'Di hilbijartinên Stenbolê de berxwedana demokrasiyê bi ser ket'

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Xebat Andok encama hilbijartinên Stenbolê, pêşeroja Tirkiyê, ji bo siyaseta demokratik, ji bo xeta sêyemîn erk û mîsyona Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) nirxand.

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Xebat Andok encama hilbijartinên Stenbolê, pêşeroja Tirkîyê, ji bo siyaseta demokratik, ji bo xeta sêyemîn erk û mîsyona Partiya Gelan ya Demokratîk ya HDP’ê nirxand. Andok, bandora hilbijartinên Stenbolê, li ser alozîyên kû di Rojhilata Navîn de diqewimin di bernameya Rojeva Welat de nirxand. Andok, têkîlîyên Kurd û Tirkan û hevdîtinên li Imralîyê, Bandora hilbijartinên Stenbolê li ser Iraq û Surî çawa wê çêbibe, disa qezençkirina Stenbolê û demokratîkbuyîna Tirkîyê bi gelek mijaran bersiv dide pirsên Rojnamevan Enes Yildiz.

Heypeyvîna bi Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok re, ya di bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV de, wiha ye:

Ji bo eniya demokrasiyê keyfxweşiyek mezin heye. Di hilbijartinên Stenbolê de derbeyek pir mezin li hikumeta AKPê û MHP’ê ket. Bi kurtasî mirov dikare wisa bibêje; eniya demokrasiyê di vê hilbijartinê de gavek avêt. Hilbijartina Stenbolê mirov çawa dikare pênase bike an jî çavkaniya xwe ji çigirt kû eniya demokrasiyê bi ser ket?

Serkeftina eniya demokrasî hat bi nav kirin, em hêvîdarin ku wisa be, ji ber ku di rewşa niha de tiştekî bi navê demokrasiyê li Tirkîyê tune ye, jixwe her kes behs dike kû li Tirkîyê Faşîzm heye, ji ber ku faşîzim hebû yên ku li hember wê hewl didan ku hebûna xwe bidomînin û demokrasî bi pêş bikeve,xwe kirin yek û di wê wateyê de mirov dikare bêje cebheyekî demokrasiyê çêbû. Li dijî faşîzimê kesên ku dixwestin tekoşînê bikin kesên ku jê aciz bibûn dixwestin êdî guhertin çê bibin hêza xwe kirin yek û li hemberî faşîzmê dengên hevkar bi kar anîn û encam ev derket.

Herkes nîqaş dike û wê nîqaş bikin jî di encamê de Stenbol wekî berdewamiya hilbijartina 31’ê Adarê ye, gerek mirov tenê hilbijartina 23’ê Hezîranê nebîne. Stenbol asta dawî bû, bi dek û dolaban hatibû seknandin di encamê de bû temambûna hilbijartinên 31’ê Adarê ji bo wê jî dema ku mirov binirxîne hewce ye ku bi awayekî giştî bi hevdûve binirxîne, wek encamê hilbijartinê 31’ê Adarê bibine wê baştir be. Ji bo wê jî nirxandinên di derbarê hilbijartinên 31’ê Adarê hatin kirin tev îroj jî derbasdare, diyarbû ku Tirkiye ji aliyê vê rêveberiyê, vê desthilatê ve nikare bê birêve birin, ji ber ku hêzên li Tirkiyê dixwazin serwer bibin gerek xwe bispêrin hin tiştan, xwe bispêrin bajarên mezin û ji Hatayê em bigrin ta Stenbolê ew xeta peravê tev ji destê AKP’ê derket û di heman demê de Enqere jî ji destê wê derket û bajarên herî mezin yê Tirkiyê ji dest AKP,MHP’ê derketin, xwe bi navê itîfaqa Cimhûr bi nav kirin. Ne tenê bi navê AKP’e, mirov bi navê itîfaqa faşîst a Cimhûr bi nav bike wê rastir be û li ser wî esasî ew navendên nifûsê ne ew navendên abûriyê ne ew navendên tîcaretê ne, navendên sanayê ne, yê sermayê ne, li gorî têgihîştina dewletê navendên çandê ne, navendên ku Tirkiya dixwaze ber bi kuve biçe ew navendin. Bi awayekî giştî dema ku mirov tîne gel hev Stenbol ji aliyê hêzên Mûxalif hate bi dest xistin ji AKP, MHP’ê hate girtin bi vî rengî ew cebhe tev hate wendakirin di heman demê de li Tirkiyê hêzên dixwazin serwer bibin û dixwazin Tirkiyê bi rêve bibin lazime xwe bispêrin Kurdan. Bandora Kurdan diyar bû ji her demê zêdetir diyar bû, ji hemû demên xwe zêdetir diyar bû ku Kurd hêzeke çawane li Tirkiyê, bê Kurdan bê ku Kurd werin nirxandin tiştek nikare were kirin.

Di encama hilbijartinê 31’ê adarê de Kurd jî ji dest wan çûn, yanî AKP çiqas bû MHP ewqasî  Kurd ji dest wan çûn, demekî di tova wî de hebû ku bibe MHP, ta ku çû tam xwe avête pêsîra AKP’’ê. Ger ku tu demokrat bî, wekheviyê esas bigrî, bi kurt û kurmancî bi awayekî demokratîk tev bigerî ne mûmkine tu li kêleka MHPê bî, eger tu li kêlekê be naxwe tiştekî ku di MHP ê de xwe dibînî heye.

Gelomirov dikare wisa bibêje: Di deshiltdariya AKP’ê de ji 2002’an heta niha kûhatiye damezirandin, derbeya ku Kurdan li AKP’ê da ev hilbijartin bû?

