Di şerê Zap, Metîna û Avaşînê de dîmenên çalakiyên li dijî dagirkeran- I

Şerê li Zap, Metîna û Avaşînê ne tenê li çeper û tunelên berxwedanê qewimî. Di nava 4 meh û nîvan de li gelek baregeh, qereqol, helîkopter û wesayitên leşkerî yên dagirkeran hate xistin û dîmenên wan hatin kişandin.

Artêşa Tirk a dagirker li ser qadên gerîla; herêmên Zap, Metîna û Avaşînê di 14'ê Nîsana 2022'an de dest bi êrîşeke berfireh a ji bo dagirkirinê kir. Vê hewldana leşkerî mehên biharê destpê kir û demeke dirêj amadekarî jê re hatibû kirin. Ya rast gerîlayên HPG û YJA Starê ji vê êrîşê re amade bû.

Êrîşê destpêkê bi bombardûmana balafirên şer û danîna dagirkeran a bi dehan helîkopterî destpê kir. Armanc jê ew bû têkiliya navbera herêmên gerîla bibire û li herêmê gerîla tengav bike. Lê belê artêşa Tirk a ku dixwest bi rêya vê êrîşê li Zap, Metîna û Avaşînê xwe mayinde bike, bi berxwedana dîrokî ya gerîla ku xwe bi taktîkên şer amade kiribû, şoq bû.

Artêşa Tirk bi her cûre çekên serdema dawî li gel çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer êrîş kir. Li hemberî vê yekê jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji roja destpêkê ve li dijî leşkerên Tirk bi dehan çalakî lidar xistin. Bêguman ev çalakî wê di nava 4 meh û nîvan de ne tenê li tunelên berxwedanê bima; her gir û çeperên ku artêşa dagirker dixwest lê bi cih bibe, wê bibûna hedefa gerîla.

Li gel şert û mercên giran ên şer jî gerîla dîmenê beşek ji van çalakiyan kişand. Bi van dîmenan ku li Gerîla TV û ANF'ê hatin weşandin, têkçûna artêşa Tirk a dagirker a di şerê Zap, Metîna û Avaşînê de hate nîşandan.

Me ev dîmen ji bo careke din dan hev, ku bû kabûsê dewleta Tirk û ji aliyê medya Tirk ve nehate dîtin. Vaye ew dîmen ku nîşan dide di navbera 13'ê Nîsanê û 31'ê Tebaxa 2022'an de li Zap, Metîna û Avaşînê artêşa Tirk a dagirker derbên çawa dixe:

13'ê Nîsanê. Saet di 18:13'an de li Girê Şehîd Dilgêş, hêzên YJA Starê dagirkeran dixin bin kontrola xwe û piştre bi çekên giran lê didin. Di vê çalakiyê de ku li hemberî du çeperan tê kirin 3 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin.

19'ê Nîsanê: Saet di 11:10'an li Girê Şehîd Ciwan ê Qada Berxwedanê ya Karker, dagirker dibin hedefa Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê. Di vê çalakiyê de 6 dagirker têne cezakirin, 4 jî birîndar dibin.

23'ê Nîsanê: Nava rojê li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê, gerîlayên HPG û YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran dixin. Dîmenê cezakirina dagirkerekî kêlî bi kêlî tê kişandin.

26'ê Nîsanê: Li Qadên Berxwedanê yên Werxelê, hêzên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çalakiyeke bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xistin. Di dîmenan de ku ji aliyê Gerîla TV ve hatin weşandin, tê dîtin ku di çalakiyê de 8 dagirker hatin cezakirin.

27'ê Nîsanê: Nava rojê gerîlayên HPG û YJA Starê derbên giran li dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê dixin. Di vê çalakiyê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

7'ê Gulanê: Saet di 18:20'î de li Girê Şehîd Axîn, dagirker dibin hedefa Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê. Di vê çalakiya gerîla de 2 dagirker hatin cezakirin.

