Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF’ê yê li Şengalê, ji Hêzên Zomar ên girêdayî PDK’ê 450 kesên bi çek yên ji aliyê artêşa Tirk ve hatin perwerdekirin sewqî Xanesorê hatine kirin. Hat diyarkirin ku ji hêzên ku şandine herêmê 20 endamên MÎT’ê jî di nav de cih digirin.
Li gorî agahiyên ku ji herême me girtine 450 leşkerên Hêza Zomara yên li gundê Eynel Firaş ku girêda Musilê ne beşdarî vê êrîşê bûne û ji aliyê artêşa Tirk ve hatine perwerdekirin. Koma çekdar ji bo dagirkirina Şengalê hatine şandina Xanesorê. Di nava van 450 leşkeran de jî 21 endamên MIT cihê xwe di nava dagirkirina bajarokê Xanesorê yê Şengalê de digirin.
Serokwezîrê berê yê Tirk Ahmet Davutoglû berê serdana hêzên li Zomarê kirîbû û perwerdeya wan di cih de lêkolînkirîbû.
Aloziya li herêmê hê jî didome.