Di ser serhildanên 6-8'ê Cotmehê re 6 sal derbas bûn

Di ser serhildanên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê re 6 sal derbas bûn, ku piştî bendewariya Erdogan a ji bo 'Ketina Kobanê' dest pê kir. Rejîma Tirk ku nekarî xwe li têkçûna DAÎŞ'ê rabigire, serhildan kir bahane û li dijî Kurdan şerekî topyekûn ragihand.

Piştî ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê di navbera du xetên hegemonîk de şerê navxweyî dest pê kir, gelê Kurd jî tevî gelên din ên li herêmê ji bo parastina xwe, kete nava liv û tevgerê.

Rojavayî di şerê Sûriyeyê de ku hêzên herêmî û navneteweyî tevlî bûn, nebûn aliyek û weke 'xeta sêyemîn' derketin pêş. Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de jî li Kobanê agirê şoreşê dadan.

Piştî ku Şoreşa Rojava pêk hat, beriya rejîma Sûriyeyê û hêzên dij bi rejîmê, dewleta Tirk bi refleksa xwe ya dijminatiya dîrokî ya li Kurdan tevgeriya û destpêkê gefa "Em ê herêma tampon ragihînin" xwar.

ÊRIŞ BIRIN SER ŞOREŞÊ

Dewleta Tirk piştî van gefxwarinan kete nava liv û tevgerê û bi destê komên Îxwanî-Selefî û 'Kurd ên noker' ji sala 2012'an heta sala 2014'an heta radeyekê êriş bir ser Rojava.

Di vê demê de li dijî Efrînê, Kastel Cîndo, Serêkaniyê, Girê Spî, Şêx Meqsûdê, Kobanê û gelek herêmên din êriş li dar xist, li Til Eran û Til Hesilê jî komkujiyên mezin hatin kirin. Lê belê Kurdan ji şoreşê û îradeya xwe tawîz nedan.

GEFA ERDOGAN A BI 'XETA SOR'

Di vê navberê de dewleta Tirk tim û tim gef li Rojava xwar û 'xeta sor' radigihand. Di hevdîtineke li Îmraliyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi gotina 'Hûn jî ji Tayyîp Beg re bêjin; Rojava xeta min a sor e' nerazîbûn nîşanî vê rewşê da.

Di 15'ê Îlona 2014'an de dewleta Tirk vê carê ji bo bi destê DAÎŞ'ê şoreşê bifetisîne kete nava liv û tevgerê. Bajarê ku kir hedef jî Kantona Kobanê bû, ku destpêka şoreşê bû.

Çeteyên DAÎŞ'ê piştî xistina Mûsil û Şengalê id 15'ê Îlona 2014'an de berê xwe dan Kobanê.

GELÊ BAKURÊ KURDISTANÊ ÊRIŞÊN LI SER ŞOREŞÊ QEBÛL NEKIR

Li hemberî êrişên li ser Kobanê, gelê Bakurê Kurdistanê pêl bi pêl herikî Pirsûsê ya li ser sînorê Kobanê û tevlî çalakiyên nobedê bû.

Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê nerazîbûna li dijî piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAÎŞ'ê mezin dibû. Çalakiyên bikarneanîna wesayitan, daxistina derabeyên diknan, meşên protestoyî û gelek çalakiyên bi heman rengî dihatin lidarxistin.

Gelê Bakurê Kurdistanê piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAÎŞ'ê bi rengekî vekirî didît. 1'ê Cotmehê komek ji DAÎŞ'ê dema ku ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Kobanê dibû, di televîzyonan de hate weşandin û gel ev hevkarî bi rengekî zindî didît.

Heman rojê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê wê demê Selahattîn Demîrtaş, bi Serokwezîrê Tirk ê wê demê Ahmet Davûtoglû re axivî. Demîrtaş di rûniştineke 11'ê Nîsana 2018'an de diyar kir ku hikumetê soza piştgiriyê di wê hevdîtinê de da, lê belê piştre li ser soza xwe nesekinî.

HIŞYARIYA OCALAN A JI BO KOBANÊ

2'ê Cotmehê heyeta HDP'ê li Girava Îmraliyê bi 5 saetan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûnişt. Ocalan di wê hevdîtinê de diyar kir ku divê piştgirî ji Kobanê re bê dayin.

Roja 5'ê Cotmehê Hevserokê PYD'ê yê wê demê Salih Muslim bal kişand ser giranbûna êrişên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê û bang li hêzên navneteweyî kir ku bi lezgînî dest li rewşê werdin.