Kurd pisgirêka man û nemanê dijîn.Kurd dixwazin hebin, ji ber ku nayên qebûl kirin ne navê wan tê qebûl kirin ne jî navê welatê wan tê qebûlkirin, ziman û ne nasnameya wan tê qebûlkirin, Kurd hew didin ku hebin û ji bo wê jî têdikoşin. Dema ku tedikoşin hêzên ku wana qebûl bikin yên ku hurmetê, li beramberî Kurdan nîşan didin Kurd jî vê nîşan didin. Lê hêzên ku qira Kurdan bînin koka Kurdan tune bikin,polîtîkaya ku xwe dispêre imha û inkarê ya dewletê esas digrin û li ser wî esasî êrîşî Kurdan dikin, Kurd jî neçar dimînin li hemberî wî berxwe didin. Di encamê de ji 2002’an heta roja me ya îroj Kurdan pir şens da AKP’ê. Ano AKP li ser çi esasî bû desthilat herkes dizane, tevî ku wisa bû jî Kurdan di vê dema demdirêj de jî pir şens dane AKP ê û wê pir sûd jê girt. Li ser wî esasî li himber pir hêzên cûr bi cûr xwe bi cî kir, piranî hêza ku bi dest ketiye,vê dema derbasbûyî bi vî rengî çê bû, lê belê Kurdan tenê ev nekir, tekoşîn jî kir dema ku AKP e êrîşî Kurdan kir hewl da ku polîtîka kilasîk ya pergala qirker esas bigre Kurdan jî li ber xwe da.

Em vê bêjin ji despêka dîrokê ta niha Kurdan negotine em koka AKP’ê bînim, AKP bi çi zimanî axivî Kurd mecbûr bûn bi wî zimanî bersiv bidin.

Kurdan dewlet diyar dikir lê dewletê êrîşî Kurdan dikir, Kurd jî mecbûr man ku li ber xwe bide di vê dema dawî de evqas Kurd ketine pêvajoya hilbijartinê ji ber wê yekê ye. Di vê hilbijartin çi hat wenda kirin netew perestî hat wenda kirin. Ji bo ku tu bi zimanekî netew perest tev bigerî ku pêşengtiya wê AKP-MHP’e dikir hat binya beroşê.

Di encamê de gotin pisgirêka me ya bekayê heye, ya man û nemanê heye, aşkere bû ji bo ku pisgirêkeke weke partî, wekî itfaqa Cimhur hebû ye pisgirêkeke cûda bi wî şiklî tunebûya ewê wenda kiriba. Tişta herî esasî ku wenda kir dijminatiya Kurdan bû yanî gotin di cih de bibe, 77 bavên Kurdan re her jêre dane reze xeberan.Kurd vê bêrûmetiyê vê heqaretê qebûl nake, Kurd jî hebûneke bi rûmete, hewl dide ku hebûna xwe bidomîne tekoşîna xwe dimeşîne. Di encamê de wana hemû Kurd qewitandin û gotin biçin bakurê Îraqê û bi wî şiklî gotin ne Kurdistan heye û çi ji devê wan hat ji Kurdan re gotin, Kurdan jî gotin madem ku tu wisa daxivî ha ji tere. Yanî bi wî şiklî tev geriyan. Ev wenda kir. Ev di cebheya Kurdan de ye. Lê faşist in; pisgirêka wan tenê bi Kurdan re nîn bû welat anîna rewşekê wisa, xwe wekî Fîravunan dîtin, xwe wekî Nemrûdan dîtin.Ango hêzeke haşa xwedayî bi kar anîn û li ser wê, gotin  ez çi bibêjim bila ew be.Guh nedan nerînê cuda. Xwestin ku her kes serî bitewîne, bê vîn be. Li diji vê helbet civakê helwest nîşan da. Ji berk u ti kes koletiyê qebûl nake. Ji ber vê faşîmz têk çû.

Wekî din diyar dike ku civak bê zar kirin e, pir zêde rant xwarine, pir zêde sermaya xwe zêde kirine, ne wek hev in, civakê jî helwest nîşan da. Bi xwe jî nîqaş dikin dibêjin civak hêzeke wijdanê ye, hebûnekî wicdanî ye. Wicdanê civakê êşiya, bala xwe danê ku neheqiyek hate kirin, encamê hilbijartinê 31’ê Adarê Stenbol hatibû bi dest xistin qebûl nekirin bê wicdanî jî kirin, neheqî jî kirin bi dek û dolaban hewl dan ku dest deyînin ser, civak jî hebûneke zindî ye, civak jî dibîne û bi vî rengî helwestek nîşan da. Kurd jî di nav de hemû hêzên ku ji vê sîstema faşîzmê dêşin helwestek nîşan dan. Li ser vî esasî ev serkeftina Kurd jî di navde hilbijêrên HDP’ê jî di navde bi awayekî giştî hêzên ku li Tirkiyê dixwazin faşîzm têk biçe ev encam bi xwe re anîn.

Diyar bû ku di Tirkiyê de civak guhertinê dixwaze,nema dixwaze bi vî rengî. Ciwanekî ku çavên xwe vedike dibîne Erdogan hebûye û her dem wê hebe, lê na, ger mirov be wê bimîne. Mesele yekî kêrhatî ba, yekî xwe biqurbana civakê bikiraya, yekî ku pisgirêkên civakê çareser bikira, rastî jî kesekî demokrat bûya, wê civakê ew daniya ser serê xwe, lê diyare ku ne wisa ye, ta ku civak dibêje ka dakeve, me evqas şens dan te, me pir derfet dane te, lê tu bi kêrî civakê nehatî, dakeve û ezê dewsa te kesekî din hilbijêrim.

