‘Dijminan bi rêya nivîskarên xwefiroş hewl dane dîroka bi heybet a Newrozê berevajî bikin’

Nivîskarên ji bajarê Kerkûkê gotin, "Hêzên dagirker ên Tirk, dema ku digihêjin Efrînê û dagir dikin, yekem karê ku dikin şkandina peykerê Kawa ye. Ji ber ku êrişa li ser Kawayê Hesinkar êrişa li ser nirxên şoreşê ye."

Newroz çand û mîrateyeke pir kevn e ku ji aliyê Kurd û gelên Arî ve bi şêweyên cur bi cur tê pîrozkirin. Kok û rehê wê vedigere demên pir kevn ên dîrokê. Şerazayên Newrozê di vê baweriyê de ne ku Cemşîd ku yek ji kralên Pêşdadiyan bû Newroz pêş xistiye. Jiyana wan kralane ji efsaneyekê vêdetir nîne û serpêhatiyên pir xeyalî û serdema wan jî beriya çaxa dîrokê ye. Ku wisa be tê wê wateyê ku bingeha Newrozê vedigere çaxên kevnar.

Tevî hemû hewldanên dijmin û dagirkerên Kurdistanê ya ji bo guhertina nasnameya rasteqîn a Newrozê, hewldana ji bo veqetandina Newrozê ji ruhê takê Kurd û berevajîkirina dîrok û çîroka Newrozê ji bo lewazkirina nirxên netewî yên gelê Kurd; lê dijmin serkeftî nebûne.

Di hevdîtineke taybet de nivîskar û dîroknasên Kerkûkê behsa rola Newrozê ya di nasnameya Kurd û bandora wê ya di berxwedaniya li hemberî zaliman û pêşî li rejîmên dagirker ên Kurdistanê girtin de kirin.

‘NEWROZ WEK SEMBOLEKE NETEWÎ YE KU KURD KOM KIIRINE’

Rewşnebîr û Nivîskarê Kerkûkî Tariq Karêzî di destpêka axaftina xwe de wiha Newroz pênase kir, “Newroz beşek ji nasnameya Kurd e, dîroknas jî dibêjin ku Newroz cejna herî kevn a dîrokê ye ku heya niha zindî maye. Cejna Newrozê ji dema kevn ve weke semboleke netewî ye ku Kurd kom kirine û sîmayeke taybet daye netewa Kurd.

Ji ber ku şoreşa çandinî di Kurdistanê de pêş ketiye, lewma em dibînin ku destpêka salnameya Kurdî girêdayî xwezayê ye. Tevî ku piştî şoreşa çandinî şoreşa pîşesazî hatiye, lê heya niha jî şoreşa çandinî di jiyana mirovatiyê de xwedî roleke mezin e. Delîlê herî baş jî eve ku niha şerê di navbera Rûsya û Ukranyayê de ku her du welat berhemhênerên mezin ên çandiniyê ne, wî şerî kiriye ku aboriya cîhan têkbiçe.”

‘DIJMINAN NEKARÎNE KURDAN JI NEWROZÊ VEQETÎNIN’

Karêzî di dewamê de têkildarê hewldanên dijminên Kurd ên ji bo tunekirina Newrozê ya ji bo ji holê rakirina kesayetiya Kurd got, “Ji bo nasandina Newrozê gelek pênaseyên cihê tên kirin, lê herî dawî dikarin bêjin ku Newroz beşek ji wijdana giştî ya neteweya Kurd e. Dijminên Kurdan zanîne ku Newroz beşeke ji mirovê Kurd û hewldane ku Kurd ji Newrozê qut bikin. Weke mînak Osmaniyan di pêvajoya 400 sal desthilatdariya xwe de li Kurdistanê hewldane ku Newrozê bêdeng bikin, lê nekarîne Newrozê ji hişê Kurdan reş bikin. Tevî ku guhertin li ser hizr û pêşerojê de hatiye, lê beşeke çandî xwe parastiye ku Newroz jî beşek ji bingehên vî çandî ye. Dewletê Iraqê jî neçar maye ku Newrozê nas bike, lê hewldaye ku nasnaveke ne Kurdî lê bike. Weke mînak dibêje Cejna biharê yan jî Cejna dar.”

‘NEWROZ FERASETEKE AZADÎ Û ŞOREŞGERÎ YE’

Nivîska r Karêzî îşaret bi wateya Newrozê ya ji bo xebat û têkoşîna gelê Kurd kir û wiha pêde çû; “Kurdan bi rêya Newrozê berxwedanî kirine û bûye ferasteke di xebatên netewî ya xelkê Kurdistanê. Weke mînak em dibînin ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê di bin navê ayîn û mezheb de dijberiya pîrozkirina Newrozê dike. Lê tevî astengiyan li gund û bajarê Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê tê dadan. Bi heman rengî li Bakurê Kurdistanê ku dewlet hewldide nasnameya Kurd ji holê rake, lê di roja Newrozê de bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê de rengekî bi coş li xwe digire ku mirov zindîbûna neteweyekê hîs dike. Newroz feraseta azadî û şoreşgerî ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi heman rengî ye.”