Roja 6'ê Cotmehê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku pêvajoya çareseriyê û Kobanê nabe ku ji hev cuda bên dîtin û destnîşan kir ku rêya aştiyê ji Kobanê derbas dibe, eger yek jê têk biçe ya din jî wê têk biçe û şikestineke mezin a psîkolojîk wê pêk were û ji bo Kobanê banga piştgiriyê kir.

REBERÊ GELÊ KURD: JI DAÎŞ'Ê RE DAWÎZ NÎNE, EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heman rojê got, "DAÎŞ rêxistineke lihevçêkirî ye" û diyar kir ku dewlet an jî hikumet an jî mirovên piştgiriya DAÎŞ'ê dikin, wê DAÎŞ sibe berê xwe bide wan, ji bo wan wê bibe pirsgirêkeke mezin û ji bo Kobanê banga piştgiriyê kir.

Abdullah Ocalan di hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re got, "Li dijî DAÎŞ'ê divê heta dawiyê li ber xwe bidin" û wiha dewam dikir, "Mirovên me yên li Kobanê wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Li her devera ku DAÎŞ lê heye û Kurd lê dijîn, li ku DAÎŞ'iyek hebe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.  Ti carî wê tawîz ji DAÎŞ'ê re neyê dayin. Mafê kesî nîne ku gelekî tune bike. Li dijî vê polîtîkayê bila Kurd li her cihî rabe ser piyan. Li dijî DAÎŞ'ê divê berxwedaneke mezin bê nîşandan. Eger îro vê nekin sibe wê dereng be."

KÊFXWEŞIYA ERDOGAN A BI GOTINA 'KOBANÊ DIKEVE, LI BER KETINÊ YE'

Di vê navberê de êrişên li ser Kobanê bi rengekî giran dewam dikirin. Êrişan ji sê aliyan ve dewam dikir. Roja ku êriş giran bûbû Tayyîp Erdogan di 7'ê Îlonê de li navçeya Islahiye ya Dîlokê di serdana cihekî de ku weke eniya pişt a DAÎŞ'ê didît, PKK û DAÎŞ weke hev nîşan dida û digot, "Tirkiye bi qasî ku li dijî terora DAÎŞ'ê ye, ewqasî li dijî rêxistina terorê PKK'ê ye (...) Kobanê dikeve, li ber ketinê ye."

ÊDÎ GOTIN A GEL BÛ Û GEL LI QADAN BÛ

Ev gotinên Erdogan bûn sedem ku çalakî dest pê bikin. Çalakiyên ku 6'ê Cotmehê ji hin aliyan ve dest pê kir, di 7 û 8'ê Cotmehê de li Bakurê Kurdistanê veguherî raperîna gel a bi heybet. Di demeke kurt de li gelek bajar û navçeyan belav bûn. Bi destpêkirina çalakiyan re leşker û polîs vekişiyan nava qereqol û leşkergehan.

Li gelek bajaran derketina derve hate qedexekirin, li hin bajaran jî tank gerandin. Di çalakiyên şermezarkirinê de yên 6'ê Cotmehê dest pê kirin û heta 12'ê Cotmehê dewam kirin bi taybetî li Amed, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Dîlok, Çewlig, Mûş, Êlih, Stenbol, Îzmîr û Edeneyê nêzî 50 kesî jiyana xwe ji dest dan.

BI DEHAN KES HATIN KUŞTIN, BI HEZARAN KES HATIN GIRTIN

Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Emniyetê li 36 bajaran bi giştî 2 hezar û 389 bûyer qewimîn, 48 sivîl û 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan, 438 sivîl û 331 polîs birîndar bûn, 4 hezar û 291 kes hatin destgîrkirin, hezar û 105 ji wan hatin girtin.

Li gorî rapora Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan 46 kesan jiyana xwe ji dest dan, 682 kes birîndar bûn. Di raporê de hate ragihandin ku hezar û 974 kes hatin destgîrkirin, 323 kes hatin girtin.

Di raporên hin saziyan de jî hate ragihandin ku 52 kesan jiyana xwe ji dest dan, hinekan jî gotin 53 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku têkildarîbûyeran lêpirsîneke xurt nehate meşandin kiryar nehatin tespîtkirin.

LÊPIRSÎNEKE XURT Û BI BANDOR NEHATE MEŞANDIN

Têkildarî mirovên di çalakiyên ji bo Kobanê de hatin kuştin lêpirsîneke xurt û bi bandor nehate meşandin, lê ji bo polîs û endamên Hîzbûllahê yên hatin kuştin, lêpirsîn hatin meşandin.

Rejîma Tirk ji sala 2014'an û vir ve serhildanên 6-8'ê Cotmehê li dijî HDP'ê hîn jî bi kar tîne.

