Dîdara dildara Çiyayan

Dema ku li Rojavayê Kurdistanê şoreşa azadiyê li seranserî welat de belav dibû, Rojîn jî soz da ku di nav deryayê şoreşê de bibe dilopek dilnizm, bibiryar û serbilind. Rojîn bû Dîdar, zaroka welatparêz ya Efrînê bû milîtanek jin, şervanek a Kurdistanê.

Dîdar, dileke azad a ku Ji Efrînê ber bi çiyayan ve diherike ye

Dîdar li Efrîne şaxeke zeytûn, li Zagrosan pêleke ji Avaşînê ye

Dîdar hêviya dayikên çav li rê, kena di levê gerîla û vegotina ked û îrade ye

Dîdar xulaseya Avaşînê ye…

PARÇEYEK JI DILÊ AZAD

Rojîn Muhammed, bi nasnav Dîdar Ocalan di sala 1997’an de li Efrînê, di hembêza dayikêk welatparêz de çavên xwe dinyayê vedike. Çawa ku zarokên vê axê bi çanda welatparêzî û Apogerî ve hatibe mezinkirin, Rojîn jî ji zarokatiya xwe ve bi vê çandê û kevneşopiyê tê mezinkirin. Ji ber vê yekê berxwedan, serhildêrî û welatparêzî di kesayeta Rojîn de wek taybetmendiyên xisleta Apoyî tê rûnişkandin. Ji ber vê yekê dema ku li Rojavayê Kurdistanê şoreşa azadiyê pêl bi pêl li seranserî welat de belav dibû, Rojîn jî soz da ku di nav deryayê şoreşê de bibe dilopek dilnizm, bibiryar û serbilind… Rojîn bû Dîdar, ew zaroka welatparêz ya Efrînê bû milîtanek jin, şervanek bibiryar ya Kurdistanê…Dîdar Ocalan piştî keda xwe ya bêhempa ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê berê xwe dide çiyayan… Ew dizanibû ku li kûdere bibe bile bibe, qibleya şoreşgeran, rawestgeha dildaran çiyayên Kurdistanê ye. Rêheval Dîdar bi kelecana jineke ciwan bi hestên tolhildane dimeşe çiyayan… û gerîla Dîdar dibe perçeyek ji dilê azad ya gerîla.

DÎDAR BI AVAŞÎNÊ VE BEDEW BÛ

Li çiyayan wargeha Dîdar, Avaşîn bû. Di zimana gerîla de Avaşîn bi ked û rêhevaltiya xwe dihat naskirin. Yek jî bi xweşikbûna xwe… Li Kurdistanê tiştên ku erdnîgariya cîhekî xweşîk dike, xwêdan û xwînê ku li wir hatiye rijandin e. Ji ber ku di vê axê de xweşikbûn bêberdêl nîne, bedewiyên ku di oxira wê de berdêl û ked nehate dayîn jî, bedewiyên derbasdar û bêwate ne. Rêheval Dîdar jî dema ku gavên xwe ber bi Avaşînê ve avêt, ew di zanebûna wan tiştan de bû. Ji ber vê yekê ew rojek jî bêked nejiya, di her kelîyê jiyanê de bi wêreki fedakartiyên mezin kir... Paqijiya dilê wê weke ava Meydanke  yê weke Avaşin kûr û zelal bû.  Berê şehadeta xwe jî rêhevalên wê ,wê wekî  melekek pênase dikirin. Ji ber ku ew bi dilnizmiya xwe di nav hevalên xwe de heskirinek bê hesap dabû avakirin.

Dîdar bi şerkerî û wêrekiya xwe xwedî seknek çalakger bû. Heskirina Dîdar ya li hember çeka xwe di her keliya jiyanê de diyar bû. Çek amura jiyana azad , çek wateya têkoşina pîroz  û çek perçeyek ji hêrsa dilê Dîdar bû.

ŞEHÎDBÛNA DÎDAR BANGA AZADIYÊ YE

Dîdar li Efrînê bi Avesta Xabûran , bi Barînan ve  di heman eniye de şer kir û di şopa wan  de bi azweriyek mezin şerê azadiya welat berdewam kir. Ji ber ku ew rêhevala wan bû.  Ji ber ku ew  bi kînekî mezin sonda tolhildana dagirkeriya Efrîna rengîn xwari bû. Heskirin û girêdana welat di hinavên Dîdar de weke çiyayê Hawarê bedew û bilind bu. Ew di her lutkeye çiyayeke de bi qerînên xwe yên kelecanî di guhên hevalen xwe de deng vedida û asoyên Avaşîne bi qêrîna wê dixemilî.

Dîdar pirek di navbera Efrîn û Avaşînê ye… Niha li seranserê Zagrosan, di herîkandina Avaşîn û bi hemû bedewiya xwe Mamreşo de dengê lêdana dilê Dîdar heye . Ji 28’ê Kanûnê 2020’an ve li Avaşînê hemû sozên tolhildanê di oxira Dîdar de tê dayîn. Şahadeta rêheval Dîdar sedema rizgarkirina welat, şehadeta Dîdar  sedema lêdana dijmin, banga dema azadiyê ya niha ye…