'Di mercên Rewşa Awarte de civakek azad nayê avakirin'

Malbatên Roboskiyan di lêgerîna edaletê ya hefteya 342’an de bal kişand ser mecên Rewşa Awarte û got: “Di mercên Rewşa Awarte de civakek bi edalet, demokrasî û azad nayê avakirin.”

Malbatên 34 welatiyên ku di necama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ku li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn di hefteya 342’an de li ser gorên zarokên xwe hatin ba hev. Li ser goristanê li ser navê malatan Velî Encû daxuyanî da.

Encû got: “Ya ji me tê xwestin ji bo maf û pêkanîn hiqûqê têkoşînkirine.” Encû diyar kir ku hata ji wan bê wê têkoşînê bilind û xurt bike. Encû îşaret bi wê yekê da ku wê Rewşa Awarte 3 sal din jî bimîne û got: “Di mercên Rewşa Awarte de civakek bi edalet, demokrasî û azad nayê avakirin. Edalet, demokrasî û azadî yekane daxwaza me ye. Heta ji bo Roboskî edalet, azadî û demokrasî ji bo Tirkiyeyê bê wê têkoşîna me li her derê bidome.”