PÊLA GIRTINÊ YA LI DIJÎ SIYASETA KURD

Di vê çarçoveyê de destpêkê di 4'ê Mijdara 2016'an de Hevserokên HDP'ê yên beriya niha Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, gelek wekîlên HDP'ê û hevşaredar hatin girtin.

Herî dawî Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, wekîlên berê yên HDP'ê Beyza Ustun û Ayla Akat Ata jî di nav de gelek HDP'î hatin girtin.

HIŞYARIYA 'MEKANÎKA DARBEYÊ'

Abdullah Ocalan di hevdîtina 6'ê Cotmehê de ragihand ku şerê li Kobanê û pevajoya li Tirkiye û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di Newroza 2013'an de dest pê kir nabe ku ji hev cuda bên nirxandin û hişyarî da ku eger hikumet bi ya xwe bike mekanîka darbeyê dikare bikeve dewrê.

Xusûseke din a ku balê dikişîne jî ew e ku Serokatiya Fermandariya Giştî di daxuyaniya 8'ê Cotmehê de îdîa kir ku li Kadîfekale ya Îzmîrê ala Tirk hatiye daxistin û şewitandin. Lê belê piştî ku Walîtiya Îzmîrê ev îdîa derewand, Serokatiya Fermandariya Giştî daxuyaniya xwe ji malpera înternetê rakir.

GEFÊN ERDOGAN BÊNAVBER DEWAM KIRIN

Piştî çalakiyan 9'ê Cotmehê ji malpera înternetê ya fermî ya Serokkomariyê daxuyaniyek hate dayin û hate îdîakkirin ku çalakî 'dûr nêz eleqeya xwe bi meseleya Kobanê re nîne'.

Heman Erdogan 11'ê Cotmehê di axaftina xwe ya têkildarî çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê de gefa "Hûn ê hesab bide" li siyasetmedarên Kurd xwaribû.

BI CIVÎNA MGK A 30'Ê COTMEHÊ RE ŞERÊ TOPYEKÛN LI DIJÎ KURDAN HATE RAGIHANDIN

Rejîma Tirk piştî çalakiyên Kobanê di 30'ê Cotmeha 2014'an de civîna herî demdirêj a Desteya Ewlekariya Milî (MGK) pêk anî ku 10 saet û 20 deqeyan dewam kir.

Di wê civînê de li dijî Kurdan biryara şer hate dayin û planeke ku piştre hate hînbûn navê 'Plana çalakiyê ya têkbirinê' lê kirine, hatiye amadekirin. Di wê planê de şerê li dijî Kurdan bi vê gotinê hatibû formulekirin: "Di çarçoveya têkoşîna piralî ya dijî terorê de pêvajoya çareseriyê hatiye nirxandin, li dijî bûyerên provokatîf ên li hemberî atmosfera aram û erênî ya pêvajoyê biryardariya ji bo parastina ewlehî û sîstema cemaweriyê hatiye destnîşankirin."

DEMÎRTAŞ LI DADGEHÊ QALA WÊ DEMÊ KIR

Hevserokê HDP'ê yê wê demê Selahattîn Dmîrtaş di rûniştina 11'ê Nîsan 2018'an de têkildarî serhildanên 6-8'ê Cotmehê naveroka hevdîtinên bi hikumetê re yek bi yek vegot.

Demîrtaş anî ziman ku di destpêka meha Cotmehê de bi Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû re li ser rewşa Kobanê hevdîtin kiriye û di wê hevdîtinê de gotine, "Bila Tirkiye ji bo Kobanê korîdorekê veke û bihêle ku ji Qamişloyê ber bi Kobanê ve piştgirî bê şandin." Demîrtaş diyar kir ku Davûtoglû jî ev yek qebûl kiriye.

QURETIYA HER CARÊ YA DAVÛTOGLÛ!

Demîrtaş diyar kir ku piştî 5-6 rojan li bendê ma, ji ber ku ji hikumetê gavek nehate avêtin di 6'ê Cotmehê de li Davûtoglû bi rêya telefonê geriya ye û Davûtoglû jê re gotiye, "We dît û fêhm kir, hûn ê bi vî rengî bibin hewcedarê me. Li Rojhilata Navîn bêyî me pelek jî nikare bilive. Eger Kurd bêyî me tevbigerin, wê ev bê serê wan. Hûn çi dikin bikin'."

Hevserokên HDP'ê yên wê demê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de HDP'iyan gelek caran li dadgehan têkildarî serhildanên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê xwestin ku li Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê yê wê demê Mûhammed Dervîşoglû û Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Efkan Ala bê guhdarîkirin. Lê belê ev daxwaza wan nehate bicihanîn.