Di hilbijartinên Iraqê de hedef dengên Kurdan e

Li Başûrê Kurdistanê, pêşbaziya hilbijartinê ya ji bo 44 parlamenterên li parlamenta Iraqê dewam dike.

Piştî ku ji bo hilbijartina Iraqê kampanyayê dest pê kir, ji bo 44 kursiyên li Başûrê Kurdistanê 20 lîste hatin nîşandan.

Li gorî rêjeya salên berê ji ber ku li Başûrê Kurdistanê 4 lîsteyên Ereb hene hilbijartineke cuda heye. Ji ber ku namzetên her çar lîsteyan jî Kurd in.

52 Kurdên li Hewlêr, Silêmanî, Halepçe û Duhokê di nav lîsteya Ereb de ne.

LI HEWLÊRÊ 161 NAMZET

Li Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartina ku wê 12’ê Gulanê were kirin li Hewlêrê di 19 llîsteyan de 15 jê Kurd, 1 jê Xiristiyan ji bo 16 kursî 161 namzet ketine pêşbaziyê.

YNK, PDK û partiyên ji bo Dadmendî û Koalîsyonê her yek li Hewlêrê 30 namzet nîşan dane, Tevgera Nifşê Nû jî 15 namzet nîşan dane.

Akademîsyen Nesret Sabir Xoşnav jî li Hewlêrê xwe serbixwe danî.

Li Hewlêrê ji bo 1 kursiyê xiristiyan ê li Hewlêrê 13 xiristiyan di  nav 7 lîsteyên cuda de xwe danîn. Tirkmen jî li Hewlêrê bi lîsteya ITC (Eniya Tirkmen a Iraqê) 5 namzet nîşan da.

Lîsteya Îtîlafê ya bi serektiya Iyad Allavî li Hewlêrê 6 namzet nîşan da.

Lîsteya Nasir a bi serektiya Haydar Abadî, lîsteya Teyare Neteweyî û Êlên Iraqê 6 namzet danîn.

Li gorî pisporên siyasetê Abadî çav berdaye dengên Kurdên şikestî û ji bo vê jî cara pêşî li Başûr namzet danîne.

Li Silêmanî û Helepçe ji bo 18 parlamenterî bi 12 lîsteyan 213 namzet ketine pêşbaziyê.

2014’an Goran li vê herêmê 7 kursî, YNK’ê 6, PDK’ê de, Komala Îslamî 2 û Yekgirtû 1 kursî bi dest xist.

Li Silêmanî ji ber ku partiya bi serektiya Berhem Salih û ya Şasiwar Evdile namzet nîşan dane reqabeteke xurt derkete hole.

YNK’ê ditirse ku dengên wê bi partiya Berhem Salih de biçin û Goran jî ditirse ku dengên wê bi ser partiya bi serektiya Şasiwar Evdile de biçin.

Li Silêmanî û Helepçeyê YNK’ê 36, Koalîsyona Demokrasî û Dadmendiyê 36, PDK 30, Tevgera Nifşê Nû 24, Tevgera Goran 22 namzet nîşan dan.

Partiya Komunîst jî 5 namzetên jin li Silêmanî danî.

Ji bilî Hewlêrê, li Silêmanî û Helepçe jî lîsteyên Ereb hene.

Lîsteya bi serektiya Ammar Hakîm li Silêmanî û Helepçe 17, partiya bi serektiya Abadî jî 3 namzet danîn.

LI DUHOKÊ JI 17 LÎSTEYAN 117 NAMZET HATINE DANÎN

Li Duhokê jî, her çendî mîna ‘Keleha PDK’ê tê dîtin jî reqabeta hilbijartinê zêde ye. Li bajêr ji ber sedema xurtbûna eşîriyê û rûspiyan PDK’ê hewl dide ku têkiliyên xwe germ bike.

Li Duhokê ji 17 lîsteyan 117 berendam hatine danîn. PDK û YNK’ê her yeke 22, Koalîsyona Demokrasiyê û Dadmendiyê 19, Komala Îslamî 17 û Tevgera Nifşa Nû 5 namzet danîn.

Li Duhokê ji bo yek kursiyê Xiristiyanan ji 7 lîsteyan 13 namzet hatine danîn.

Partiya Abadî li Duhokê 6 namzetên Kurd nîşan da.

Hilbijartina beriya niha PDK’ê 8, Komala Îslamî 2 û YNK’ê jî 1 parlamenter derxistibû.

LI KERKÛKÊ PROBLEM HENE

PDK li Kerkûkê hilbijartinê boykot dike, partiyên din ên Kurd jî gotin li Kerkûkê propaganda tê astengkirin.

Li Kerkûkê 5 lîste hene, ku yek ji van ya kolîsyona Kurdan e. Beriya niha Kurdan li Kerkûkê ji 14 kursiyan Kurdan 8 parlamenter derxistibûn ku 6 ji va ên YNK’ê û 2 jê yên PDK’ê bûn.

Îsal partiyên Ereb 92 namzet ji bo Kerkûkê danîne.

ÎTC’ê jî 18 namzet ji bo Kerkûkê danîn.

Erebê Sinî û Tifaqa Ereb ji bo Kerkûkê 24 namzet danîn.

LI MÛSILA KAVIL HILBIJARTIN

Mûsil a ku li Parlamentoya Iraqê 31 kursiyên wê hene piştî şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû kavil û wiha dikeve hilbijartinê.

960 namzetên ên Kurd, Ereb, Tirkmen û Xiristiyan wê pêşbaziyê bikin.

Ji bo Xiristiyan, Şebek û Êzîdiyan jî 3 kursî bi rengê kotayê hatine danîn.

Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyan dikevine hilbijartinê. Salên berê PDK’ê bi taybetî jî bi dengê Êzidiyan zêdetir deng distandin, di vê hilbijartinê de Êzîdî bi lîsteyên cuda dikevine hilbijartinê.

Li Mûsilê Ebadî lîsteya xwe danî lê partiya Malîkî lîste nedanî.

Partiyên Ereb li Mûsilê bi tevahî 186 namzet danîn û PDK û YNK’ê jî 62 namzet danîn.