Di sala 42'an de em ê bersiva her komplo û êrîşê bidin!

Fermandariya Biryargeha Navendî: Di sala 42'an a partiya me PKK'ê de, em tacîdarkirina têkoşîna azadiyê ya gelê me ya bi sekeftinê, hêz, zîrektî û biryardariya ku di vê rêyê de di dema xwe de bersviê bidin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Gel ji bo salvegera 41'an a damezirîna PKK'ê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniya fermandariyê de wiha hate gotin:
''Salvegera 41'ê ya damezirînê ya partiya me PKK'ê ku li ser hîmê vejîna netewî ya dijî mêtingerî, qirkerî û înkara li Kurdistanê ava bûyî, di serî de li Rêber Apo ku di damezirîna partiya me de û heta ku hatiye roja me xwedî kedeke mezine, li gelê Kurd wê welatparêz, li malbatên şehîdan, li hemû gelên cîhanê yên pêşverû û li hemû hevrêyên hêja pîroz be!

Partiya me PKK partiyeke wiha ye ku li ser rasteqîniya şehîdan ava bûye. PKK ya ku mîmarê têkoşîneke mezin e, bi keda hêja ya şehîdên me yên leheng mezin bûye, bi pêş ve çûye û bûye civakî, îro li çar hêlên cîhanê berbelav bûye û bûye tevgereke mirovahiyê. Bi vê çarçoweyê di serî de şehîdê me yê pêşî Hakî Karer ku bi şehîdbûna xwe bûye sedema damezirîna partiya me û şehîdê me yê pêşî ye, di şexsê hevrê Zekî, Atakan, Çetîn, Armanc, Şevîn, Hilmet, Demhat û Cemîl de hemû şehîdên me yên leheng em bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin û careke dî soz didin ku soza serfiraziyê ya ku me dayî wan em ê bi cih bînin. Hemû şehîdên miha mijdarê ya ku meha damezirînê ya partiya me ye, di şexê fermandarên leheng Delal Amed, Reşîd Serdar, Kerîm Kato, Azê Malazgirt û Çîçek Botan de hemû şehîdên xwe em bi hurmet û minet bi bîr tînin careke dî sond dixwin ku  em ê bîranîna wan di nav têkoşîna Kurdistana Azad, Rêbertiya Azad de bidin jiyîn.

PKK her wiha partiya Rêbertî ye, em salvegera damezirîna partiyê li Rêber Apo pîroz dikin, ku di serdemeke wiha de dema ku Kurd tine dihatin hesibandin, bi pêşdîtina xwe ya kûr û bi rabûna xwe ya biryardar, tovê hebûnê yê partiya me reşand û bi hemû jiyana xwe dirûv da vê tevgerê, bi keda xwe ya bêdawî ta bi têkoşînê ku bi her hilma xwe dayî û îro jî li pergala êşkenceyê ya Imraliyê berxwedaniya herî watedar û esîl a dîrokê nîşan dide, em hezkirina xwe ya bêdawî û dilsoziya xwe ya li Rêber Apo tînin ser ziman.

FELSEFEYA RÊBER APO BÛ HÊVÎYA HEMÛ MIROVAHIYÊ

 Damezirîna PKK'ê li ser navê Kurdistanê biryara berxwedana dîrokî ya civakeke wiha ye ku koka wê digihe kûrahiyên dîrokê, ya li dijî polîtîkayên îmha û înkarê ya dijminê hov û zordar. Rêber Apo bi keda mezin a ku dayî partiya me PKK anî rewşeke pêşeng, ji gelê Kurd re, ku di navbeyna jiyan û mirinê de bû û navê wê jî nedihate hilandin, rêya jiyan û hebûnê vekiriye. Gelê Kurdistanê ku li ser xeta berxwedanê ya PKK'ê komî ser hev bûyî, bûye xwedî hişmendiyeke azad, bi bawerî û wêrekiyeke mezin li dijî mêtingeriya qirker koledarî red kiriye, bûye vîna berxwedaniya mezin a mirovahiyê û hêvîya azadiyê.

