'Di her serketina PKK'ê de keda şehîdan heye'

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel: Tevgera gel ku bi pêşengiya partiya me PKK'ê geş bûyî êdî xwedî hêzeke wiha ye ku dikare polîtîkayên şerê taybet ên mêtingeran hemûyan li bin bixe.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke niviskî salvegera 42'an a damezirandinê ya PKK'ê pîroz kir û got, ''PKK'ê nehiştiye ku li Kurdistanê û mirovahî tine bibe û Kurdatî berejêrkî biçe, bi têkoşîna dijî qirkirinê ya li Kurdistanê kiriye ku çanda me ya dêrîn a bi hezaran salan ji nû ve veje."

Fermandariya Biryargeha NPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di şexsê gelê Kurdistanê salavgera 42'an a partiya me PKK'ê ku hêza biryargeh a têkoşîna rizgariyê ya hemû gelên çewisandî, çînan, baweriyan, çandan û derdorên civakî ye, pîroz dikin. Di serî de ya Serok Apo ku damezirandêrê partiya me, rêxistinkarê pêşî û ji bi hezaran xelekên êgir derbas bûyî û têkoşîna azadiya gelê me dayî destpêkirin, Cejna Partiyê ya 27'ê Mijdarê li hemû malbatên şehîdên me, gelê me yê welatparêz, gelên dost, rêxistinan, li hemû hevrêyên partiyê ku li çiyayan, bajaran, zindanan têdikoşin pîroz be!

PKK partiya şehîdan e. Di hemû serkeftinan de ku parttiyê bi dest ve aniye û di hemû nirxan de ku hatine afirandin keda berz ku şehîdên me dayin û berdêla ji bo siberojên azad heye.  Şehîdên me pir e di navbera duh û siberoja me de, sparteya me ya sereke ye ku em bi hêvî xwe bi ser rojên serfiraziyê bigirin û tekane temînata têkoşîna azadiyê ya gelê me ye. Bi vê bingehê di şesxê şehîdê pêşî yê partiya me Hakî Karer, fermandarên me yê pêşeng ku di sala 42'an a têkoşînê de ku me ber bi bêdawîbûnê ve rê kirin Kasim Engîn, Egîd Garzan, Egîd Civyan, Leyla Agirî, Amara Ronahî û Yilmaz Dersim de em hemû şehîdên xwe bi rêzdar û minet bi bîr tînin, sond dixwin ku alaya şoreşê ku ji me re hiştine em bi serfiraziyê tacîdar bikin.

PKK'Ê NEHIŞT KU KURDAYATÎ BEREJÊR BIÇE

PKK'ê nehiştiye ku li Kurdistanê  mirovahî tine bibe û Kurdatî berejêrkî biçe, bi têkoşîna dijî qirkirinê ya li Kurdsitanê kiriye ku çanda me ya dêrîn a bi hezaran salan ji nû ve veje. Civaka Kurdistanê ku bi vî hîmî bîrewer bûyî têkoşîna bidestxistina mafên sirûştî kiriye ku ev ji maf ji civakîbûna wê tên û bi têkoşîna dastanî ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê îro li herêmê bûye xwedî roleke kilîd. Vê vejînê her wiha kiriye ku jin û ciwan ku hatiye xwestin ku wan zêdetir bikin kole bibe xwedî karakterekî dînamîk, jina Kurd ku li ser hîmê îdeolojiya jiyana azad a Rêbertiya me rêxistinî bûyî, bûye hêza pêşeng a avabûna civakî û li bûye kevirê mîheng ê mirovê nû û azad a li Kurdistanê. Têkoşîna PKK'ê li gel xwe kiriye ku gelên xwîşk û bira û tevgerên dost jî xurt bibin, ji bo hemû derdorên çewisandî, hatin mêtingerkirin û hatin xwestin ku werin tinekirin bûye hêviya rizgariyê. Bi vê bingehê îro em di serdemeke wiha de ne ku em gel ji her demê zêdetir nêzî serfiraziyê ne.