‘FIRDEWSÎ HEWL DAYE Jİ BO BERJEVENDİYÊ FARİSAN NEWROZÊ TÊK BİDE’

Nivîskar Karêzî di dirêjiya nirxandinên xwe de behsa Newrozê û erdnîgariya Kurdistanê kir û got, “Eger roja Newrozê ji esman wêneyek ê Rojhilata Navîn bigirî, wê bê dîtin ku di dirêjahiya sînorên Kurdistana mezin agirê Newrozê hatiye pêxistin. Pêwîste lêkolîneke zêdetir li ser Newrozê bikin û wek beşek ji çand û şaristaniya netewî ya Kurd ku gelek nirxên pir hêja di xwe de dihewîne bê kirin, divê xwendineke nû ji bo Newrozê bikin. Ji bîra me neçe ku hin netewe hewl didin Newroz bikin malê xwe. Weke em dibînin ku Firdewsî (Helbestvanê Faris) hewl daye ku Newrozê têk bide û di berjevendiya Farisan de sûdê ji Newrozê bigire.”

‘DEMA DAGIRKERÊ TIRK DIGIHÎJE EFRÎNÊ JI BO DERB LI NIRXÊ ŞOREŞÊ BIDE PEYKERA KAWAYÊ HESINKAR DIŞKÎNE’

Tariq Karêzî îşaret bi dema rejîma Baas jî kir bê ka çawa hewl daye Newrozê serkut bike kir û wiha axaftina xwe domand, “Dema ku rejîma Baas li ser Başûrê Kurdistanê serwer bû, di roja Newrozê de rejîma Baas hemû hêzên xwe dixiste rewşa amadebaşiyê da ku li hemberî hestê cemaweriyê ya di Newrozê de bisekine. Ji ber ku Newroz xwedî nirxeke şoreşgerî ye, Newroz wateya azadî, serfirazî û şkandina hemû zincîr û bendan e. Kawayê Hesinkar semboleke hêja ye ku di mejiyê hemû Kurdan de cih girtiye, lewma hêzên dagirker ên Tirk dema digihîje Efrînê, yekem karê ku dike şkandina peykerê Kawayê Hesinkar e. Derb li Kawayê Hesinkar xistin, derb li nirxê şoreşê xistin e. Rejîma Iraqê jî rê neda ku peykerê Kawayê Hesinkar bê çêkirin, ji ber ku vê hêz daye mirovê Kurd. Ji ber wê dijminan hewl dane Newrozê berevajî bikin da ku ji aliyê hest û amadebûna şoreşgerî ve Kurdan felc bikin.”

‘NEWROZ CEJNEKE KU JI KÛRANIYA DÎROKÊ VE HATIYE’

Rewşenbîr û Nivîskar Tariq Karêzî di dawiyê de bal kişande ser parastina cejna Newrozê ji aliyê Kurdan ve tevî hemû hewldanên dijmin ên ji bo berevajîkirina Newrozê û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dijminan bi belavkirina hin dirûşmeyên dijî Newrozê weke ‘Kurd agirperest e’ û ‘şkandina peykerê Kawa’ û hwd, evane hemû hewldanin ji bo derb li kesayetiya Kurd û lewazkirina xwebawerbûna wan e. Newroz di wijdana hemû takên Kurd de ye û tevî hemû hewldanên dagirker û dijminên Kurd a bi dirêjahiya dîrokê ku hewl dane qîmeta Newrozê lewaz bikin, lê nekarîne. Ji ber ku beşeke ji mirovê Kurd ku qet jê nayê qutkirin. Newroz cejneke ku ji kûraniya dîrokê ve hatiye û ne tişteke ku çend roje be ji dayik bûbe.”

‘NEFERTÎTÎ ÇANDA NEWROZÊ VEGUHAZTIYE MISRÊ JÎ’

Nivîskar û Dîroknas Star Cebarî jî derbarê Newrozê û kevnarbûna wê ya di dîrokê de ji ANF’ê re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir, “Newroz cejneke Kurdî ye û dîrokeke xwe yê kevn heye. Çavkaniyên dîrokê û bi taybetî pirtûkên Dîroknas Cemal Reşîd ku ji Kerkûkê ye, di pirtûka xwe de behsa vê yekê dike ku çend sal beriya zayînê, keça kralê Hûriyan Nefertîtî dema bi Fîravûn re dizewice, biharê derketiye derwe ku ev yek di dîroka Misriyan de yekem care ku Kralîçe derkeve derve ji bo pêkanîna cejnê. Heya niha jî xelkê Misrê vê merasîmê lidar dixin û bi Hilmijîna Bayê Sirwe bi nav dikin. Li gorî Efsaneya Newrozê ku Kurd kraleke biyanî yê zalim hebûye û kesek Kurd yê bi navê Kawe li dijî vê kralî ji bo darbe lêbide û bikuje û li şûna wî ciwaneke xwendevan ê bi navê Ferhad deyne serî hildaye.”