Ji bo wê jî yê ku di hilbijartina Stenbol de yê ku têk çû Binalî Yildirim nîne, zihniyeta AKP,MHP’êye ku temsîl dike. Ew zihniyet ket û bi wî rengî têk çûn. Bi kurtasî yê ku qezenc kir hêza guhertin û veguhertinê bû, xwesteka wê bû, xwesteka wekheviyê bû, wicdan bû, xwesteka pêşketina demokrasiyê bû; yê ku wenda kir faşîzim bû, poz bilindî bû,nelirêtî bû, dijminatiya li Kurdan bû, netew perestî bû, bi awayekî giştî jî AKP,MHPbû.

Bajarê Şirnexê AKP’ê bi dest xist. Bajarekî Kurdan bû lê li Tirkiyê Stenbol hate bidestxistin. Bi hêza Kurdan, bi hêza eniya demokrasiye, yanî di virde têkiliyek çawawere dayîn? Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dibêje. Kurdên Mezopotamya bên û Tirkên li Anatolîya Navîn ger were qirkirin têkiliya wan bi hevre datîne. Bi nêrîna we piştî vê hilbijartinê wê rewşeke çawa derkeve holê?

Tişta aşkere ewe ku hinekî bi ser xist ev bû, zimanekî berfireh pêwîst e. Netewperestiyê dijminatiya civakan kirin û dijminatiya çandan kirin û wenda kirin.Jixwedi tovê MHP’ê, heveynawê de ev heye. Dijminê her tiştî ye. Dixwaze her tiştî di nava vê yekê de bihêle, eger serkeftinek wê çêbiba ya wê ta niha biba hêza destthilatê. Niha AKP ji xwe re kiriye şirîk, dixwaze bi rengî bi rêve bibe, ji bo wê di vê hilbijartinê de eşkere bû ku ew nabe.

Îmamoglu vê carê dengê xwe ji dengê CHP’ê qat bi qat zêde tir kir, lê axaftinek wî hebû qaşo hewl dida bi gotina wî itîfaqa Stenbolê çê bike. Ne bibe endamê partiyekê şaredariya partiyekê, yanî ta ku ji dest wî hat hewl da ku bi zimanekî ku li gorî xwezaya civakê bi kar bîne,xwezaya civakê rengîne tenê yek nîn e. Di civaka Tirkiyê de tenê Tirk najîn, tenê misilman najîn. Civakeke rengîne. Xweda wisa çêkiriye, li gora xwezaya civakê li gorî hewa civakê dema ku mirov baxive mirov wekhev nêz bibî mirov bûyînê bi her kesî re bikî ew jî eyînî nêzîkatiyê bi te re dike. Di vê hilbijartinê de jî diyar bû ku ev ziman bi ser dikeve, ji ber ku ev ziman raste.

Serokatiya me jî bal kişandibû. Dema ku serokatî 7 medeyên wekî deklarasyonê bi raya giştîre parve kiribû, ev bû ya despêkê. Pêwistî bi lihevkirinekê heye,evqas dijbertî evqas dijminatî û nakokî nabe.

Ger em binêrintêkiliyaKurd û Tirkan dîroka wê dirêj e. Seokatî di vê mijarê de pir xal nîqaş kirine,  tişt anîna ziman, ev rastîne. Tişta ku niha diqewime li gorî dîroka Kurd û Tirkan nîne. Weku wê her tişt li gorî xwezaya xwe be pêwîste her tişt li gorî xwezaya xwe be, civak li goraxwezaya xwe be. Gelo xwezaya têkiliya Kurd û Tirkan çawa yie ew jî despêkê ye. Em bifikirn gelo nêzîkatiya Tirkan ya wê demê bi Kurdan re wek roja me ya îroj ba gelo wê Kurdan qebûl bikrana. Ev hezar salî zêdetir Kurd û Tirk bi hev re dijîn, demekê têkiliya Kurd û Tirkan wekî roja me ya îroj nînb û. Dema El-Firsan jî wisa ye. Dema Yawîz Siltan Selîm wisa nîne. Dema di dîroka Osmaniyan wisa nîne. Bi awayekî giştî ev dîrok 1923-1924’an şûn de qulipiye tiştekî cûdatir. Qulipiye  ser wê ku Tirk hene Kurd nînin, ez ê Kurdan qir bikim, ezê Kurdan bînim asta ku bêjin ez Tirk im. Ango him inkar dike him jî dibêje tu hebûnê dixwaze ezê te tune bikim û wisa tune dike, ev têkilî ne li gor têkiliya xwezaya Kurd û Tirka ye, têkiliyeke rast tune ye. Lê Kurd di roja îroj de wê têkiliyê dixwazin, dibêjin em li vê derê dijîn. Em bi hezaran salan li vêderê ne. Hûn piştre hatin ser çavan hatin, me têkiliyeke konjûkturel danî, itîfaqa me bi kêrî me dihat, dîroka wê heye. Me têkiliyek rast danî. Me têkiliyeke azad û wekhev daniye. Em wek hev bûn, me hîs nekir ku em di bin wan de mîna bindestane. Hûn jî nebûne serdestê me,têkiliyeke hevpar danî, li gorî berjewendiyê me herdû gelan ta roja me ya îroj me anî, gereke em bi vî rengî binêrin.

Tişta ku Serokatî dixwaze di navbera Kurd û Tirkan de bi pêş bikeve eve. Em neçarê hevdû ne, ji bo wê dibêje bê KurdTirk nabe, bê Tirk jî Kurd nabe, wekî goşt û nenûk. Kurd bi milyonan in û Tirk jî bi milyonanin,tu dibêjî Kurd wê tune bibin Kurd jî dibêje ez ê hebim, wê demê tê çi bikî, tê tevan bikujî?  Eger te ew kuştin ew jî hewl dide ku hebe wê li himberî te şer bike û di encamê de şerê Kurdû Tirkan wê bi wî şeklî çêbibe û em dizanin pir kes dixwazin ev tişt bi pêş bikeve û ev tiştê ku em naxwazin çêbibe. Tişta ku serokatî derxistiya ku dixwaze li gor hewaya KurdTirkan pêş bikeve. Jiyaneke bi hev re lê bihevrebûneke çawa? Ne wekî pîrek û mêrê desthilatdar, ne wekî têkiliya kole û koledar. Têkiliyeke azad, wekhev, tu çi bî ez jî ew im, çi heqê te hebe wê ew heqê min jî hebe, tu jî mirov î, ez jî mirov im.