Lê li ser partiya me û xeta Rêber Apo   ku li Kurdistanê geşedanên ev çend mezin û şoreşgerî pêk anîn, êrîşeke giran heye bi pêşengiya dewleta Tirk a mêtinger-faşîst  ku tê xwestin bi destê hêzên Komploger ên Navnetewî were geşkirin. Bi vê çarçoweyê li ser gelê me yê ku li çar parçeyên Kurdistanê dijî û têkoşîna azadiyê, êrîşên mêtingeriya giran hene ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ev dîsa vejandiye, hêzên hegemonîk ên kapîtalîst, rejîmên dîkta yên herêmî û nokerên xwecih ku bi hev re danîne dixwaze meşa azadiyê ya gelê me asteng bikin. Ji alîyekî ve bi bazarên genî çav berdane destkeftiyên gelê me ku bi keda mezin hatine bidestxistin û ji aliyê dî ve êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêbertiya me, operasyonên çewisandinê îmhakirinê li ser gelê me û hêzên azadîxwaz didomînin.

ÊRÎŞ PÊNGAVÊN DAWÎ YÊN PERGALA QIRKER Û MÊTINGER IN

Bêguman ev êrîş pêngavên dawî yên pergala qirker-mêtinger e ku li ber hilweşandinê ye. Gelê me yê ku bi pêşengiya Rêber Apo li hebûna xwe xwedî derketî, bi têkoşîna berxwedanê ku li ser hîmê Paradîgmaya Civaka Demokratîk-Ekolojîk ya li ser Azadiya Jinê rê ve dibe, wê azadiyê bi cih bîne. Têkoşîna ku gelê me di vê qonaxa dîrokî wê bi perspektîfa Şerê Şoreşgerî yê Gel wê rê ve bibe bersiva herî karîger bide hemû êrîşan, ev tekane stratejiya têkoşînê ye ku wê gelê me bi ser bixe. Dijmin ê ku li bara vê têkoşîna bi vê perspektîfê geş bûyî, zor lê bûyî,  hêviya xwe li Kurdistanê bi hevkariyê ve girêdaye, li Bakur jî kontrayên noker û avaniyên sîxûrî geştir kiriye, li Başûr jî bi hevkarî bi pêşengiya PDK'ê hewl daye ku wê karîger bibe û encamê bistîne. Lê tevgera gel a bi pêşengiya partiya me PKK'ê geş bûyî, êdî wê polîtîkayên şerê taybet ên mêtinger têk bibe û têkşîna neteweya demokratî a gelê Kurdistanê pêş bixe û gihaştiye ku wê hêzê ku vê têkoşînê bi ser bixe. Di pêvajoyeke wiha krîtîk de ku divê em bi hemû hêza xwe bi ser dijminê mêtinger de biçinn, rastiyeke aşkere ye ku divê tekane rojeva hêzên Kurdistanî ew be ku dawî li dagirkeriya li Kurdistanê bînin.

Em Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê di pêvajoyeke wiha dîrokî de, em hay jê berpirsyariyên xwe hene ku têkoşînê li me bar kirine, em biryardar in ku hewcehiyên peywirên demê bi cih bînin. Aşkere ye ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê  bi keda 42 salan a Rêbertiya me, gelê me û şehîdên me bûye artêşa têkneçûyiyan li dijî her ure êrîşên li ser gelê me, ku êrîş ji kû ve çawa werin bila werin, li ser hîmê Şerê Şoreşgerî yê Gel wê bi bersiveke tund bide. Gerîlayê Modernîteya Demokratîk ê sedsala 21'ê ku bi îdeolojiya Apogerî xwe pêçaye di têkoşîna biserxistina doza azadiyê ya gelê me de bi hişkî wê xwe bi peywirên xwe ve bijdîne û bê dudilî ya hewce bike. Bi vê bingehê em careke dî salvegera 42'an a partiya me PKK'ê pîroz dikin, di sala têkoşînê ya 43'yan de em serkeftina mezin ji gelê xwe û hemû hevrêyên Partiyî re dixwazin."