Di merasîmê de xelat dan Mazlûm Kobanî

Li bajarokê Çemçemal di merasîma salvegera şehîdbûna şehîd Germiyan de xelata şehîd Germiyan ji Fermandarê QSD’ê Mazlûm Kobanî re hate pêşkêşkirin.

Di meha Sibata 2011’ê de li bajar û bajarokên Kurdistanê ji ber sedemê rewşa xirab ya siyasî û nebûna xizmetguzariyan li herêma Kurdistanê xwepêşandan dest pê kir. Di 25’ê Sibatê de ji ber xwepêşandanê Germiyan ku temenê wî 11 salî bû ji aliyê çekdarên baregeha PDK’ê ve hate şehîdxistin.

Îro 25’ê Sibatê li Malbata Çandê ya Çemçemalê ku li bajarokê Çemçemal bi amadebûna kes û karên şehîdên 17’ê Sibatê, çalakgerên sivîl û bi nûnerên çend aliyan 9’emîn salvegera şehîd Germiyan yê ku temen 11 salî hate kirin. 

Di destpêka merasîmê de 9 mûm ji aliyê ciwanên Çemçemal ve hate pêxistin.

Piştre dayika şehîd Germiyan Rêzan Esker axafin kir û got: “Ev 9 sal bû ku Germiyan kurê min bû, lê niha Germiyan kurê welat e. Ez gelek serbilind im ku Germiyan kurê welat e. Niha jî kesên hevtemenên Germiyan mijûlî bidestxistina bawernameyê ne lê bi saya desthilata Kurdî ev 9 sal in Germiyanê min di bin xakê de ye.

Em ê doza şehîd Germiyan û kesên di 17’ê Sibatê de gule berdayîn bigihînin dadgehê ku bêne dadgehkirin. Em malbata şehîd daxwaza me ev e ku hemû Kurdên azadîxwaz bi serbestî û azadî bijîn êdî xwîn bi neheqî neyê rijandin.”

Di merasîmê de bi rêya sînevîzyonê belgefîlmek li ser bûyera 17’ê Sibatê hate pêşkêşkirin ku çawan şehîd Germiyan di xwepêşandana Çemçemalê de, hate şehîdxistin.

XELAT DIYARÎ FERMANDARÊ QSD'Ê MAZLÛM KOBANÎ HATE KIRIN

Piştre dayika şehîd Germiyan 9’emîn xelata salvegera şehîd Germiyan pêşkêşî çend kesan kirin yek ji wan kesên ku xelat hatî dayîn jî Fermandarê QSD’ê Mazlûm Kobanî bû ku xelat ji aliyê dayika şehîd  diyarî wî kir.

Xelata ku pêşkêşî Fermadarê QSD’ê Mazlûm Kobanî hatî kirin ji aliyê nûnera Kongreya Star Lîman Şuyiş ve hate girtin. Her wiha belgeya rêzdariyê jî dan çalakvan Elî Siyasî û Rêveberê Bîrdariya Şehîd û Enfalkiriyan ya Çemçemal Habîl Ehmed.

Her wiha nûnerê Kongreya Star Lîman Şuyiş ji ANF’ê re ragihand û got: “Têkoşîna Azadiyê ne tenê li dijî dagirkeran e li beramberî hemû bê edaletî û sîstema desthiledarane. Şehîd Germiyan şehîdê ji bo azadî û tekoşîna gelê xwe ye. Li dijî bêedaletiyê ew û çend kesên din şehîd bûn, em jî sersaxî ji malbatên wan re dixwazin.”