Di nava 48 saetan de 5 kolber birîndar bûn

Di 48 saetên derbasbûyî de li ser sînorê Bane 5 kolber ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Kolbernewsê şeva Duşemê 2 kolberên bi navê Ako Telayî û Eyûb Cewanpûr ku her du xelkê bajarê Seqizê ne li ser sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê rastî gulebaran hêzên rejîma Îranê tên û di encamê de her du kolber birîndar dibin. Kolberên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxanê.

Her wiha pêr jî li ser sînorê Henge Jal a Bane hêzên rejîma Îranê gule li komek kolber dibarînin ku di encamê de kolberek bi navê Seidî (25) ku xelkê gundê Temûxe yê Seqizê ye ji milê xwe ve bi giranî birîndar dibe. Heman rojê li herêma sînorî ya Sertezîn a Bane di dema hêzê Îranê li pey kolberan dikevin û kolber ji neçarî direvin de, kolberê bi navê Reşîd Camxane xelkê gundê Guwêle yê Merîwanê ji bilindahiyê dikeve xwarê û ji dest û pê xwe bi giranî birîndar dibe. Reşîdê birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Seqizê.

Duh jî li ser sînorê Kîle yê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberê bi navê Behram Şah Mihemedî (40) ku ji gundê Dewre Qela yê bajarê Seqizê ye di dema kolberiyê de rastî gulebarana hêzên Îranê tê; di encamê de ji serê xwe birîndar dibe.