Di Nobeta Edaletê ya li Wanê de hat gotin: Divê em zarokên xwe bi tenê nehêlin

Rêveberên rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê çûn serdana Nobeta Edaletê ya li Wanê ku ji aliyê malbatên girtiyan tê domandin. Di serdanê de hat gotin ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye û ev yek nayê qebûlkirin.

Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 119’an de berdewam kir. Di çalakiya îro de ji xizmên girtiyan Aslihan Tîmûr amade bû ku kurê wê Botan Tîmûr li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêya Armûşê îro çûn serdana malbatan.

Di çalakiyê de ji rêveberên HDP’a Rêya Armûşê Cûma Çîftçî da zanîn ku ew piştgiriyê didin çalakiya dayikan û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê îro li hemû girtîgehan berbelav bûye. Tecrîdeke giran heye û ev nayê qebûlkirin. Bi sedan hevalên me yên girtî yên nexweş hene û divê ev bêedaletî bi dawî bibe. Divê hevalên me yên nexweş di zûtirin dem de bên berdan. Bi taybet jî di van 10 salên dawî de zexteke giran li ser hevalên me heye ku cenazeyên wan ji girtîgehan derdikevin. Em naxwazin ku darbestên hevalên me ji girtîgehan derkevin.”

Aslihan Tîmûr jî da zanîn ku kurê wê Botan Tîmûr ev 7 sal in di girtîgehê de ye û axaftina xwe wiha qedand: “Me ji bo edaletê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Banga min ji bo hemû dayikan ew e ku me bi tenê nehêlin. Çendek roj berê girtiyek bi îşkenceyê hate kuştin. Em naxwazin ku cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Bila dayik bên vê derê û em bi hev re bi dengekî bilindtir edaletê bixwazin. Nexwe rêyek naçe vê pirsgirêkê. Divê em zarokên xwe bi tenê nehêlin û bibin dengê wan.”