Di îddîanameya rojnameger Dûrsûn de tenê 'nûçe' hene

Di îddîanameya rojnameger Mehmet Dûrsûn ê girtî de, nûçeyên ku çêkirine ‘sûc’ hate hesibandin.

Rojnameger Mehmet Dûrsûn di meha Adarê de di serdegirtina malê de hate destgîrkirin. Dûrsûn ê ku parvekirinên wî yên medyaya civakî hincet hate nîşandan, piştî 4 mehan îddîanameya wî hate amadekirin. Di îddîanameyê de ji parvekirinên medyaya civakî zêdetir nûçe, nivîsên ji bo nûçeyan û veguheztina nûçeyan a bi telefonê ‘sûc’ tê hesibandin.

DEWLET TENGIJANDIYE!

Îddîaname ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Wanê hate amadekirin û Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ya ku Dûrsûn lê dixebite jî wekî ‘ajansa rêxistina terorê’ tê îfadekirin.

Di îddîanameyê de tê diyarkirin ku Dûrsûn çalakiyên li kolanan şopandiye û bi awayekî zêde pesnê rêxistinê daye û nûçeyên wî dewletê ditengijîne.

VEGUHÊZTINA NÛÇEYAN JÎ SÛC E!

Dûrsûn dema ku bi telefonê nûçe ji Stêrk Tv û Nûçe Tvyê re veguheztiye jî, ev tişt sûc hatiye hesibandin. Di îddîanameyê de tê diyarkirin ku “Bersûc Mehmet Dûrsûn têkildarî kesên ku di çalakiyên BDP’ê de hatine destgîrkirin nûçe çêkiriye û têkildarî destgîrkirinan agahî daye xebatkarên BDP’ê.”

Hemû hevdîtinên Dûrsûn ên ji bo nûçeyan di îddîanameyê de cih girt.

Bi van îddîayan ji bo rojnameger Mehmet Dûrsûn bi hinceta endamtiya rêxistinê heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.