'Di fermanê de gelê Rojava ji bo Şengalê seferber bû, niha jî dor a me ye'

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm diyar kir, ku xetereya li ser Rojava xetereya li ser Şengalê ye û got, "Divê em sala 2014'an ji bîr nekin, ku çawa gelê Rojava ji bo Şengalê seferber bû. Heman erk îro dikeve ser milê me."

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.

'DEWLETA TIRK HEWL DIDE TOLA TÊKÇÛNA DAÎŞ'Ê HILÎNE'

Heso Îbrahîm anî ziman ku dewleta Tirk 7 sal in bênavber bombardûmanê li Rojavayê Kurdistanê dike û got, "Sedema van êrîşan jî ew e ku hêzên Rojavayê Kurdistanê DAÎŞ ji nav birin. Dewleta ku piştgiriya DAÎŞ'ê dikir, Tirkiye bû. Lewma dixwaze tola DAÎŞ'ê ji hêzên Rojava hilîne. Ji ber vê yekê ne tenê êrîşî hêzên leşkerî dike, her wiha êrîşî binesaziya sivîlan, nexweşxane û gel jî dike."

Heso Îbrahîm bal kişand ser êrîşa dewleta Tirk a li dijî parêzvanên Kampa Holê û bi bîr xist ku bi êrîşê re gelek malbatên DAÎŞ'î hewl dan ji kampê birevin.

Êrîşa beriya niha ya li ser Girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê jî di çarçoveya vê armancê de nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze DAÎŞ'iyên di destê QSD'ê de ne bide revandin.

'DEWLETA TIRK BI HEMAN RÊBAZA DAÎŞ'Ê ÊRÎŞ DIKE, HEWL DIDE SIVÎLAN BÊNEFES BIHÊLE'

Li ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî binesaziya Rojavayê Kurdistanê jî Heso Îbrahîm nirxandineke bi vî rengî kir:

"DAÎŞ û dewleta Tirk bi heman senaryoyê tevdigerin. Me ev yek li Şengalê jî dît, ku çawa rêyên sereke li ser gel qut dikirin. Xwestin mirovan bênefes bihêlin. Niha dewleta Tirk bi heman rêbazê êrîşî Rojava dike. Êrîşî binesaziya wê dike. Dixwaze pêwîstiyên jiyanî ji holê rake. Armanc ew e ku gel ji hev qut bike."

Heso Îbrahîm bi bîr xist ku herêma wan li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye, tenê bi nîv saetê dûrî Hesekê ye û anî ziman ku bi êrîşên dewleta Tirk re eger DAÎŞ'iyên girtî birevin wê mîna li tevahiya cîhanê xeteriyeke mezin li ser Şengalê jî çêbike. Heso Îbrahîm got, "Baweriya me bi hêzên Iraqê nîne ku sînor biparêzin. Mînaka wê jî li ber çavan e ku sala 2014'an çawa em di nava komkujiyê de hiştin."

Têkildarî helwesta desthilata Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK'ê jî Heso Îbrahîm got, "Ji xwe desthilata Başûr axa Başûr firotiye dewleta Tirk. Hikumeta Tirk ji hikumeta herêmê bêhtir niha li Başûrê Kurdistanê serwer e. Eger îro hikumeta Başûrê Kurdistanê bixwaze wan ji ser axa xwe derxîne wê nikaribe bike. Ji ber ku bi plan û tifaq firotiye."

'DI DEMA FERMANÊ DE ROJAVA JI BO XELKÊ ŞENGALÊ BÛ NEFES Û STARGEH'

Heso Îbrahîm rola hêzên Rojavayê Kurdistanê ya ji bo parastina Şengalê, her wiha piştgiriya ji bo xelkê Şengalê bi bîr xist û destnîşan kir ku ew xwe ji Rojava qut nabînin, ji ber ku sala 2014'an ji wan re bû ezmûnek û wan sûd jê wergirtin. Heso Îbrahîm got, "Di heman demê de eger ew hêzên Rojava nebûna wê Şengal ji Şengaliyan bihata valakirin. Wê îro me nekariye qala Şengalê û Êzidiyan bikira. Wê demê Rojava ji bo gelê me bû nefes û stargeh. Gelê me bi rêya Rojava xwe gihand Başûr. Her wiha pêşmergeyên ku ji Şengalê reviyan jî bi rêya Rojava xwe gihandin Başûrê Kurdistanê."

'XETEREYA LI SER ROJAVA, XETEREYA LI SER ŞENGALÊ YE'

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm diyar kir ku civaka Êzidî baweriya xwe bi ti hêzê nîne, tenê bi çiyayê xwe piştrast e û got, "Hêzên Rojava ji me re palpişt e. Lewma dema xetere li ser Rojava hebe, heman xetere li ser Şengalê jî heye."

'HER KURDEK, HER ÊZIDIYEK, HER MIROVEK DIVÊ XWEDÎ LI ROJAVA DERKEVE'

Heso Îbrahîm ji bo parastina Şoreşa Rojava ev bang kir:

"Her Kurdek, her Êzidiyek, her mirovek, divê xwedî li Rojava û şoreşa wê derkeve. Divê em civaka Êzidî û bi taybetî jî xelkê Şengalê sala 2014'an ji bîr nekin ku çawa gelê Rojava ji bo Şengalê seferber bû. Heman erk îro dikeve ser milê me."