Erdoxan dibêje ‘’Kurd jî bibe’’. Qaşo Kurdan nas dike heqareta herî mezin li Kurdan dike. Tê bêje qey xweda Kurd kêm çêkiriye, ew jî ferasetek wisa ye. Digot, mirov piştre nabe lîder, mirov lîder tê dinê. Xweda jî Erdogan lîder çêkiriye, dema ku ew aniye dinê gotiye bi awayekî otomatîk wê bibe lîder, ev têgihiştina deshiladarane, ya axa ne, ev têgihştin di civakê de dibe refleks. Vê têgihiştinê kes hew qebûl dike, vê nepixandin û poz bilindiyê tu kes qebûl nake, kêmkirina mirovan qebûl nake. Ji ber ku xwezaya civakê û ya mirov azad e û wekhev e. Tu kes heqareta li ser xwe qebûl nake, ger mirov be qebûl nake. Kurd jî mirov in. Tirk jî mirov in. Civakê dinê jî mirov in. Eşkere bû ku Tirk jî heqaretê qebûl nakin. Di vê hilbijartinê de poz bilindiya AKP,MHP’ê ew axaftinên wan yê ku ji jor de ku xwe her tişt dibînin, tev hate rûxandin bi erdê re bûne yek.

Erdogan wê şevê tevlî bernama CNN bû û got di deshiladariya xwe de yê ku herî xizmet kiriye, taybet ji bo gelên Bakurê Kurdistanê got, got me xizmet kiriye. Ev ne xapandinek e?Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan giringiyê dide komara demokratîk. Bi nerîna we piştî vê hilbijartinê kêliyek be gavek be jî mirov kare bêje wê zemînek ji bo Tirkiyê û komara demokratk bûnê çê bibe?

Ji bo ku komar demokratîk bibe despêkê tekoşîn lazim e. Ji ber ku komar bi awayekî demokratîk nehat ava kirin, dibêjmin komar rêveberiya gel xwe bi xwe ye lê tê de gel tune bûn, li ser çi ferasetê hat avakirin em tev dizanin. Komar di çarçoveya netew dewletê de hate avakirin û têgihiştina netew dewletê li hemû diniya yê bi çarçovaya yek perestiyê  ne. Rengîniyê di nava yekê de bihilîne, ji bo wê yekê jî hemû pergalên netew dewletê pergalên qirkerin, faşistin û di rewşa heyî de dewleta Tirk ji ber ku bi vê ferasetê hatiye avakirin dewleteke faşiste. Roja me ya îroj vê dewleta faşîst AKP,MHP bi rêve dibe, ti guhertin çênekirin ew polîtîka wan ya faşîst anîn asta herî jor. Mînak dewleta Tirk hîn jî ne demokratîk e. Komara demokratîk ew e ku tê de heqê hemû civakan, hemû çandan, hemû olan, hemû etnîsîta tê qebûlkirin. Civakeke ku tê de xwesertî heye, pergaleke ku tê de demokrasiya herêmî tê de hebe. Lê tiştekî wisa di rewşa heyî ya Tirkiyê de tune ye, ger nebe wê çawa pêş bikeve, tu deshiladar bi xêra bavê xwe tiştek nedane kesî wê nedin jî. Erdogan derewa herî mezin anha kir, got me xizmet ji Kurdan re kir.  Gelo çi xizmet ji Kurdan re kiriye. Ger Erdogan li ser navê Kurd û Kurdistanê yek axaftin kiribe bi xêra bavê xwe nekiriye. Kurdan tekoşîn kiriye, ji bo wê kiriye, dema ku kiriye jî dîsa li himberî Kurdan, ezê çawa koka Kurdan biqelînim, ji bo wê yekê bikar aniye.

Axaftina Bînalî Yildirim ya ku got Kurdistan ji bo ku di hilbijartinê de dengê Kurdan bigre. Yanî silava ku didine Kurdan jî  ya rastî weke heqaretê ye, weke kufrê ye.

Mînak TRTE 6 an jî bi navê TRTKURDÎ ku çêkirin, ew jî bêguman bi tekoşînê çê bû. Xwesteka gelê Kurd heye dixwaze bi zimanê xwe ji xwe re weşanê bike xwe perwerde bike, ji bo wê ji xetê derbixin niha TV yek çêkirine. Ti milê wê yê qanûnî tüne. Ji 77 bavê Kurdan re didin xebera, yanî bi zimanê Kurdî xebera li Kurdan dikin, berê bi zimanê cûda bi zimanê Tirkî xeber didane Kurdan Kurdan xwe jê cûda didîtin. Niha jî hin şekil û şemal xistine wê TV’iyê, bi peran xwedî kirine, ew qelew kirine. Kok kirine û di encamê de bi zimanê Kurdan çanda Kurdan dirûxînin û herkes ji Kurdan aciz bibe, ku herkes bêje ev çiye gelo Kurd evin, him ji bo ku herkes ji Kurdan aciz bibin û bi zimanê Kurdan xebera bidine Kurdan. Xizmeta ku Erdogan kiriye eve. Di encamê de tiştekî cûda tune. Ji bo wê yekê ev tev derewin, xapandin in, tev tek û dolabên şerê taybetin. Gelê me jî eger wa xizmet bikira wê herî zêde destek bida Erdogan, lê belê gelê me çi got dixwaze eman eman bila xilas bibin ji ber ku bûye MHP. AKP  ya ku bûye MHP,Erdoganê ku bi mejiyê Bahçelî dimeşe, wê Kurd çawa bêjin ev ji me ye?  Wê çawa nêzîkatiyeke nerim nîşanî wî bidin?  Dibêjin bila 77 tebeqe bikeve bin erdê wê çi li mirovekî bi vî rengî bikin, ji ber ku mesele ne tenê Kurdin.Ji ber ku mesele ne tenê Kurdin jî.

