Di salvegera Fermanê de çalakiya li dijî Femînîsîdê

Beriya 5 salan çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bi ser Şengalê de birin. Piştî qirkirina li ser Êzîdiyan yekîneyên YJŞ'ê û YBŞ'ê hatin avakirin. Ji ber salvegera 5'an a qirkirinê 3'yê Tebaxê mîna ''Roja çalakiyê ya li dijî Femînîsîdê'' hate ragihandin.

3'yê Tebaxa 2014'an ji bo gelê Êzîdî bû mîlad. Ev dîrok xeleka dawî bû ya komkujiyên ku beriya bi 773 salan dest pê kirî. Ji bo Êzîdiyan dibû ''Fermana 73'yan'' ango 73 komkujî. 5 sal di ser êrîşa komkuj a DAÎŞ'ê re derbas bûn, ku êrîş birin ser cih û strateya pîroz a Êzîdiyan, Çiyayê Şengalê.

Di qirkirinê de bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, 400 hezarî zêdetir Êzîdî bê şûn û war bûn. Ji 6 hezarî zêdetir DAÎŞ'î hatin revandin. Nîvê kesên ku hatin revandin, jin û zarok bûn. Niha hê jî tê texmînkirin ku nêzî 3 hezar jinên Êzîdî di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne.

Daxwazên sereke yên Êzidiyan ji raya giştî ya cîhanê ew e ku Neteweyên Yekbûyî (NY) 3'yê Tebaxê mîna ''Roja Qirkirina Êzîdiyan'' ragihîhin û DAÎŞ'î li dadgeheke navnetewî werin darizandin. Bi çarçoweya salvegera qirkirinê, Êzîdî û rêxistinên civaka sivîl û mafê mirovan xwe ji çalakî û bernameyan re hazir dikin.

ŞENGAL NÎV XWESER BÛ

Şengal li cihê herî başûr ê Kurdistanê xwediyê çiyayekî bi dirêjahiya 70 kîlometreyî ye. Şengal cihekî wiha ye ku ji desthilatan serbixwe bûye xwedî xweseriyekê. Êzîdî li li nav sînorên Başûrê Kurdistanê jî, ku cihê pîroz ê Êzîdiyan Lalêş jî di nav de ye, li herêma Şeyxanê û li herêma Şengalê ya bi ser Mûsilê ve jî, dijîn.  Êzîdiyên ku li Şengalê li 15 gundên giştî bi hev re dijîn, li herêmê nifûsa herî xilbe ye.

FERMANA PÊŞÎ SEDSALA 7'AN

Ji bo Êzîdiyan ku ji ber baweriya wan seraqet artêş û dewletên Îslamê êrîşên qirkir birin ser wan Çiyayê Şingalê tim stareyek bû. Êzîdî yên ku li dijî polîtîkayên emperyal ên Îslamê tim xwestin baweriya xwe ya qedîm bijîn, bi sed hezaran berdêl dane. Li dijî Êzîdiyan piraniya biryarên qirkirinê Osmaniyan bi cih anîn. Ji bo ku bi fermanên paşayên Osmaniyan pêk hatin, navê qirkirinê jî weke ''ferman''ê hatin binavkirin. Ji 1246'an komkujiya pêşî ve û heta 3'yê Tebaxa 2014'an 73 Ferman li ser wan hatin rakirin.

BÛNE HEDEFA RÊXISTINÊN ÎSLAMÎ

Beriya 3'yê Tebaxa 2014'an, 14'ê Tebaxa 2007'an jî bi 4 wesayitên bombebarkiî, êrîş li gundê Sîba Şêx Xidir û Til Izêr ên Şengalê li ser Êzidiyan hate kirin û 300 sivîl hatin qetilkirin. Rêxistina Ensar El Sune ya El Qaîde êrîş anî ser xwe. Piştî 14'ê Tebaxê jî gelek caran rêxistinên îslamî êrîş birin ser Êzidiyan û gelek ji wan qetil kirin, revandin.

