Di sê mehan de herî kêm 94 jin hatin kuştin, 84 jî mirinên bi guman

Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî diyar kir ku, tundiya li ser jinê zêde bûye û ragihand ku di navbera 1'ê Adarê û 31'ê Gulanê de herî kêm 94 jin hatine qetilkirin û 84 jin jî bi guman mirine.

Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî bîlançoya xwe ya sê mehane ya tundiya li ser jinan û êrîşên zayendî yên li dijî zarokan eşkere kir.

Rapor sê mehên di navbera 1'ê Adarê û 31'ê Gulanê de cih digire. Li gorî dema navbera 1’ê Kanûnê û 28’ê Sibatê tundiya li ser jin û zarokan zêde bûye.

Rapor ji nûçeyên ku li ser tundiya mêran di çapemeniyê de hatine weşandin hatiye amade kirin. Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî go, “Ji bo xwe bigihêjînin dozên tundiya li ser jinê û îstîsmara zarokan, nûçeyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, Bianet, Jin News, Ajansa Mezopotamyayê, Anit Sayaç û gelek ajansên çapemeniyê yên herêmî û neteweyî li ber çavan re derbas kirine.”

BÎLANÇOYA TUNDIYA LI DIJÎ JIN Û ZAROKAN

Li gorî raporê;

Di navbera 1'ê Adarê û 31'ê Gulana 2023'yan de 94 jin hatin qetilkirin, 84 jin jî bi guman mirin.

-185 jin rastî tundî hatin û birîndar bûn, 9 jin ji wan bi giranî birîndar bûn. 34 jin rastî gefan hatin, 14 jin rastî tacîzê, 7 jin rastî destdirêjiya zayendî û 38 zarok rastî îstismara zayendî û fizîkî hatin.