Di roja dawîn a nobeta Wijdan û Edaletê de çalakiya dengderxistinê

Di roja dawîn a Nobeta Wijdan û Edaletê ya parlementerên HDP’ê de çalakiya dengderxistinê hate lidarxistin.

Di roja dawîn a Nobeta Wijdan û Edaletê ya parlementerên HDP’ê de çalakiya dengderxistinê hate lidarxistin. Parlementerên di nobetê de bi pîspîskan deng derxistin. Piştî çalakiyê parlementera Agiriyê ya HDP’ê û Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku ev çalakî destpêkek e û got “Gelê Amedê bi deng û rengê xwe piştgirî da çalakiyê. Li vê parkê faşîzm ji dengê wijdan û edaletê tirsiya. Ew çi bikin jî em ê dengê gel zêdetir bikin.

Ji aliyê din ve jî nehiştin ku hunermend û şanogerên ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de hatibûn îxrackirin têkevin parkê. Li ser navê hunermendan Îlhamî Bakir daxuyanî da û got, “Li vê derê Nobeta Wijdan û Edaletê tê kirin û me xwest em werin serdana vê nobetê, lê me asteng dikin. Bijî wijdan û edalet, bimire tehakum.”