'Di hilbijartinê de wê bersiv ji qeyûman re bê dayin'

Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn diyar kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê bersiv ji desteserkirina şaredariyan re bê dayin û got, gelê Kurd wê xwedî li îradeya xwe derkeve.

Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn ku rejîma AKP'ê qeyûm xistiye şûna wî, işaret bi hilbijartinên 24'ê Hezîranê kir û diyar kir ku di hilbijartinê de wê bersiv ji desteserkirina şaredariyan re bê dayin.

Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn ku qeyûm li şûna wî hate bicihkirin, hilbijartinên 24'ê Hezîranê û desteserkirina şaredariyan bi rêya qeyûman, ji ANF'ê re nirxand.

Cîn bal kişand ser desteserkirina şaredariyan bi rêy qeyûman û got, "Li devereke din a cîhanê kiryareke bi vî rengî nîne." Emrûllah Cîn bi bîr xist ku hê gelek hevalên wan ên hevşaredar û endamên meclîsan girtî ne û xwest, tavilê bên berdan. Cîn destnîşan kir, divê şaredarî radestî nûnerên gel ên hatine hilbijartin bên kirin.

Hevşaredarê Wêranşarê Cîn da xuyakirin ku ev yek wê bandorê li hilbijartinên 24'ê Hezîranê bike û got, "Ez bawerim wê hem li dijî qeyûman, hem jî li hemberî hemû pêkanînên antî demokratîk wê di dengdanê de helwestek bê nîşandan. Ji gel piştrast im."

Cîn diyar kir, êvara 24'ê Hezîranê wê pêvajoyeke nû dest pê bike û hêvîdar e ku ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê bibe hêviya demokrasiyê.

Hevşaredar Emrûllan Cîn diyar kir ku wê paşeroja azad bi hev re ava bikin û got, "Encama hilbijartinê wê xizmetê ji aştiyê û gelemperiya Rojhilata Navîn re bike.