Di nava 3 rojan de herî kêm 6 kolber birîndar bûne

Li herêmên sînorî yên Newsûd û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê di nava 3 rojên derbasbûyî de herî kêm 6 kolber ji aliyê hêzên rejîma Îranê birîndar bûne.

Di encama polîtîkaya bêkarî û birçîkirinê ya rejîma Îranê li hemberî gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê birêve dibe de, gelek welatî neçar tên hiştin ku serî li kolberî û kasibkariyê bidin. Di vê çarçoveyê de zemînê qetilkirina Kurdan ji aliyê Îranê ve tê amadekirin û hema bêje rojane li ser herêmên sînorî Kurd tên birîndarkirin û qetilkirin.

Li gorî torên mafên mirovan, di nava 3 rojên bihorî de herî kêm 6 kolber li navçeyên Newsûd a Kirmaşanê û Bane ya girêdayî Sine bûne armanca gulebarana hêzên rejîma Îranê û di encamê de birîndar bûne.

Navê kolberên ku birîndar bûne wiha ne:

Arman Mustefazade (30) û Selam Eizemî xelkê navçeya Şaho ya Pawe

Ferzad Îmamî xelkê gundê Banewer a girêdayê Pawe

Feryad Edak (30) xelkê gundê Sawlawa

Yehya Rustemzade xelkê gundê Dêtû yê Ciwanro

Mihemed Mewlûdî (21) xelkê Bane