Erdogan got kî Stenbol winda bike wê Tirkiyê tevî winda bike û got ger bi rêjeyek mezin winda bike wê sedî ded winda bike. Rêje bilind bû. 10 piwan cûdahî heye.  13 000 bû 800 000.  Deng ev diyar bû ku di dema derbasbûyî de di nava çend mehan de ewqas acizbûn, lê zêde bûye. Ger ana bikevin hilbijartinê sedî sed têk diçe. Ji bo wê jî Dewlet Bahçelî gotina despêkê got, kes bila behsa hilbijartinên pêşwext neke û wê itîfaqa cimhûriyê bidome polîtîka me wê bi dome. Naxwe ders dernexistine ji ber ku Erdogan jî eynî tişt anî ziman.

Bi nerîna we xeta partiya demokratîk HDP e ji niha û şûnve piştî vê hilbijartinê, wê him li Bakurê Kurdistanê li Tirkiyê wê xeta xwe yasêyemîn çawa berdewam bike an jî mixalefetê re bi eniya demokrasîre bi pêşerojekê çawa difikre?

Niha diyar dibe ku partiya gelan ya demokratîk partiyeke berxwedaniyê ye,ne mîna partiyên dine, yên din tev dixwazin xwe bikin desthilat li ser navê xizmeta karên civakî bikin navê xwe derdixin.

Ev boneyên ku partiya gelan a demokratîk pê tekoşîn dike didomin. Diyar bû ku didome. MHP’ê jî got wê itîfaqa cimhûrî bidome. AKPê jî got wê bidome. Erdogan ev anî ziman got karê me heye mesela hilbijartinê êdî wê ji rojevê derbixin, tê bêje qey kesekî din xistiye rojevê, ev bi mehane yê ku serê gel gêj kirin avqas qîrewîra wane ew bixwe ne. Lê dema ku meyze kirin ku bi hezîmetekê mezin têk çûn, dibêjin ji rojevê derxin pisgirêkê me hene.

Diyar dibe ku wê bi vî şeklî bidomînin, faşîzme tê de Kurd nîne, tê de demokrasî wekhevî nîne. Ji bo wê jî boneyên tekoşînê di asta herî jor de didomin. Wê kî tekoşînê bike ta roja me ya îroj kê tekoşîn kiriye wê ana dîsa ew bikin. Her rdem Kurdan kiriye, çepgir hene, sosyalîst hene, hêzên demokratîk hene, ewjî hewl didin ku di nava HDP ê de bicivin. Ji bo wê jî hêza guhertin û veguhertinê li Tirkiyê bêguman HDP ye, ew didome. HDP   di çarçoveya itîfaqa demokrasiye de wê xwe bidomîne, jixwe yên din xwe bi nav kirine, itîfaqa milet, itîfaqa cimhur dibêjin û di bingeh de di zihniyetê de guhertineke wan pir cûda tune.

Em hêvîdarin ku yên ana bi desteka Kurdan bi desteka HDP’ê bi ser ketine hinek ew polîtîkayên xwe ku ta niha nebûye hêvî ji bo civakê di ber çavre derbas bikin, yanî xwe ji wê siyaseta inkar û tunekirinê bihuherînin, ew tişt dikeve ser milê wan, wê herkes bişopîne xwe digherîne an na.

Diyar dibe ku wê AKP,MHP di itîfaqa cimhur de wê hewl bide ku bêje. Di virde barê herî esasî ku dikeve ser milê HDP’ê ew e bê ka wê HDP  çawa be. Di vê xalê de rexne pir in. Rexne dayîn jî pirin. Yanî nerînên rast pir in, yên ku dibêjin wê HDP e çawa be pir in.  Herî zêde jî serokatiya me jî nerînan dibêje. HDP  partiya gelan e. Yê ku li himber desthilatê têdikoşe, yên ku aciz bûne bê hesab pisgirêkan dijî HDP e partiya wan e, Kurd jî di nav de. Ji bo wê jî HDP  di vê xalê de lazime bibe partiya herkesî, di rewşa heyî de partiya herkesî nîne. Di milê paradîgmayê de wisa ye, di milê zihniyet û nerîn de wisa ne lê di milê piratîk de ne wisa ne, hîn nebûye demokrat.

HD  dixwaze bi gelek partiyên din re tifaqekî bi rêve bibe. Ji bo CHP’ê, ji bo demokratikbuyîna Tirkîyê, ji bo pêşeroja Tirkîyê wê rê û rêbazên çawa bi rêve bibe?

