‘Dijmin nikare gerîla, ji ber wê serî li rebazên bê exleqane dide’

Komîteya Tendirûstiyê ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk ya li ser nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê şermezar kir.

Nerazîbûnên Kurdistaniyên her çar aliyên cîhanê û civaka Êzidî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk yên 16 û 17’ê Tebaxê li ser Şengalê kirî didome

Îro komîteya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî li ber Nexweşxaneya Şehîd Cîhad daxuyaniyek da û êrîşên li ser Şengalê şermezar kir. Beriya dayîna daxuyaniyê di kesayeta şehîdên Şengalê de ji bo bîranîna hemû Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê daxuyanî ji aliyê endamê Komîteya Tendûristiyê Hisên Gûzereşî hat dayîn.

Gûzereşî bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ya li ser Şengalê û got: “Dijminê dagirker êdî li hember ti nirxan tehemûl nake, bi hemû hêza xwe êrîşê destketiyên Kurdan dike û dixwaze gelê Kurd tine bike. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk berxwedaniyeke bê hempa heye. Dijmin nikare gerîla, ji ber wê serî li rebazên bê exleqane dide û çekên kîmyewî bi kar tîne. Şehîdên me ji gorên wan derdixin. Li beramberê nexweşxane û birîndarên gelê Êzidî, Asûr, Ereb û Sûryan êrîşan pêk tînin. Em Komîteya Tendirûstî ya Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin.”

Hisên Gûzereşî herî dawî bang li saziyên tendirustiyê yên cihanê, saziyên mafên mirov û kesên azadîxwaz kir ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.