Di hedefa DAÎŞ'ê de Xaneqîn û Celewla hene

Êrîşên DAÎŞ'ê yên li Xaneqîn, Celewla û Xurmatû didomin. Ji ber êrîşên çeteyan bi kêmanî 20 gund hatin valakirin.

Herî pir Xaneqîn, Celewla, Xurmatû û gundên wan  li Iraqê û Kurdistanê bûne hedefa çeteyên mîna DAÎŞ'ê, Nusra. Meha pêşî ya 2019'an jî DAÎŞ'ê herî pir berê xwe da van herêman.

Di 20 rojên pêşî yên sala nû de çeteyên DAÎŞ'ê ji 10 caran zêdetir êriş bibrin ser Xaneqîn û Celewla.

Ji ber êrîşên DAÎŞ'ê yên sala 2018'an di nav sînorên Xeneqîn û Celawlayê de zêdetirî 20 gundên Kurdan û Erebên Sinnî hatin valakirin.

Tê gotin DAÎŞ a ku hêzên polîsan ên federal ên Iraqê û gundiyan dike hedef, dixwaze li Xaneqîn û Celawlayê xwe geş bike.

Tê gotin êrîş ji hêla çeteyên DAÎŞ'ê ve yên li çiyayê Hemrînê, ku di navbeyna Diyala û Xaneqînê de ye û yên li gund û çiyayê Pelkanê ya Xurmatû ve têne kirin.