Berîya wê dixwazim vê bejim; divê Partiya Demokratik ya Gelan bibe ya her kesî, Divê her kes bizane kû HDP’e ya wan e. Ev bar dikeve li ser mile HDP’ê, bê ku tu karî bike, bê ku tu silavê bidî, bê ku tu pê re mijul bibî, bê ku tu pirsgirêkên wî çareser bikî, tene di mile hişmendî de tu bêje ‘bila ez bim’ evnabe ya her kesî. Divê HDP hîn zêdetir di nava xwe de demokratik bibe. Ev tê  wateye, ‘’demokratîkbuyîn çiye?’’ Hêza her kesî derbixe. Niha di HDP’ê de rengên cur bi cur hene ku  xwe îfade dikin .Niha di nava HDP’ê  de ez nizanim lê çend partîyên cuda hene. Ev jî tifaqeke. Ev tifaqa sosyalîstan e, tifaqa çepgiran e, tifaqa Kurdan e, tifaqa Suryanîyan e, tifaqa Êzîdîyan e,tifaqa mislimanên raste, tifaqa her kesî ye. Ji bo wê em dibêjin zêdetir din nava xwe de demokratik bibe hewl bide hêza her kesî derbixe. Ji bo HDP’ê tişta pêwîst ev lazim e. Ji HDP’ê re hinek polîtîkayên pratîkî lazime. Li Tirkîyê ewqas pirsgirêk hene. Her roj mirov xwe dikujin. Pirsigrêkên jinan,pirsgirêka kedkaran,pirsgirêka ciwanan heye. Pirsgirêka çandan û olan ya her kesî heye. HDP jî dibêje ezê van pirsgirêkan çareser bikim.

Wê çaxê divê politik pratîkekî bi rê ve bibî, divê daîm rojeva te dagirtî bibe, rojeva te ji aliye hinekan ve nayên dagirtn. Tu bi xwe da diyar bikî, Ev jî ser êşandinek dixwaze ,derxistina plansazîyek dixwaze. Biryar dixwaze û pratîzekirina van biryaran dixwaze. Ev pir girîng e. Bi pirsa we ve aleqeder di nava vê de wê CHP’ê re çawa bike? Bi qasê ku heya niha me şopand HDP’e girtî ye. Mihefazakar tev digere. Heta ji deste wî tê dikare bi her kesî re têkilîyan dayne. Mirovên ji xwe bawer silavê didin her kesî, mirovên ji xwe ne bawer dixwazin ti kes wan nebîne, xwe dixin di quncikan de ku ti kes wan nebîne. Tevî ku di milê hişmendî ne wisa ye di milê bername de plansazî de ne wisa ye . Di mile îdîa de ne wisa ye. Lê di alîyê pratîk de wiha ye. Dikare biçe bi CHP’ê ve bizeliqe. Ji ber ku sibê heta êvarê CHP’e dibêje; ez demokratim, ez muxalafetim ,nizanim ez çi me. Ka mînak te çi mixulafet kirîye? Her kes dizane pir polîtîkayên CHP’ê AKP xurt kirîye. her kes vê dizane. Mirov biçe, vê bi wan re bide bistîne. Sererastikrinekî zihnî  ji wan re lazim bibe mirov rast bike. CHP’e hemî wek Kiliçdaroglu nafikire. Di nav CHP’ê de hêzên demokrasîxwaz hene. Hêzên kû cuda difikirin hene. Bi taybet di hereman de di vê hilbijartina dawîyê de têra xwe hate dîtin. Platformên heremî pir zêde dikarîn bihata girtin.

 Di Hatayê de, di Mêrsînê de wisa bû. Li Entalya Li Îzmîr, Li Enqereyê, li Stenbolê wisa bû. Ji bo wê tiffaqa millet ya CHP’ê bi ser ket. Eger partiya HDP’ê û Kuırd nebuna wê hemî  bibûna AKP. Îca AKP’ê ewqas li binî daye  bi temamî ji jor de ku hatiye li bin erdê ketîye. Sedema wê hilbijêrên HDP’ê ne. Di hereman de ev çê bibe, hinek aktif bibe. Ne tene CHP hemî partiyên din re di nava danustandinekî de bibe. Di nava tekoşînekî de bibe. Wan rexne bike, wana bîne ser rê,bikaribe rojevan çêbike, li gorê hişmendiya xwe li gorî, bernameya xwe li gorê plansazîya xwe bibe. Li gorê erk û berpirsyartîya xwe bibe. Di van mijaran de weke ku em di çapemenîyê de dişopînin. Ew jî di ferqa van tiştan de ne.Rexne hene rexnedayîn jî heye. Hewl didin sererastkirinekî çêbikin pêvajo jî ev pêvajo ye. Ji ber ku her kes ji faşîzmê aciz buye. Roj roja wan e dem dema wan e. Heke li gor erk û misyona xwe tevbigerin wê serkeftinên ku kes bîra wê nebe bi dest bixin.

 Ez bi xwe pir merak dikim. Ji şevê din ve piştî hilbijartina Stenbolê Erdogan nefesek, bêhnek çawa dide dîstîne. Bi nêrîna we piştî hilbijartina Stenbolê, hikumeta AKP’ê wê li hember Kurdan planên çawa çêbike, ev planên qirkirin, planên înkar û îmhayê dibin. Disa di heman demê de di vê pêvajoyê de heya 18’ê Hezîranê, bi Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan re hevdîtin hatin çê kirin. Her çiqas hinek bê berovajî kirin jî, ev hevdîtin ji raya giştî re hatin  parve kirin. Ji vir û şûn de îhtîmalek heye ku li ser Kurdan pîanek nû  bêamade kirin û ev hevdîtinên li Imralîyê bên asteng kirin?

Bêguman ew ihtimal heye. Ew hevdîtin çawa tên kirin, çawa dimeşin. Parêzer tînin ser ziman Serokatiya me bi xwe jî tişek zelal nabêje. Di encam de yên ku diyar bike dewlet e. Eger di vê dema dawîyê de têra xwe ders derxistibin. Wê bidomînin. Heke nîyetên wan hebe an heke ev hevdîtin tenê ji bo grevên birçîbunê, ji bo rojiya mirinê, ji bo bi giştî ev berxwedanî bi dawî bibe. Disa carekî din ji bo hilbijartinan  Kurdan notr bikin wê nekin. Heke dewlet biryar bide bêje, temam min her tişt kir. Ji 7’ê Hezirana 2015’an vir ve vê tifaqa faşist çima nekir. Her tişt kir. Tiştên ku nedihatin hişê mirova ew jî kirin.