‘NIVÎSKARÊN ŞOVENÎST ÊN TIRK Û FARIS HEWL DANE KU JI BO KIRÊTKIRINA NEWROZÊ KAWA BEREVAJÎ NÎŞAN BIDIN’

Dîroknas Cebarî behsa hewldanên dijmin û dagirkerên Kurdistanê yên ji bo berevajîkirina dîroka cejna Newrozê kir û got, “Dijminên Kurd ji mêj ve hewl dane ku vê cejna mezin a Kurdan berevajî bikin, ne tenê cejna Newrozê belku dijminê Kurdan hewl dane heta destana Rustemê Zal jî berevajî bikin. Gelek nivîskarên şovenîst ên Tirk û Faris hewl dane ku ji bo kirêtkirina pîrozbahiya serketina Kawa li hemberî wî kralê zalim, navê Kawa berevajî nîşan bidin. Her wiha li ser destana Rustemê Zal gelek xebitîne, lê dijminên Kurd di berevajîkirina wê de serketî nebûne.”

‘BI RÊYA NIVÎSKARÊN XWEFIROŞ ÊN KURD HEWL DIDIN DÎROKA PIR HEYBET A KURD BEREVAJÎ BIKIN’

Star Cebarî îşaret bi pêvajoya piştî Raperîna Başûrê Kurdistanê kir û wiha axaftina xwe domand, “Piştî Raperîna Başûrê Kurdistanê dagirker û dijminên Kurd bi rêya nivîskarên xwefiroş ên Kurd dubare dest bi derbkirina cejna Newrozê jî di navê de nirxên hêja yên neteweya Kurd kirine. Nivîskarên xwefiroş hewl didin ku kesayetiya Kawayê Hesinkar weke xwefiroş û caşekê pênase bikin da ku dîroka pir heybet a Kurd berevajî bikin. Lê hemû hewldanên dijmin wê ser negire û pêwîste em parastina dîroka xwe bikin. Neteweyên herêmê ku dîroka wan weke ya Kurd nebûye, hewl dane ku xwe bikin xwediyê cejna Newrozê.”

‘JI BO PÊŞÎ LI HEWLDANÊN BEREVAJÎKIRINA DÎROKA KURD BIGIRE DESTANA MEM Û ZÎN DINIVÎSÎNE’

Dîroknasê Kerûkî Star Cebarî di derheqê girîngiya cejna Newrozê ji bo gelê Kurd jî nêrînên xwe anî ziman û got, “Newroz ji bo Kurdan cejna xwezayê û cejna serketina li hemberî kraleke biyanî yê zalim e. Ehmedê Xanê ji bo pêşî li hewldanên ku ji bo berevajîkirina dîroka Kurd dihatin dayîn destana Mem û Zîn nivîsand ku di destanê de balê dikişîne ser wê û dibêje em gelek ê xwedî dîrok, azadîxwaz û aştîxwaz in, lê mixabin ku em yekgirtî nînin. Eger em yekgirtî bibana bi rastî jî sedemê ku em wek netewe nebûne xwedî welat ji ber ne yekgirtî bûna me ye.”

‘ROJA NEWROZÊ LI GIRTÎGEHA KERKÛKÊ CIL Û BERGÊN XWE DIŞEWITÎNE’

Dîroknas Cebarî bal kişande ser rola Newrozê ya di têkoşîn û xebata gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û wiha pêde çû, “Di dema rejîma Baas de li Başûrê Kurdistanê Newroz qedexe bû. Kurdan li Başûrê Kurdistanê weke bersivdayinek li dijî rejîma Baasê agirê Newrozê pêdixistin. Dema polîs û hêzên ewlekariyê yên rejîma Baasê ciwan destgîr dikirin êşkence li wan dikirin, lê ciwanan guh nedidan cezayên rejîma Baas. Helbestvanê pakrevan ê bajarê Kerkûkê Xalid Dilêr dema li girtîgehê ya li Kerkûkê girtî bû, roja Newrozê cil û bergên xwe dişewitîne.”

‘BI ŞEWITANDINA KIRASÊ XWE LI HEMBERÎ REJÎM DISEKINÎ Û DIGOT EZ HEME’

Nivîskar û Dîroknas Kerkûkî Sitar Cebarî bi vegotina vê bîranîna xwe ya Newroz ya di dema rejîma Baas de dawî li axaftina xwe anî, “Sala 1996’an tê bîra min ku Newroz ji aliyê rejîma Baas ve hat qedexekirin. Xorteke Kurdperwer hebû ku navê wî Cebar bû, tê bîra min ku wî kirasê xwe li ser kursiya îstasyona trenê ya Kerkûkê şewitand û li dora agirê wê digeriya û helbesta ‘Em rojî salî tazeye Newroze hatewe’ digot. Her çiqasê dengê wî xweş nebû û helbest bi başî nedizanî jî lê bi vî rengî li hemberî rejîmê disekinî û digot ez heme. Her çiqasê polîs hat ji bo ku li wî bixe lê wî ji bo bersivdayina li hemberî qedexekirina Newrozê ji aliyê rejîma Iraqê ji cihê xwe nelebitî. Lê piştî hilweşîna rejîma Iraqê û asayîbûna lidarxistina cejna Newrozê ez hîs dikim ku ew ruhê netewî ya berê nemaye û gel sar bûye.”