‘Di Rewşa Awarte de 139 rojnamevan hatin girtin’

Berdevkê ÎRA Hakki Boltan diyar kir ku di dema Rewşa Awarte  de zextên li ser çapemeniya azad zêde bûn û got, di dema Rewşa Awarte û vir de 401 rojnamevan hatin binçavkirin û 139 rojnamevan jî hatine girtin.

Berdevkê ÎRA Hakki Boltan diyar kir ku di dema Rewşa Awarte  de zextên li ser çapemeniya azad zêdebûn û got, di dema Rewşa Awarte û vir de 401 rojnamevan hatin binçavkirin û 139 rojnamevan jî hatine girtin.

Li Tirkiyeyê piştî ragihandina Rewşa Awarte her meh rojnamevan tên girtin, bi dehan rojnamevan tên binçavkirin. Bi şêweyekî azad nikarin nûçeyan bişopînin. Nikarin biçin cihê dixwazin, yan ji aliyê polîs, leşkeran ve tên astengkirin û dest datînin ser wêneyên wan. Gef û heqaret li rojnamevanan tên kirin. Pasaporta wan têne betalkirin, kartên wan yên zer yê çapemeniyê ji destê wan têne girtin. Dest datînin li ser kamera û makineyên wan. Li Tirkiyeyê di van şert û mercan de rojnamevanî tê kirin. Berdevkê Înisiyatifê (ÎRA) Hakki Boltan di Rewşa Awarte de zextên li ser rojnamevanan nirxand.

‘REWŞA AWARTE JI BO KURDAN HATE ÎLAN KIRIN’

Boltan da zanîn ku ji 21’ê Tîrmeha 2016’an û vir ve zextên li ser saziyên ragihandinê û rojnamevanan pir zêde bûye. Boltan anî ziman ku dewletê ji beriya Rewşa Awarte li hemberî muxalefetê amadekariyeke berfireh kirîbû û wiha axivî: “Armanca sereke ya hikûmetê ew bû ku muxalefetê têk bibe û xwe jî nû ve dîzayn bike. Ji hilbijartinên 27’ê Hezîranê û vir ve hikûmetê siyaseteke nû da destpêkirin, li gorî zagonan ne pêkan bû ku li gorî wê rewşê hikûmet xwe nû bike. Bi hinceta Rewşa Awarte hikûmetê xwe nû kir û hemû desthilatiya welêt xiste bin destê xwe. Rewşa Awarte bi taybetî ji bo Kurdan û Kurdistanê hate îlankirin.”

‘HIKÛMET ÇAPEMENIYA AZAD DIKE HEDEF’

Boltan destnîşan kir ku îro jî armanc û hedefa dewletê ne guheriye û wiha pê de çû: “Ev hikûmet û dewlet jî di her hewil dana xwe de çapameniya azad dike hedef û êriş dike. Çi sazî û dezgeyên çapameniya azad hene digire. Rojnameger rastî li êrişan tên, îşkence dibînin, tên binçavkirin, doz li wan tê vekirin û tên girtin. Hikûmet dibêje heta çapemeniya azad hebe ne gengaz e ku em bigihim armanca xwe, ji ber vê yekê berî her tiştê êrîş li ser çapemeniya azad hate kirin û hemû sazî kirin hedef. Li pêşiya hikûmetê çapemeniya azad kelema herî mezin bû, bi vê armancê xwestin çapemeniya azad ji hole rakin. Ji bo vê jî mirov dikare bêje bi taybetî Rewşa Awarte li hemberî Kurdan û çapemeniya azad hate îlankirin.”

‘139 ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN’

Boltan anî ziman ku ji dema Rewşa Awarte û vir ve bi sedan rojnamevan hatine binçavkirin û girtin. Boltan di dewama axaftina xwe de jî ev tişt got: “Di rewşa Awarte de 401 rojnamevan hatin binçavkirin, 139 rojnamevan jî hatine girtin, li 169 rojnamevanan jî doz hatiye vekirin, li 78 rojnamevanan jî ceza hate birîn û 286 saziyên weke televziyon, ajans, radio, rojname û kovar hatin girtin. Heger li welatekî evqas saziyên çapemeniyê were girtin, li wî welatî ti saziyên çapemeniyê namînin. Li Tirkiyê derketina rojnamevanan weke rewşa defactoyê hate îlankirin û ji êdî ev rewş ji Rewşa Awarte jî derketiye.” 

‘CIVAK BÊ AGAHÎ NEMA’

Boltan di dawiya axaftina xwe de got: “Çapemeniya azad di Rewşa Awarte de jî destûr neda ku civak bê agahiyên rast bimîne û herdem rastî ji tarîtiyê  derxist holê. Ji demên aram bêhtir xebat hate meşandin û civak bê agahî nema. Bi derfetên pir kêm xebatên pir mezin hatin kirin, heger satelaytek weşanê tine be, tu neçarî bi dest û lingê xwe agahiyê bidî civakê.”