Di lêpirsîna leşkerên Tirk ên tecawizkar de biryara veşarî

Li Seravê 2 leşker bi hinceta ku dest dirêjî penabera afxan a bi navê L.M.'yê kirine, hatin girtin. Hat hînkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Seravê biryara veşarî daniye ser lêpirsînê.

Li navçeya Seravê ya Wanê di 2'yê Çileyê de 17 penaberên ji Bangladeşê û L.M. hatin destgîrkirin. Ji ber ku li qereqolê personelên jin tune bûne, 2 leşkeran ser L.M.'yê kontrol kirine û ew birine qûleya çavdêriyê. Derket holê ku her du leşkeran li vir dest dirêjî L.M.'yê kirine. Gava L.M. dike qîrîn, hin leşkerên din bi hawariya wê de tên.

Her du leşkerên destdirêjî L.M.'yê kirin hatin destgîrkirin. Her du leşker piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, ji ber dest dirêjî L.M.'ya afxan kirine, ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ve hatin girtin.

Hat hînkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Seravê biryara veşarî daniye ser lêpirsînê.