Di fitara ji bo piştgiriya malbatên girtiyan: Divê em ji bo azadiya Ocalan bixebitin

Bi tevkariya MEBYA-DER Û TUHAY-DER’Ê li Bismila Amedê bi armanca piştgiriya bi malbatên girtiyên nexweş fitarek hat organîzekirin. Di fitarê de Wekîlê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçîer axivî û got; “Heta Birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka Kurd jî çareser nabe.”

Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Amedê, ji bo piştevaniya  malbatên girtiyan û malbatên xizmên xwe winda kirine li eywanêke dawete ya li navçeya Bismîlê ya Amedê xwarina fitarê da. Hevserokên HDP'ê yên Bajarê Amedê Zeyyad Ceylan û Gulîstan Atasoy, parlamenterên HDP'ê, rêveberên HDP'ê û DBP'ê û bi sedan malbat beşdarî bernameyê bûn.

Berî fitarê mevlûd hat xwendin û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan diqeqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtine hevserokê TUHAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel axivî. Guzel bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavî hemû qadan bûye û xwest tecrîd bi dawî bibe û girtiyên nexweş tavilê bên berdan û dawî li îşkenceya li girtîgehan were. Guzel xwest hemû malbat piştevaniya Nobetên Edaletê bikin.

Piştî Guzel, Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmus Karadag jî axivî û destnîşan kir ku li dijî axa Başûrê Kurdistanê şerek dijwar tê kirin û got: "Ev şer bi hevkariya xiyanetê pêk tê. Malbata Barzanî bi salan e xiyanetê li gelê Kurd dike. Wê dîrok vê xiyanetê binivîsîne."

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taçşier jî destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ranebe wê aştî pêk neyê û wiha got: "AKP û MHP dixwaze ku Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê dagir bike. Divê em jî li dijî vê armanca Tirkiyeyê yekitiya xwe pêk bînin. Yekîtiya Kurdan di heman demê de wê bibe serkêftina Kurdan jî. Bila Barzani jî baş bizane ku heke gerîla winda bike wê Başûr jî têk biçe. Ji ber vê jî divê em ne ji bo malbata xwe divê em ji bo gelê xwe bifikirin û tevbigerin. Pirsgirêka Kurd bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan çareser dibe. Ji ber vê yeke jî divê em ji bo azadiya Birêz Ocalan bixebitin."