Di nava şer de jiyana malbateke Ereb

Di gera xwe de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê em ji dûr ve rastî gundekî hatin. Ew gund ji dûr ve pir biçûk xuya dikir. Çem û rûbarên li derdora wî mîna xelekeke zêrîn diteyisî. Cara yekê ye ku bedewiyeke wiha dibînim.

Dema ku em nêzî wî gundî bûn, me hîs kir ku ew gundê di nava bêdengiya xwe de li hember însanên xerîb xwe vedişêre. Ew ji bo me pir balkêş bû. Di her gavekê de me tenê dengê lingê xwe dibihîst. Lê çawa ku em ketin nava gund, em fêr bûn ku ev gund gundekî dewlemend e ji her alî ve. Xwedî gelek çand û nanameyên cuda ye; mîna nasnameyên Ereb, Asûrî û Suryan.

Piştî ku hinekî em hinekî li nava kolanên gund geriyan, em li du zarokên biçûk rast hatin. Me berê xwe da mala wan û em ji aliyê malbatê ve bi dilgermî hatin pêşwazîkirin. Malbateke bi eslê xwe Ereb bû. Ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên Mûsilê koçberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûbû. Wexta ku me mîkrofona xwe da dayikekê got, "Em ji ber zilmiya DAÎŞ'ê reviyan û ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin. Lê niha jî dewleta Tirk zilmê li me dike."

LÊGERÎNA LI AZADIYÊ

Dema ku me çîroka wê dayikê bihîst, em gelekî pê êşiyan. Mirov pir bi rehetî dikarîbû rûyê rastiyê di nava rondikên wê dayikê de bibînin. Di dewama sohbetê de dayikê ev hevokên biêş ji bo me anî ziman, "Balafirên şer ên dewleta Tirk her roj êrîşî me dikin. Em ji van êrîşên artêşa Tİrk gelekî ditirsin. Zarokên me newêrin derkevin derve. Nikarin mîna her zarokî derkevin derve û ji xwe re bilîzin."

Zilm û zordarî li ser gelên Rojhilata Navîn kêm nebûye. Lewma gelên vê herêmê her tim li azadiyê geriyane. Di dewama axaftina xwe de got, "Jiyana me ya li xurbetê mecburiyetek e. Çeteyên DAÎŞ'ê agir berdan cih û malên me yên li Mûsilê. Lewma me berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Em naxwazin êdî kes zilmê li me bike."