FLAŞ

Di Pêngava Xezeba Firatê de gaveke din a stratejîk

Pêngava Xezeba Firatê ku bi mebesta Reqqayê azad bike 4’ê Mijdarê dest pê kirî û bi qonaxa duyemîn berdewam dike, du baskên din yên operasyonê jî tevgeriyan.

2 baskên dî jî yên Pêngava Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê ketin liv û tevgerê. Şervanên ku şevê dî li Til Seman ê girêdayî Reqqayê ku 12 km li başûrê rojhilatê Eyn Îsa ye, heta niha li 6 km qadê serwer bûn. Şervan li qadê bi pêş dikevin.

BAJAROKÊ MAHMÛDLÎ HATE AZADKIRIN

Her wiha bajarokê Mahmûdlî yê stratejîk ku ev 3 roj in bênavber şer lê heye, ji hêla şervanên Odeya Çalakiyê ve hate rizgarkirin. Agahî hate bidestxistin ku di şer de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, du wesayitên bombebarkirî, wesayiteke ku doçka lê hatibû danîn, hate rûxandin. Şervan li gundê ku azad kirine kontrolê dikin.
Bi ketina vî bajarokî re çeteyan derbeke giran xwarin.

Tê payin ku têkildarî mijarê rayedarên leşkerî daxuyaniyê bidin.