Di nava 48 saetan de li Wanê 24 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk rojên Çarşem û Pêncşemê li Wanê avêtin ser gelek malan û herî kêm 24 kes destgîr kirin.

Dadgeriya Tirk, karkirina li Komeleya Gel a Azad ku sala 2015'an li Yenîmahalleyê hate avakirin, weke hinceta destgîrkirinê nîşan da.

Di serdegirtinên sibeha Çarşemê de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Turkan Işik, Giyasettîn Çevîrel, Metîn Dûman, Gulcan Adar, Dîlber Işik, Îsmaîl Kaval, Hekîm Cîndîoglû, Mûhsîn Dûman, Abdûrrahman Dîk, Gurgîn Kara, Nafîa Oztûnç, Hazal Oztûnç û Salîh Kirat hatin destgîrkirin.

Sibeha Pêncşemê jî di çarçoveya heman lêpirsînê de serdegirtin hate kirin. Di encamê de 11 kes hatin destgîrkirin. Piraniya kesên hatin destgîrkirin jinên di ser 65 salî re ne.

Hatîce Dûman a 60 salî, Fatma Yorgûn û Xemê Işik çend ji kesên hatine destgîrkirin e.

Hemû jî bi 'endametiya rêxistinê' têne sûcdarkirin. Dadgeriya Tirk qîma xwe bi destgîrkirinê neanî, biryara nepenîtiyê li ser dosyayê danî û dema nezaretxaneyê bi 4 rojan dirêj kir.