GEL BAWERIYA XWE BI PÊŞMERGEYAN ANÎBÛ

Li Rojhilata Navîn ji hêla dewletên emperyalîst ve pêvajoyeke nû hatibû destpêkirin û qert bi destê DAÎŞ'ê dîsa hatibû belavkirin. Li Rojhilata Navîn ji bo parvekirineke nû, piştî ku DAÎŞ berdan qadê, DAÎŞ, bêyî ku ti berxwedaniyek li dij çêbibe, kete Mûsilê. Piştre 16'ê Hezîrana 2014'an Telefer a Mûsilê bi dest xist. Hedefa dawî ya DAÎŞ'ê jî Şengal bû. Beriya êrîşa DAÎŞ'ê bi rojan li derdora gundên Êzîdiyan bi cih bûn.

Bi temamî dora Şengalê hatibû pêçan, tenê deriyê  Til Koçer mabû. Pêşmerge jî, li dijî vê cihên kontrolê datanî. Ev hazrî weke berevaniya Êzîdiyan a li dijî êrîşeke wiha hate şîrovekirin. Lê dema ku DAÎŞ'ê êrîş anî, pêşmergeyên PDK'ê tişta ku dihate payin nekirin û reviyan.

PÊŞMERGEYAN BERXWEDAN ŞIKANDIN

Êrîşa ku ji mêj ve dihate payin 3'yê Tebaxê, bi şev saet 02.00'an dest pê kir. DAÎŞ'ê bi hawanan êrîş bire ser Şengalê. Êrîşa pêşî birin ser gundê Girzêrê. Piştre êrîş birin ser gundê Sîba Şêx Xidir û gundên başûr ên Şengalê. Saetên pêşî gel bi hêza xwe bersiv da. Pêşmergeyên PDK'ê jî Şengal berdan. DAÎŞ'ê bi cebilxaneya ku ji Mûsilê anîbûn êrîşeke giran anîn, dema ku pêşmergeyan jî Şengal berdan, DAÎŞ'ê lezand û êrîş kire tevgera dagirkirinê. Gel jî ji bêgavî ji Şengalê derket. Piraniya gundiyên Başûr û Bakur hewl dan ku xwe bigihînin çiyê, beşek jê jî xwe li aliyê Başûrê Kurdistanê û Rojava girt.

GERÎLAYÊN HPG-YJA STARÊ XETA BERXWEDANÊ DANÎN

Li dijî êrîşên DAÎŞ’ê PKK ji bo berevaniya li Şengalê yekîneyeke gerîla ya ji 12 kesan sand. Berevaniya li Êzîdiyên ku xwe li çiyê girtin, pêşî 12 gerîlayan kirin. Piştre du tabûrên ji hêzên PKK’ê pêk hatî çû bi alîkariyê ve û nehiştin ku DAÎŞ heta bi kûrahiya çiyê ve biçe. Piştre gerîlayan ji bakur heta bi herêma Rojava korîdora ewlehiyê danîn. Beşek ji Êzîdiyên ku derbasî Rojava bûn li kampa Newrozê man û beşek jê, çûne Başûrê Kurdistanê, ji wir çûne Bakurê Kurdistanê, bajarên mîna Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Amed, Sêrt û Rİhayê.

ŞENGAl HATE AZADKIRIN

Piştî ku PKK’ê hêz şandin, xeta berevaniyê hate qeyimkirin û 11 mehan , li qadeke berteng berxwedaniyê dom kir. Ji hêla gerîlayan ve bi gelê Êzîdî re YBŞ û YJŞ hatin avakirin. Li gorî hewcehiya berxwedanê ‘’Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo Rizgariya Şengalê’’ hate avakirin. Piştre ji pozîsyona berevaniyê pêngavên serwerbûna li qadê hatin avêtin.