Piştê hevdîtina 18’ê Heziranê çapemeniya Tirk operasyona têgihiştinê çêkir. Erdogan got; di navbera Ocalan; PKK,Kurdan, HDP’e û Selahattîn Demirtaş de nakokî  hene. Bi vê poerasyonê helwesta Kurdan wê çi bibe?

Ew dibêjin; ne tene  di navbera wan de nakokî hene. Şerekî deshilatdarîyê heye. Ew ên ku li Erdogan guhdar bikin ,wê bêjin; li van deveran derdoran qira hev du tînin. sibê heya êvarê, bi hev û din re şer dikin. Weke ku bêjin; şerî deshilatdarîyê heye. gotinekî Kurdî heye. Bi rastî bav û kalên Kurdan pir tişên xweş gotine. Civakên din jî gotin e lê Kurdan jî gotine’’keçelo navê min navê te lê kumê min serî te’’. Ev hostatiya Erdogan tiştên ku kirî dixe stuyê hin kesan, hin tiştên ku hin kes dikin. Wan tiştên baş jî ji xwe re dihesibîne. Mirov bi vî şeklî nêzê Erdogan bibe ne şaş e. Ew tiştên ku Erdogan dibêje, mirov berovajî bifikre baştir e. Mesela dibêje, ez demokratim mirov bizanibe kû ew faşist e. Mesela bêje, min ji Kurdan re xizmet kirîye bizanibe ew koka Kurdan diqelîne. Mesela behsa azadiya jinê dike, mirov bizanibe êrîşa herî mezin di deme deshilatdarîya wê de pêkhatîye. Erdogan çi bibêje mirov berovajî fêm bike. Ji ber ku rastiya Erdogan wisa ye.îca dibêje ya şerî deshiatdarîyê di navbera wan de heye.ev ne hewce ye ku mirov behsê bike. Ne hewce ye ku mirov li gorê axaftinê Erdogan tev bigere.  Pozisyona Serok cuda ye.pozisyona tevgerê cuda ye.Pozîsyona siyaseta demokratik cuda ye. Pozisyona Selahattin Demirtaş cuda ye. Her kes dizane kî, çiye. Heya kî derê asta wî çiye, Ev her tişt tên zanîn bila bi qasê serî derzîyê gumana ti kesî ti nebe.Mesela minak em fedaîyên Serok APO ne.Serokatiya me çi bibêje; em li gorê wî tev digerin. Kêmasîyên me derdikevin ji ber kêmfêhmkirinê ye Ji ber kêm pratîzebuyînê, derdikevin. Ne ku em cuda difikirin ku tevlî Serokê xwe nabin.  Ne bi vî şeklî ye.Her kes bi qasî kû fêm dike pratîze dike. Em bi vî şeklî dibînin. Ji bo wan axaftinan ti qîmeta xwe nîne em li gorî wê neçin. Ew bi xwe di nav xwe de şerî deshilatdarîyê dikin.

Ew bi xwe li hev dikevin. Ew bi xwe berbelav dibin. Lewma min got keçelo navê min navê te kumê min li serê te, ew bi xwe wisa nin. Nav xwe xwe pir aram nişan didin. Li ser xêrê heke di demekê din de di nav AKP’ê de heke hinek partiyên cuda derneketin. Ew axaftinê Dawutoglu heta sibê li hember Erdogan dike çiye? Ew hevalên Erdogan yên despêka avakirina partiye re niha ti kes li cem nema ye. Hemiyan dev jê berdan û çûn. Niha hewldanên Alî Babacan hene.Niha ziravên wan diqete ku hinek kesên din ji nav partiya AKP’ê derbikevin û AKP’ê lewaz bikin. Mesela ev aşkera ye. Mesela bila Erdogan ji xwe pirs bike tifaqa AKP-MHP’ê wê berdewam bike an nake. Mesela we pirs kiribu helwesta Kurdan wê çi bibe? Nêzikatiya MHP’ê  li hember Kurdan diyar e. AKP ji aliye MHP’ê ve tê bi rêvebirin. Di aliye zihnî de cêwîyên hev in. Bi vî şêwazî, Erdogan ne tene di meseleya Kurdan di her mijarê de wê koka xwe biqelîne. Heke  gotin di ch de bibe bi vî şeklî MHP’e koka AKP’ê diqelîne. Ji bo deshilatdarîya xwe her tiştê bi hevre dikin. Wek şirîk bi hevre tev digerin. Heke tifaq bedewam bike, tê vî wateyê wê faşizm berdewam bike.helwesta civakê wê li hember wan hîn bêhtir xwirt bibe. Minak wê koka wan biqelîne. Di rastiyê de tifaqa AKP-MHP’ê têk çuye. Ji bo muxalefetê mirov dikare bêje divê alternatif çêbikin.

Hilbijartinên Stenbolê her kesî nîqaş kir. Encama van hilbijartinan wê li ser heremê bandora xwe bike. Hem ji bo Iraq hem jî ji bo alozîya li Surî rolekî diyarker heye.  Berî hilbijartinan  Nêçirvan Barzanî serdana Erdogan kiribû. Hinek hevdîtin pêkanîn. Li ser Başurê Kurdistanê dagirkeriyek heye. Kurd vê qebul nakin. Erdogan aşkere got; em ê wan li  tevahiya Iraqê paqij bikin. Ev gotin ji bo PKK’ê ji bo Kurdan hate gotin. Ev tifaqên Kurdan wê çawa bibin? Heke serkeftinekeKurdan bûya wê Nêçirvan ev serdan ev ziyaret ji bo xatirê Kurdan kiriba?