Li ser hîmê vê têkoşînê gelê me yê ku bûyî xwedî nasnameya xwe ya gewherî bi azwerî û daxwaza têkoşînê li dijî hişmendiya faşîst ku hewl dide hebûna me û nasnameya me ya gewherî ji me bidize û koledariyê ferz bike, têkoşîneke şoreşger daye destpêkirin. Ronîbûna gelê me ya bi îdeolojiya Apoyî û bi şoreşa vejînê ya ku pêk anî  ji bo hemû çewisandiyan bûye kana mezin a moralê û îro hatiye wê astê ku şoreşa neteweya demokratîk a Kurdistanê pêşengiyê ji şoreşa gelên Rojhilata Navîn re bike. Gelê Kurdistanê bi têkoşîna ku îro li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dike, ku îro asta herî dawî ya paşverûtî û faşîzmê ev tifaq e û bi têkoşîna li dijî çeteyên wan, hatiye asteke wiha ku ji bo hemû gelên cîhanê re bibe mînak. Felsefeya Rêber Apo ku koledariya li ser gelên Rojhilata Navîn hatî ferzkirin tine dihesibîne û li dijî vê bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê, civaka ekolojîk û demokratîk, mîna heqîqeta rastîn a rawesta li ser jiyana azad û mirovî, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovahiyê bûye hêvî.

DI SALA 42'AN DE KOMPLOYA NÛ MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ YE

Îro komploya navnetewî ya 9'ê Cotmehê ya ku hatiye nûkirin, li ser pergala ramanê ya Rêber Apo, li ser Tevgera Azadiyê, li ser hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê û destkeftiyên demokratîk ên gelên herêmê tê ferzkirin. Ev êrîşa nû ya komployê hem Rêber Apo yê ku tecrîda mitleq li ser hatiye danîn vedihewîne navxwe û hem jî bi esasî êrîşa dij şoreş a hê berfirehtir, hegemonîk, faşîst û qirker e ku li ser pergala demokratîk a gelan a li ser paradîgmaya Apoyî şîn hatî û destkeftiyên netewî yên gelê Kurd dike hedefa xwe. Çawa ku komploya navnetewî ya 9'ê Cotmeha 1998'an hatibe pûçkirin, di salvegera 42'an a partiya me PKK'ê de, li bara têkoşîna me ya ku êdî bûye xwedî xisletekî global komploya nû mehkûmî têkçûnê ye. Mîsoger e ku pergala ramana demokratîk a ku Rêbertiya me dayî ber hemû mirovahiyê, berxwedana fedayî ya ku hêzên me bi îdeolojiya Apoyî nîşan didin, bi fedekariya mezin a gelê me û gelên me û bi desteka raya giştî ya mirovahiya pêşverû wê komplogerên navnetewî têk biçin.

DIVÊ EM LI DORA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ LI HEV ASÊ BIBIN

Di vê serdemê de ku em pir nêzî serfiraziyê ne, rejîma faşîst a qirker ku li bara têkoşîna partiya me kêferata dawî dike û alîgirên wan rasteqîniyeke mîsoger e ku em ê di nav rûpelên tarî yên dîrokê de veşêrin. Li ser vê bingehê di sala 42'an a PKK'ê de avakirina yekîtiya netewî, kombûna li dora Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û bi hemû beşên civakê re cih girtina di nav berxwedanê de ji bo siberojên azad bi giringiyeke jiyanî ye.

Em Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê, di sala 42'an a partiya me PKK'ê de, tacîdarkirina têkoşîna azadiyê ya gelê me ya bi sekeftinê, hêz, zîrektî û biryardariya ku di vê rêyê de di dema xwe de bersivê bidin her cure rêbazên her cure komployê û êrîşan bi asta herî bilind dijîn. Em qedro û şervanên têkoşîna Apoyî ku xwedî tecrûbeyeke mezin in, mîsoger e ku ji her demê zêdetir bi biryardariyekê em ê li serkeftinê asê bibim û li peywirên serdemê xwedî derkevin. Di sala 42'an a têkoşîna me de, di rêya serxistina armancên partiya Şehîdan û Rêbertî, partiya me  PKK'ê de, em neferên fedayiyên azadiyê, em dixwazin diyar bikin ku bi giyanê Apoyî yu tê maneya serkeftina teqez, li ser hîmê xeta gerîlayê serdema nû, bi zîrektî û afirîneriya hewce em ê bi biryararî li ser peywirên serdemê bimeşin. Di demeke wiha ku sala 41'an PKK'ê, ku meşa serfiraziya rûmetdar a dîrokê ye û dikevine saleke nû ya PKK'ê,  em careke dî  cejna salvegera partiyê li hemû dostan û li hemû hevrêyên ku li ber xwe didin pîroz dikin, di sala têkoşîna 42'an a PKK'ê de serkeftinên mezin dixwazin.''