Fermandariya Hevpar 12’ê Mijdara 2015’an ragihand ku ‘’Operasyona Rizgarkirina Şengalê’’ dane destpêkirin. Li gel vê, li Rojava, hêzên YPG-YPJ’ê û li aliyê Şengalê gerîlayên HPG-YJA Starê ji bo azadkirina Şengalê şer dikirin. Di roja duyan a operasyonê de hêzên YBŞ, YJŞ’ê û gerîlayên HPG’ê, YJA Starê navendên bajêr ji DAÎŞ’ê paqij kirin. Hêzên hevpar piştre gundên başûr ên Şengalê jî azad kirin.

BÎLANÇOYA QIRKIRINÊ GIRAN BÛ

Bîlançoya êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Kurdên Êzîdî giran bû. Di êrîşên DAÎŞ’ê de hezar û 293 Êzîdî hatin kuştin, 360 hezar Êzîdî ji bêgavî koç kirin. Her wiha ziyan giha ser 68 cihên pîroz û cihên îbadetê.

69 gorên komî hatin dîtin, 6 hezar û 417 kes hatin revandin. Ji van 3 hezar û 584 jin û zarok bûn. Aqûbeta 3 hezaran ji van nayê zanîn. Tê gotin niha li Şengalê nêzî 150 hezar Êzîdî dijîn.

JI BO DADGEHA CEZAYÊ GAVA PÊŞÎ HATE AVÊTIN

Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) 12’ê Cotmeha 2017’an, bang li welatên endam ên Konseya Ewropayê kirk u êrîşên li Iraqê û Sûriyê mîna ‘’qirkirinê’’ bi fermî nas bike. Bang bi yek dengî hate qebûlkirin. Di civînê de ya li Laheyê ya Hollandayê hatî kirin, rayedarên ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, siyasetmedarên navnetewî, hiqûqnas, xizmên kesên ku DAÎŞ’ê ew kuştine, şahidên komkujiyê û rayedarên Iraqî hazir bûn. Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Federal a Herêma Kurdistanê qebûl kirin ku li ser mijara komkujiyên DAÎŞ’ê bi raya giştî ya navnetewî re bixebite. Di civînê de ji bo darizandina DAÎŞ’iyan gava pêşî ya avakirina dadgeheke taybet hate avêtin.

DADGEHÊN DARIZANDINA DAÎŞ’Ê DIVÊ LI ROJAVA WERIN AVAKIRIN

Darizandina çeteyên DAÎŞ’3e di rojava rêveberiya xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî. Bi vê armancê, 6-7-8’ê Tîrmehê, li Amûdê, ‘’Forûman Navnetewî  ya DAÎŞ’ê’’ hate kirin. Di forûmê de DAÎŞ bi berfirehî hate nirxandin, têkoşîna piştî niha li dijî DAÎŞ’ê û pêvajoya darizandinê hate nirxandin. Di encamnameyê de biryar derket ku dadgeha navnetewî divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cihê ku DAÎŞ lê têk çûye were avakirin. Ji bo ku ev biryar pêk were hate gotin di serî de NY divê hêzên navnetewî û dewlet bi berpirsyarî rabin.

3’YÊ TEBAXÊ LI DIJÎ FEMÎNÎSÎDÊ ROJA ÇALAKIYÊ

Di pêvajoya qirkirinê de yek ji trajediyan jî ew bû ku tiştên bi serê jinên Êzîdî hatî. Bi hezaran jinên Êzîdî li bazarên koleyan hatin firotin, bi rengekî sîstematîk tecawiz li wan hate kirin û her cure sûcê dijî mirovahiyê li wan hate kirin. Ji ber salvegera 5’an a qirkirinê, Federasyona Meclîsên Jinên Êzîdî yên Elmanyayê 3’yê Tebaxê mînn,  ‘’Roja çalakiyê ya li dijî Femînîsîdê’’ ragihandin. Ji bo kuştina jinan a tenê jib o jinbûna wan têgîna Femînîsîdê tê gotin. Federasyonê li djî femînîsîdê bang li hemû jinên cîhanê kir ku derkevin meydanan, hazirî têne kirin ku 3’yê Tebaxê bi çalakî û bernameyan bala raya giştî bikişînin ser qirkirinê.