10'ê Gulanê: Saet di 16:20'î de li Qada Berxwedanê ya Werxelê, gerîlayên YJA Starê li dagirkeran xistin ku hewl didan li derdora çeperên şer bi cih bibin. Di çalakiyê de ku dîmenê wê kêlî bi kêlî hate kişandin, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

19'ê Gulanê: Saet di 11:40'î de li Girê Xaç ê qada Xantûrê ya Heftanînê, dagirkerên ku di nava liv û tevgerê de bûn, bûn hedefa Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê. Di çalakiyê de ku dîmenê wê ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin 9 leşkerên Tirk hatin dîtin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di vê çalakiyê de 7 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

24'ê Gulanê: Li Qada Berxwedanê ya Çiyareş a Zapê, li dijî dagirkerên ku hewl didan bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombeyan li çeperên şer ên li Girê Cehennemê bibarînin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî dan destpêkirin. Kêlî bi kêlî dîmenê vê operasyonê hate kişandin. Di encamê de herî kêm 18 dagirker hatin cezakirin.

25'ê Gulanê: Leşkerên Tirk nava rojê hewl dan ji girê li qada Girê FM dakevin xwarê û di encama çalakiya gerîla de bi panîkê reviyan. Dîmenê vê yekê jî ji aliyê kamera gerîla ve hate kişandin.

29'ê Gulanê. Serê sibehê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîla de li çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan şerekî giran qewimî. Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin. Dîmenê yek ji leşkerên hatin kuştin Nûrî Melîh Bozkûrt hate weşandin. Lê belê rayedarên dewleta Tirk îdîa kirin ku Bozkûrt bi birîndarî biribûn nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê miriye.

3'ê Hezîranê: Saet di 14:45'an li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di dîmen de ku ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin dagirkerek hate cezakirin.

6'ê Hezîranê: Saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li derdora çeperên şer ên li Şehîd Zemanî 2 dagirker hatin cezakirin. Dîmenê çalakiyê 18'ê Hezîranê ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin.

15'ê Hezîranê: Nava rojê gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî leşkerên Tirk ên dagirker ber bi kûrahiya qada berxwedanê ve kişandin û lê dan. Di dîmenên çalakiyê de ku piştî 2 rojan li ANF'ê hatin weşandin, qada berxwedanê piştre ji aliyê artêşa Tirk ve bi obus û balafirên şer ve hate bombekirin.

5'ê Tîrmehê: Saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin û dîmenê çalakiyê kêlî bi kêlî hate kişandin.

6'ê Tîrmehê: Saet di 22:00 de artêşa Tirk a dagirker tevî kûçikan berê xwe dan Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û kete kemîna gerîla. Ji dagirkerên kumik sor 13 hatin cezakirin. Dîmenê çalakiyê jî kêlî bi kêlî hate kişandin.

17'ê Tîrmehê: Saet di 02:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji du baskan ve xwe berdan nava dagirkeran. Bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran hate xistin û di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin. Dîmenê çalakiyê jî 8'ê Tebaxê ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin.

18'ê Tîrmehê: Saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan çepereke dagirkeran hate îmhakirin û dîmenê wê jî piştî çend rojan ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin.

22'ê Tîrmehê: Saet di 00:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Dîmenê vê çalakiyê ku dagirkerek hate cezakirin, hate weşandin.

10'ê Tebaxê: Saet di 09:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, dagirkerên ku dixwestin bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bombeyan li çeperên şer ên li Girê Şehîd Zemanî bibarînin, dema ku li hev kom bûn, bûn hedefa gerîla. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çepera wan jî hate rûxandin. Dîmenê vê çalakiyê jî kêlî bi kêlî hate kişandin.

Sibe:
* Çalakiyên li ser baregeh û qereqolên artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê
* Helîkopter û wesayitên leşkerî yên li wan hate xistin
* Malzemeyên leşkerî û droneyên hatin bidestxistin.