Şêx Îsa, Hesiye û hemû herêmên di bin kontrola Ceyş El Siwar de ne. Piştî hêza leşkerî û maşînên pêr şandin Til Cîbrînê, duh jî 2 hezar û 300 kesên ji artêşa Tirk ji nava Ezaz û Raî ketin hundir. Ev hêz wê li Dabiq, Soran, Şava, Şevrîn, Sîndî û Ezazê bi cih bibin.

Li gorî çavkaniyên herêmê, bicihbûna hêzên artêşa Tirk li van cihan, amadekariya êrîşeke berfireh li dijî Efrîn û Şehbayê ye.

HAYA RÛSYAYÊ JI VÊ NÎNE?

Ev yek nîşan dide, ku Tirkiye wê têkçûna xwe ya li Babê qebûl bike û neçar bimîne Babê ji rejîmê re bihêle. Û planeke nû li dijî Şehba û Efrînê bixe dewrê. Tê gotin, ev hemû bêyî agahiya Rûsyayê nayê kirin û bêyî erêkirina Rûsyayê, Tirkiye wê nikaribe tiştekî bi vî rengî bike.