Tiştên başlkêş diqewimin. Civak ji ber van sedeman aciz dibe. Tiştên bê exlaqî dikin.Mesela heke Partiya Gelan ya Demokratik ji bo hilbijartinên giştî ji Nêçirvan Barzanî re bi gotiba were serdana me, wê serdan kiribuya. Heke Kurd heke welatparêze minak dibêjim.heke meyla wê wisa ye wê biçe. Di ti deman de neçûye. AKP dixwaze koka Kurdan biqelîne li ser vê re jî diçe serdana partiya AKP’ê, naçe serdana AKP’ê diçe serdana tifaqa Cumhur. Tifaqa Cumhur ji aliyê kê ve tê bi rêvebirin? Ji alîyê MHP’ê ve tê birêvebirin. Her kes dizane çûyina Barzani ji bo serkeftina Erdogan bû. Ji bo bandora Neçirvan li ser Kurdan çêbikin denge Kurdan ji Erdogan re veqetînin. Kurdan ti qîymet ne da vê serdanê, Heke qiymeta vê serdanê hebuya wê deng ji Bînalî re hatiba bikaranîn. Mesela heval Ebbas di bernameyekî de got, werin em bi hevre li hember dagirkerîyê şer bikin. Nayên lê wexta ku dewleta Tirk gazî wan dike. Werin em li hember PKK’ê bisekinin diçin. Niha di nuçeyan de hene. Minak niha hemî baregehên Kanî Masîyê tên teslîm kirin. Di derbarê van mijarande rêxistina me têra xwe li ser van mijaran agahî ji raya giştî re parve kirin. Di vir de li hember dagirkerîyê helwesta gel diyar e. Bê guman encaman van hilbijartinan wê li ser her deverê bandora xwe bike. Wê li ser rojava, li ser Başurê Kurdistanê, li ser her deverê, wê bandora xwe çêbike. Vê hilbijartinê ev da nişandan bi vê rêveberiyê nabe. Guhertinek lazime. Niha danustandinên hikumeta AKP’ê bi Yekîtîya Ewrupayê re bi pirsgirêkin. Bi Amerika bi Rusya re bi her kesî re pirsgirêkin. Ji bo tevahî heremê re danustandinê wan pirsgirêkin. Di Başur de ev hêzên serdest ji xwe re esas girtin ev jî pirsgirêke. Niha derdê Erdogan ev pirsgirêkin. Êdî AKP’e di muxalafetê nikare bimîne, Di 7’ê Heziranê de AKP’ê derbeyek mezin xwar qiyamet rakirin. Ji bo deshilatdariyê nekeve her tişt kirin. Niha bi awayekî ontolojik AKP’e partîyekî despotîzmê ye. Partîyekî deshilatdarîyê ye. Ji bo xwe di deshilatdarîyê de bigre ev êdî ne mimkune.

Li ser axa Surî hîna bi temamî pîlan xilas nebune. Disa Wezîrê Derve yê Surî Mualîm got, dewleta Tirk enîya Cephet El- Nusra diparêze, ji alîyê gelên Surî ve dagirkirina Efrinê, nayê qebul kirin. Piştî hilbijartina Stenbolê, ihtîmalek heye ku wê Erdogan carek din ji bo êrîşekî xwe bicerîbîne. Wê  di vir de bertekên gelên Surî çi bin?

Dijminatiya Kurdan tê kirin. Dijminatiya hêzên heremê dike. Kurdan li rojava şoreşek kir. ev şoreş ne tenê ya Kurdan e. Bê hejmar şehidên gelan hene. Şehidên pêkhateyan hene. Projeyên wan li ser wî esasî ne. Bi Suryanan, bi Tirkmenan re bi Ereban re dijîn. Şoreşekî civakî derket holê. Hewl didin ku vê şoreşê xwirt bikin. Bi vê şoreşê re li ser bingeha demokratîzekirina Surî dixwazin di rojhilata navîn de bandora wê çêbikin. Li hember Erdogan ne tene Kurd hene. Di esasê xwe de li wê derê, civak u rengên cur bi cur li wî şoreşê xwedî derdikevin. Erdogan hem hewl dide Kurdan asteng bike hem jî ji bo guhertin û veguhertinan di asta rojhilata navîn de astengîyan çêdike. Di rojhilata navîn de rojane bi sedan mirov tên kuştin. Bi sedan kes xwe diteqînin. Bi sedan kes xwe dişewitînin. Ev sedem ne vala ne xwestekên wan hene. Derdên wan hene. Bi kurt kurmancî guhertinekî dixwazin. Erdogan di vê guhetinê de astenge. Di rojhilata navîn de hêza Muhefaza kar û statukoparêz Erdogane.

Bi vê hilbijartina Stenbolê re projeya Erdogan ya 2023’an têk çû an neçû?

Dewlet Bahçelî di sala 2018’an de gotibû. Divê em hilbijartinên pêşwext çêbikin. Nexwe emê di sala 2019’an nebinin. Niha sala 2019’an dîtin çawaye diyar e. Bahçelî got, heke em ser nekevim wê wisa bibe. Ewqas tişt gotin. Erdogan got, heke em Stenbolê wenda bikin emê Tirkîyê wenda bikin. Wan bi xwe bersiva we daye. Wendakirina Stenbolê, encama hilbijartinên 31’ê Adarê bi sekna wan ya nijadperest wenda kirîye. ew belkî di xewna xwe de 2023’an nebinin, ev hişmendî wê qet di sala 2023’an nebîne û ev ne mimkun e. Ev jî dibêjin, bila li ser hilbijartinên pêşwext kes neaxîve wan bi xwe xiste rojevê, êdî bi vî şeklî Tirkîye nayê îdare kirin.