‘Dijmin nikarin Newrozê li me qedexe bikin’

Pêşmergeryê Dêrîn Selîm Şiwanî ku tevlê pîrozbahiya Newroza Kerkûkê bibû ragihand; “Dijminên Kurdan nikarin Newrozê li me qedexe bikin.”

Duh li navçeya Şîwesor a herêma Teqteqê pîrozbahiya Newrozê ya Kerkûkê ya bi dirûşmeya “Bila em vê Newrozê bikin Newroza raperîn û dijî bê edaletî û dagirkeriyê” hebû ku ji her çar beşên Kurdistanê xelk tevlê bibûn û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Yek ji beşdarên pîrozbahiya Newrozê Pêşmergeyê Dêrîn Selîm Şiwanî ku welatiyên navçeyên ye ji ANF’ê re axivî û nêrînên xwe di derbarê Newrozê de anî ziman.

‘REJÎMÊN IRAQÊ LI VÊ NAVÇEYÊ TÊK ÇÊBÛN’

Pêşmergeyekê Dêrîn Selîm Şiwanî di destpêka axaftina xwe de Newroza gelê Kurd li her çar beşên Kurditanê pîroz kir û got, “Rojgarek bû ku yek bi yekê rejîmên Îraqê ji vê navçeya Şîwesor ditirisiyan, piraniya çalakiyên qehremanî yên hêzên pêşmerge yên li dijî artêşa Iraqê li vê navçeyê pêk hatine.”

‘DIJMIN NIKARIN NEWROZÊ LI ME QEDEXE BIKE’

Şiwanî bal kişande ser dijbertiya ku dewletên dagirker ên Kurdistanê li hemberî pîrozbahiya Newrozê dikin û wiha axaftina xwe domand, “Niha rejîmên dagirker ên çar beşên Kurdistanê hewl didin pîrozbahiya Newrozê li gelê Kurd qedexe bikin, lê em li Şîwesora berxwedan û qehremaniyê ji wan re dibêjin ku Newroz cejneke resen ê Kurdan e û dijmin nikarin vê rojê li me qedexe bikin.”

‘LI ALIYÊ IRAQÊ RÊ NAYÊ DAYIN NEWROZ BÊ PÎROZKIRIN’

Pêşmergeyê Dêrîn Selîma Şiwanî di dawiyê de behsa durûtiya hikumeta Iraqê ya derbarê mijara Newrozê kir û bi wan gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Li aliyê sînorê Iraqê rê nayê dayin ku bi serbestî Newroz bê pîrozkirin û em ku her sal Newrozê pîroz dikîn ji dijminên gelê Kurd re ku eger wisa dizanin ku dikarin rê li pîrozkirina me ya Newrozê bigirin, em dibêjin xeyalên we badilhewa ye. Newroz serê sala Kurdî ye û rojeke pîroz ji bo gelê Kurd e. Di dawiyê de dubare Newrozê li her çar beşên Kurdistanê pîroz dikin.”